Nêçîrvan Barzanî ji bo K24ê: Kiryara êrîşên dronî li ser Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Îraqê ye

erokê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Me li Bexdayê hejmareka hevdîtin û danûstandinan bi Serokwezîr û hemî hêzên siyasî yên Îraqê re kirin, di ean hevdîtinan de me tekez kir ku êdî mûçe gîro nebin”. Herwesa got, “Kiryara êrîşên dronî li ser Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Îraqê ye”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 14ê Çileya 2024ê) li Bexdayê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Serdana me ji bo Bexdayê û hevdîtinên bi siyasetvan û berpirsên Îraqê re karekê xwezayî ye ji ber ku em di wê cografiyê de dijîn”.

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Di hevdîtinên xwe de, me danûstandin li ser meseleya qûtê xelkî kir, ku bi dîtina me Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe li beranberî Bexdayê bi cih anîne, lewma ka çawa serederî bi hemî parêzgehên Îraqê re tê kirin, divê wesa serederî bi Herêma Kurdistanê re jî bê kirin, nabe mijara mûçeyan bibe mijareka siyasî û karta givaştinê li ser Herêma Kurdistanê”.

Nêçîrvanî Barzanî behsa wê yekê jî kir ku, “Serokwezîrê Îraqê fehimandineka yekcar baş ji bo çarekeiina arêşeya mûçeyan hebû, ez piştrast im ew dê hemî bizavan bike ku ev arêşe bê çarekirin. Her îro jî biryarek ji Civata Wezîran derkeft, spas ji bo Serokwezîrê Îraqê, ev destpêkeka baş e”.

Serokê Herêma Kurdistanê di wê konfiransa rojnamevanî de herwesa got, “Pirseka dî, ku me bi berpirsên Îraqê re danûstandin li ser kirin, pirsa ewlehiyê û êrîşên dronî bû, ku sedemên têkdana ewlehiya Îraqê ne. Bi piştrastî ve, zêdetir danûstandin li ser vê mijarê pêdivî ne”.

Nêçîrvan Barzanî ron kir, “Em spasiya mûçerxurên Herêma Kurdistanê dikin, ku xweragir û aram bûn, em bihêvî ne ku îsal meseleya mûçeyan nebe mijara medyayê û wekî mûçexurên tevaya Îraqê, mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê jî bên dabînkirin”.

Ew yek jî berçav kir ku, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema borî de bi rijdî li ser çarekirina pirsa mûçe û budceyan kar kiriye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî datayên xwe dane Bexdayê, niha geha wê yekê ye ku li Bexdayê pabendî bê kirin.

Di bersiva pirsyara Peyamnêrê K24ê Şîvan Cebarî de li ser dubarenebûna êrîşên dronî, Serokê Herêma Kurdistanê ragehand, “Kiryara êrîşên dronî li ser Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Îraqê ye. Em bi wê yekê re ne ku ev arêşe bên çarekirin û dubare nebin. Wekî gerentî, min çi gerentî wernegirtine, min helwesta Herêma Kurdistanê li Bexdayê behs kiriye û berpirsên Îraqê jî di vî warî de fehimandineka baş hebû”.

Li ser pirsa paşxistina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got, “Mixabin, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê gelek veman, vemana wan rewatiya dezgehên Herêma Kurdistanê dixe jêr pirsyarê. Ji bo vê yekê, me daxwaz kiriye ku Şanda Komisyona Bala ya Hilbijartinên  Îraqê serdana Hewlêrê bike, ku biryar e di çend rojên bê de bê û dê bi hevkarên min re hevdîtin û civînan bike, ku ji bo cara dawiyê jivanek ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bê danan”.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *