Roja Zimanê Dayikê û sîyaseta asîmîlasyona dewleta tirk

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî UNESCO, di sala 1999 de, 21. Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî îlan kir. Ji wê salê de, ev roja, bi armanca dewlemendîya pir zimanî û harmonîya cudarengîya çanda civatên cîhanê wek Roja Zimanê Dayikê hatîye pîrozkirin.

Li gorî texmîna rêxistina UNESCO, îro li dunyayê li dor 6000 zimanên cuda tên axaftin. Ji vana zêdetir ji 2500 ziman di bin xetera tunebûnê de ne û her salê çend ziman ji holê radibin.

Îro li her herêma cîhanê, di nav sînorên dewletên nîjadperest û nîjadkuj de, ji ber guhnedan, qedexekirin û herifandinên zimanên hûrgel û neteweyên hêsîr ku bi fermî ev zimanên ku her yek xezîneyek çanda mirovahîyê ye, ji meydanê radibin!

Gotinek pêşîya heye, dibêje: “Sal bi sal xwezî bi par!”

Mixabin, ev jî tê wateya ku di nav van zimanên roj bi roj tune dibin, yek jê jî ziman û hin zaravayên Kurdî ye!

Dewleta Tirk, li ser navê nîjada Tirk û xwedîyê yek zimanî ava bûye. Li Enedol û Kurdistanê, zimanên dervî tirkî qanûnen qedexe kir.

Çi şêweyên bişaftinê hebûn, ji bo tunekirina zimanê Kurdî, dewleta tirk bi karanî. Pêşî Kurdî li daîreyên dewletê hat qedexekirin û li bajaran cezayê pere li ser merivên Kurd ferz kir. Li dibistan û leşkerîyê jî yê bi Kurdî bipeyivîya cezayê lêdanê meşandin…

Ji bo ku pirtûk, sînema, weşanê radyo û tv`yan tev bi tirkî bûn û Kurdan zarokên xwe bêtir şandin dibistanan, bi karanîna tirkî, nav û piştnavên tirkî jî zêde bû, loma pêla asîmîlasyonê jî xurttir bû.

Ya din jî di salên 1960-70an de, sîyaseta şoreşgêrîya Kurd ku ji zanîngehên tirkan û wek çepgirî belav bû, ji bo ku pirtûkên têkildar yê vê sîyasetê tev bi tirkî bûn, xebata perwerdeyî, semîner, belavok, ajîtasyon û propaganda rêxistinî û pêşandana jî bi giranî bi tirkî hat kirin, êdî partî û rêxistinên ku tekoşîna netewî ajotin jî zimanê wan bû tirkî û alîkarê asîmîlasyonê!

Piştî pirbûna bi sedan tv`yên tirkan û rêzefilmên bi taybet ji bo asîmîlasyona civata Kurd ku nav, cil, bajar û jîyan ya Kurdan, lê veşartina rûmetên baş yên civata Kurd û derxistina pêş yên hinek mînakên xerab yên ku li her civatê hene, pîskirina civata Kurd ji alî van rêzefilman, bûye sebebê asîmîlasyonek giran! Van rêzefîlman, di civata Kurd de, bi giranî jinê wek eşya, heywan an koleyekî bêqîmet û bêrûmet rêdide; loma ev jî dibe sebebê keç û jinên Kurd yên nezan, ku bi rastî civata Kurd nasnakin, nefretê ji Kurdbûna xwe bikin! Û her yek bi pirsgirêkên xwe yên cudareng xwe bişibînin qahremanek jin ya di rêzefîlmekî de û bi peyv û tevgera xwe texlîtê wan bikin. Lê Kurdên nezan, nafikirin ku sebeba gelek pirsgirêkên civatî ji bêperwerdehî, nezanî û xizanîyê ye ku ew jî ev dewlet bixwe bûye sebeb.

Di van sîh salê dawîn de, ji ber şewitandina gundan, Kurdên ji ber tade û îşkenceyên dewletê û pkk û pirsgirêkên aborî ku revîyan bajarê tirkan, dewleta tirk ji bo wan asîmele bike û bike tirk, gelek şêwe azînên nemirovane yên asîmîlasyonê li ser wan dimeşîne. Yê bi Kurdî bipeyive yan li muzîka Kurdî gohdar dikin, li gelek cîyan rastî êrîşan tên, heta hin jê tên lînçkirin yan kuştin. Li hin bajarên tirkan, mal û dikanê Kurdan tên kevirkirin û şewitandin. Li gelek cîyan kar nadin wan yan ji kar bi lêdan tên qewirandin.

Loma ji bo bela neyê serê zarokên wan, gelek dê û bav, ji çêbûnê de bi zarokên xwe re bi Kurdî napeyivin û behsa Kurdbûna wan jî nakin. Dûvre gava ew zarok mezin dibin, beşek wan dibin nîjadperestê tirk û êrîşî birayê xwe yên Kurd dikin!

Kesê ku dewleta tirk avakirine û bi rêve dibin, hebûna xwe di tunekirina gelê Kurd de dibînin. Loma dewleta tirk, ev sed sal e ku sûcê mirovahîyê dike, li ser zimanê Kurdî qirkirinek domdar dimeşîne!

Bi mirina zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) re sitran, destan, folklor, çîrok û serpêhatî, henek, huner û rûmetên bi zimanê Kurdî ve girêdayî wenda dibe!

Her mirov, endamê civatekê ye. Her civat xwedîyê ziman, çand, huner, rûhîyet û dîrokek xweser e. Ew civat li ser erdnîgarîyekê dijî; ew erdnîgarî, tevlî gul û gîha, dar û ber, teyr û teba, tiştên sererd û binerd tev bi zimanê wê tê bi navkirin û ravekirin.

Meriv li gor dewlemendîya gotinê zimanê xwe dikare bihizire, bipeyive an binivîse. Gava ziman hat qedexekirin yan terikandin û zimanekî din jî baş neyê zanîn, bîr û bal û hişê mirov jî seqet, lawaz, teng û biçûk dibe!

Ev sed sal e ku bi qedexeya Kurdî hiş, bîr û bala gelê Kurd hatîye hefskirin û her roj tê tunekirin! Divê civata Kurd li xwe werqile û bi hişê xwe were! Kesên xwe wek rewşenbîr û sîyasetmedarê Kurd bi nav dikin, divê bi her rêyê tekoşîna karanîna zimanê Kurdî bide û civata Kurd li zimanê wê vegerîne.

Divê bi çalakîyên sîyasî, hunerî û dîtinbar, him li henber asîmîlasyona dewletê tekoşîn bidin û him jî bala gel bikişîne ser girîngî, pêwîstî, delalî û dewlemendîya Kurdî.

Îro resmîbûn û perwerdeya bi zimanê Kurdî, divê wek armancek sereke em deynin ber xwe!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir