ROJA NÛ (1943-1946)

Siddik BIZARSLAN

Roja Nû, rojnameyeke hefteyî bûye û li Beyrûdê di navbera salên 1943-1946an da hatîye weşandin. Wek ku li ser her jimareyê hatîye nivîsandin, cîyê çapa rojnamê ”Bêrût Birc: Weqif Tabet” bûye û bi tevayî 73 jimar derçûne; çapa jimareya pêşîn 3yê gulana 1943 ye û ya dawî jî 13yê gulana 1946 e. Her jimarên wê 4 rûpel in û ebada orijinala wê 30X46 cm. ye. Xwedî û berpirsîyarê rojnamê, zimanzan û nivîskarê navdar Mîr Dr. Kamiran Alî Bedir-Xan (21 tebax 1895 Stanbol- 4 çileya pêşî 1978 Paris) e.

Roja Nû, bi Kurdî û Fransî derketîye.  Heta jimareya 49an her jimarek 3 rûpel Kurdî û rûpelek Fransî bûye, lê ji jimareya 49yê pêve jimarek bi Kurdî û yek jî bi Fransî derçûye. Wek mîsal, jimareya dawîyê (72-73) digel hev 4 rûpel bûye ku du rpel bi Kurdî û du rûpel jî Fransî, lê ji hev cîyê bûne. Yanê jimareya 72 Kurdî (2 rûpel) û jimareya 73 (2 rûpel) Fransî derketîye.

Her çiqas hatîye nivîsîn ku ”rojnameyek hefteyî” bûye jî, ev jibo hemî jimareyan ne di cî da ye. Jimareya 1 heta 12 li pey hev, her hefte rojên duşemê derketine. Jimareya 12 û 13 bi hev ra çap bûne û jimareya 14an piştî panzde rojan derçûye. Jimareyên 14-23 dîsa her hefte rojên duşemê derçûne lê jimareya 24an panzde roj piştî jimareya berê derçûye. Jimareyên 30, 31, 35, 38, 40, 45 û 46, panzde roj piştî jimarên berê derçûne. Ji jimareya 49yan pêve di pazde rojan da du jimar derçûne lê jimarek bi Kurdî û jimarek bi Fransî bûne. Carna jimareyên Fransî û Kurdî li pey hev, carna jî her du bi hev ra û di rojek da çapbûne. Lê balkêş e ku di navbera jimareya 48 û 49an da salek û du meh wext derbas bûye; bi awayeka dî 14 meh rawestandinek jibo weşanê çêbûye.

Di Roja Nû da hatîye nivîsîn ku rojnameyeka siyasi ye. Lê di naveroka jimareyan da xuya dibe ku ew ne tenê siyasi bûye, her weha ew rojnameyeka çandeyî bûye jî. Ji ber ku gelek nivîsên edebî û folklorî jî di rûpelên wê da derçûne. Kovarên Hawar û Ronahî jî bi heman rengî bûne (siyasi û çandeyî). Ji ber ku Roja Nû, di dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn da derçûye; piranîya nûçe û gotarên wê, di derbarê şerê navbera enîya (cepheya) demokrasiyê û faşizmê da bûye û wê jî cîyê xwe di enîya demokrasiyê da girtîye.

Nûçe û gotarên li ser Kurdan ku wê demê di çapemenîya cîhanê da (bi taybetî bi zimanên Fransî, Îngilîzî, Almanî, Erebî û Farisî) derçûne; Roja Nû, wan civandîye û di rûpelên xwe da raxistîye pêşberê xwendoxên Kurdan. Di beşê Kurdî da gelek nivîskar, şaîr û sîyasetmedarên Kurd bi nivîsên xwe ve rûpelên rojnameyê xemilandine. Ji bilî xwedî û berpirsîyarê rojnamê Kamiran Bedir- Xan wek Celadet Alî Bedir-Xan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Qedrî Can, M. Ehmedê Namî û yên dîtir tê da nivîsîne.

Di rûpelên rojnameyê da hin nivîs û gotarên kurt di derbarê edebîyat û nivîskarên Ewrupîyan da bi zimanê Fransî hatine weşandin. Kamiran Bedir-Xan, hin sitranên folklori yên Kurdî wergerandîye jibo Fransî û di rûpelên rojnamê da çapkirîye. Di beşê Fransî da gelek gotar û nivîs derçûne ku Kurd li herêma xwe netewek e û Kurdistan bûye kolonî û hatîye parçekirin û mafê neteweyê Kurd e ku dewleta xwe ya serbixwe û yekbûyî damezrîne û di nav neteweyên cîhanê da cîyê xwe yê heqîyê yê qedirbilind bistîne û hwd…

Bi kurtayî Roja Nû, bi jîyana xwe ya çapemenîyê ve ji Kitêbxana Kurdî ra dewlemendîyeke hêja hiştîye. Bi taybetî xizmeta wê ya jibo zimanê Kurdî bi tîpên latînî, xizîneyeke giranbuha ye. Weşanên Jîna Nû jî vê xizîneya qedirbilind ji nû ve gihandîye destê xwendevanên kurd û bi vî awayî karekî hêja kirîye. (W. Jîna Nû,  73 hejmarên Roja Nû digel hev ji nû ve komkirîye û di sibata 1986´an da li Swedê çap kirîye.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *