Rola Barzaniyan daîmî ye û Qonaxa Barzaniyên Cîwan…


Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Neteweya kurd xwediyê çîrokeke gelek dirêj ya milî ye. Serpêhatiyên neteweya kurd, ji miletên din gelek cûda û taybet e. Dîroka neteweya kurd, dîroka azar û êş û tade û qetlîma ye. Ew êş, azar, zehmetî di vê qonaxê de jî didomîme.

Li dinyayê hemû neteweyan dewletên xwe ava kirin, hezar mixabin bes neteweya kurd xwediyê dewlet nîne. Heger Başûrê Kurdistanê ji derve bihêlin, neteweya kurd li sê parçeyên Kurdistanê (li Balkurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê, li Rojhilata Kurdistanê) ji hemû mafên xwe yên milî, desthilatdarî, serwerî bê par e. Mêtingeha çar dewletên kolonyalîst e. Kurdistan hatiye îşgal kirin. Li Başûrê Kurdistanê jî Kerkûk di serî de gelek herêmên din di bin îşgalê de ne. Hemû dewlemendiyên Kurdistanê tên talan kirin.

Neteweya kurd, ji bona ku ji vê statuyê xelas bibe, welatê xwe azad bike, dewleta xwe ya milî ava bike, 200 sal e ku di nav têkoşîna rigarîxwaz de ye. Ev têkoşîna milî hîn dom dike.

Ji tekoşîna milî ya Kurdistanê re gelek kesên giranbûha û malbatan û aşîretan û mîran û şêxan û axayan serokatî kirin. Ji derveyî Barzanîyan tevan şikest xwrin, lê pişt re jî nikarîn pişta xwe rast bikin û ji têkoşîna milî ya neteweya kurd re serokatî bikin.

Barzaniyan jî, sed sal e ku bi gelek awayan, piştî sala 1946an jî bi PDKê ji têkoşîna milî ya Kurdistanê re pêşengî dikin. Wan jî dem-dem şikestî dîtin, lê piştî şikestinê ji nûve rabûn ser piya ji bona rizgarî û azadiya Kurdistanê şer kirin.

Dema ku ew di nav şerê milî da bûn jî, beşên din yên Kurdistanê jî bi wan ra bûn, an bi wan re di nav tîfaqê de bûn, an bi wan re di eniyekê de bûn.

Hîç şik tune ye ku Barzaniyan di têkoşîna neteweya kurd de xwediyê roleke gelek dîrokî, girîng, domdar in. Her demê jî ji bona desthilatdariya Kurdistanê xebat û têkoşîn meşandine.

Ew têkoşîna wan jî di gelek merhele û qonaxan re derbas bûye.

Qonaxa yekemîn ya têkoşîna Barzaniyan, Qonaxa Şêx Evdilselam Barzanî ye. Ev qonaxa di dema Împeratoriya Osmanî de domand. Encama têkoşîna Şêx Evdilselam, Împeratoriya Osmanî mecbûr bû ku bi wî re peyman çê bike. Bi awayekî otonombûna herêma kurdistanê û daxwazên di bernameya wî de hatibûn diyart kirin, bipejirîne.

Mirov dikare “ Qonaxa Şêx Evdilsalam Barzanî”, wek qonaxeke reformparêzî jî bi nav bike. Ew bernameya wî ji bona vê qonaxê jî zindî diyar dike.

Hezar mixabin Împeratoriya Osmanî piştî gelek fêl û planên qirêj Şêx Evdilselam barzanî dîl girt, darizand û îdam kir.

Lê têkoşîna Barzaniyan domand.

Qonaxa 2emîn ya Barzaniyan, “Qonaxa Ehmed-Mele Mistefa Barzanî “ ye. Di vê qonbaxê de jî ji bona azadî û rizgariya Kurdistanê serhildanên milî hatin meşandin. Van serhildanan gelek herêmên Kurdistanê rizgar kirin. Lê di encamê de dijmin bi serket.

Lê têkoşîna Barzaniyan bi dawî nebû.

Qonaxa 3emîn ya Barzaniyan, “Qonaxa Serok Mele Mistefa Barzanî” ye. Di vê qonaxê de bes li Başûrê Kurdistanê ne li Rojhilata Kurdistanê jî têkoşîna milî hat meşandin. Li Rojhilata Kurdistanê di avakirina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê de rolekî girîng girtin ser milê xwe.

Piştî ku Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî çûn Yekîtiya Sovyetan, xebata wan bû xebateke navneteweyî.

Berzaniyan, di sala 1958an de ji yekîtiya Sovyetan vegeriyan Kurdistanê û Iraqê, dîsa xebata xwe ya milî meşandin. Di sala 1961an de Şorteşa Milî ya Îlonê bilind kirin. Encama Şoreşê Milî ya Îlonê, Otonomiya Kurdistanê qezenç kirin. Neteweya kurd li Kurdistanê bû desthilatdar. Hikûmeta kolonyalîst ya Baasê mecbûr bû ku serê xwe li ber Şoreşa Kurdistanê bitewîne. Peymana 11 Adara 1970 yî bi Serok Mele Mistefa Barzanî re îmza bike.

Serok Mele Mistefa Barzanî, di sala 1974an de Otonomiya Kurdistanê li hemberî êrişa dewleta dagirker û kolonyalîst ya dewleta Iraqê parast. Hezar mixabin encama xiyaneta Emerîkayê û Îranê ji bona ku neteweya kurd nayê qirkirin şer da rawestandin.

Lê xebata milî ya Başurê Kurdistanê ranewestiya.

Ji bona barzaniya Qonaxeke nû ya 4emîn bi Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî dest pê kir. Wan jî Şoreşa milî ya Gulanê di sala 1976an de organîze kirin û bi hevalên xwe yên hêja ve.

Piştî ku Îdrîs Barzanî jî jiyana xwe ji dest da, Qonaxa 5emîn ya Mesût Barzanî dest pê kir. Di vê qonaxê de, PDKê bi YNKê bi hev re biryara Dewleta Federe Ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê dan. Meclîs ava kirin. Hilbijartin pêk anîn. Hikûmeta Kurdistanê ava kirin. Di sala 2005an de bi hewildana Serok Mesûd Barzanî, li Iraqê biryara Dewleta Federal ya Iraqê bi referandûmê û bi Makezagoneke federal hat amade kirin, da qebûlkirin. Mesûd Barzanî, piştî Pêşewa Qazî Mihemed, di parlamentoyê de bi hilbijartinê bû serokê Kurdistanê.

Li Başurê Kurdistanê serokatiyeke gelek hêja meşand. Ew bû serokekî navneteweyî.

Bi xîret û xebata wî, biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê hat dayin. Di referandûmê de neteweya kurd biryara dewleta serbixwe da. Ew biryara, di qonaxa Mesûd Barzanî de bû biryara taybet ya dîrokî. Mesûd Barzanî jî di dil û çavên milertê kurd de mezinitir kir.

Nûha ji bona Barzaniyan qonaxeke nû dest pê kir. Ev qonaxa jî “Qonaxa Bazraniyên Cîwan” e. Qonaxa şeşemîn e. Bi seroktiya Dewleta Federa ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û serokwezîrtiya Mesrur Bazranî dest pê dike.

Wek tê zanîn Neçîrvan Barzanî demeke dirêj e ku serokwezîrê Kurdistanê ye. Piştî hilbijartina giştî ya îlona 2018an li Başûrê Kurdistanê Parlamentoyê di Gulana 2019an de ji bona seroktiya Dewleta Federe ya Kurdistanê qanûnek pejirandin. Piştî vê qanûnê Neçîrvan Barzanî wek serokê Kurdistanê hat hilbijartin.

Serokê Kurdistanê di 10ê Hezîrana 2019an de jî li pêş Serok Mesût Barzanî, parlamenterên Kurdistanê, serokkomar û serokmeclîs û serokhikûmeta Iraqê, hezar mêvanên herêmî û navneteweyî sond xwar dest bi xebatê kir.

Serokê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di çarçeweya yasayê de Mesrur Barzanî wek serokwezîr pejirand. Mesrûr Barzanî ji bona ku hikûmeta Kurdistanê ava bike xebat dike.

Gelek aşkere ye ku li pişt herdu cîwanên Barzaniyan, mîrateke gelek xurt, qedirbilind, milî, bi şeref heye.

Ew herdu lawên û biraziyên îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî ne.

Lê ew di hemandem de bi perwerde, ceribandin, xebata xwe bûn Barzaniyên cîwan.

Barzaniyên Cîwan, bes girêdayî dîrok û têkoşîna Barzaniyan nebûn serokê Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê: Ew bi xwe jî bi perwerdayî ya xwe, bi xebat û qebiliyeta xwe, ev postan heq kirin.

Hîç şik tune ye ku PDKê jî ew derfeta da wan. Ew berpirsiyarên payebilind yê PDKê ne.

Gel ji wan gelek bi hêvî ne ku ew xebateke baş bikin. Kurdistanê bi her awayî; ji aliyê îdarî, demokratîk, aborî, çandî, hiqûqî, dadgehî de pêş bixin.

Mirov di encamê de dikare bibêje ku rola Barzaniyan di Tevgera Milî ya Kurdistanê de dîrokî û domdar û daîmî ye. Bandora tevgera wan li ser hemû kurdan û hemû parçayên Kurdistanê heye. Wan hîç wextekî ji bona neteweya kurd xwe nedane aliyekî û her demê jî pêşeng bûne. Ew şervan û pêşmergeyên miletê kurd bûne.

Amed, 21. 06. 2012

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir