Rûdaw naveroka nameya Hikûmeta Îraqê ya ji bo Antonio Guterres û Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî belav dike

Hikûmeta Îraqê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayişa Navdewletî xwestiye ku ji Îranê bibêjin bila dawiyê li êrişên xwe yên li Herêma Kurdistanê bîne.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê li Bexda û New Yorkê bi dest xistine, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên 16ê Kanûna Paşînê du nameyên bi heman awayî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî Nicolas de Riviere re şandine.

Name li ser êrişa mûşekî ya Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê ne.

Rûdawê ew zanyariya bi dest xist ku ew her du name bi rêya Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Abas Kazim Ûbêdî radestî Antonio Guterres û Nicolas de Riviere hatine kirin.

Li gorî zanyariyên bi dest Rûdawê ketine, Hikûmeta Îraqê di du nameyên bi vî rengî de ragihandiye, ku roja 15ê Kanûna Paşîna 2024an, Îraq rûbirûyê dijminatiyeke derve bû ku ziyan gihandiye mal û milkên giştî û sûcdar jî Komara Îslamî ya Îranê bû ku bi mûşekên balistîk û hincetên bêbingeh ev yek kir.

Di her du nameyan de hatiye gotin ku Hikûmeta Îraqê dixwaze xalên jêrîn werin berçavgirtin û bicihkirin:

Yekem: Ya ku hatiye kirin binpêkirina serwerî, ewlehî û nifûsa Îraqê ye. Êrişa balîstîk li dijî prensîbên cîrantiyê ye. Em bi bîr tînin ku Adara 2022yan jî Îranê bi heman hincetên bêbingeh heman tişt kir. (Êrişa li mala Şêx Baz a li Hewlêrê)

Duyem: Eger Komara Îslamî ya Îranê bibêje ku di nav Îraqê de aliyên ku li dijî Tehranê ne hene, dîsa jî mafê wê nîne ku van tiştan bike. Îraq endamê Neteweyên Yekbûyî ye û serweriya wê heye.

Sêyem: Îraq û Îran di asta giştî û fermî de xwedî pêwendiyên dualî yên pir baş in û ji ber wê jî divê Îran çi metirsî li ser ewlehiya xwe dibîne berdewam bişêwire.

Çarem: Îraq mafê xwe diparêze ku hemû mafên xwe yên yasayî û exlaqî di warê binpêkirinên ku li dijî wê tên kirin, li gorî yasa û rêzikên navdewletî wergire.

Pêncem: Îraq ji Neteweyên Yekbûyî û Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî dixwaze ku ew li gorî desthilata xwe ji Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bixwzin ku dest ji van destdirêjiyan berde û rêzê li diyalog û serweriya Îraqê bigire.

Di her du nameyan de hatiye gotin:

“Ez ji we dixwazim ku hûn vê nameyê ji hemû endamên Neteweyên Yekbûyî re wekî delîlên pêbawer ên belgeyên Neteweyên Yekbûyî belav bikin.”

Tora Medyayî ya Rûdawê di rojên derbasbûyî de li NY û Encûmena Asayişa Navdewletî li ser mijarê lêkolînan dike.

Nicolas de Riviere li Neteweyên Yekbûyî bersiva Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemir da û anî ziman:

“Ti nameyên Îraqê negihiştine ber destê min.”

Ev her du name piştî wê hatin nivîsandin ku Supaya Pasdaran a Îranê 15ê Kanûna Paşîna 2024an 11 mûşek avêtin Hewlêrê û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îran dibêje ku armanca wan baregeha îstixbarata Îsraîlê Mossad bûye lê Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan tometan red dikin.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî 16ê Kanûna Paşînê ragihand ku ew û endamên komîteya lêkolînê ya êrişê çûne mala Pêşrew Dizeyî û “derketiye ku îdiayên ku dibêjin ew baregeha sereke ya Mossadê ye ne rast in.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *