Roja Ala Kurdistanê Pîrozbe!

Îro 17ê Kanûnê, roja Ala Kurdistanê ye. Yasaya Ala Kurdistanê, di sala 1999 de ji aliyê parlamentoya Başûrê Kurdistanê ve hate pesendkirin, û di sala 2004an de bi biryarekê, 17ê Kanûnê weke roja Ala Kurdistanê hat destnîşankirin.

Hikumeta Federal a Kurdistanê jî, vê alaya ku di 1920ê de hatibû amade kirin, bi avakirina Parlamentoya Kurdistanê re, ji 1992 an de, wek Alaya Kurdistanê qebûl kirîye. Parlamentoya Herêma Kurdistana Federal, di 11-11-1999 an de yasayek derxist ku 17 Kanûnê wek ROJA ALAYA KURDISTANÊ hat dîyarkirin.

Her sal îro wek Roja ala ya Kurdistanê tê pîrozkirin. Parlamentoya Kurdistanê di 2002an de pîvanên alê tesbît kiriye û li gor biryarê 21 tîrêjên rojê li ser alayê hene. Rengên ku li ser alaya Kurdistanê sor: rengê şoreşê, sedeqat û biryardarîyê; sipî: rengê aştî û rastîyê, kesk: xwerist û jiyanê; zer jî ronahîyê; tîrêj: balkêşîyê dîyar dike.

Dîroka Ala Rengîn

Alaya Kurdistanê yekem ji aliyê Komeleya Rêxistina Civakî Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti, di sala 1920ê de hatî amadekirin; ew ala, bi reng û hawê xwe ve, wek Alaya Netewî hat qebûl kirin. Her weha Serokê Komeleyê Dr. Abdulla Cewdet daxwaznameya serxwebûnê dide Komîserîya Dewletan.

Li gor Zinnar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) (Doza Kurdistan)  ala Kurdî ya îroyîn ji alî Teşkîlati Îctîmaîye Cemiyetîyê hatîye tesbîtkirin ku şiklê wê weha ye; li jor rengê sor, di navînê de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê kesk wek ala millî ya Kurdan tesbîtkirine û îlan kirine.

Di Kongreyek ku li Lubnanê di 5 Cotmeh 1927an ku bi serperiştîya Memduh Selîm ji alî rêvebir û endamên rêxistinên Kurd yên bi navê Kürdistan Teali Cemiyetî, Kürt Teşkilat-ı İçtimaiye CemiyetiKürt Millet Fırkası, Komela Azadî û Komîteya Serxwebûna Kurdistan û hinek rewşenbîr û akademîsyenên Kurd yên ji Kurdistana Rojava, Rojhilar, Başûr û Başûrêrojava beşdar bûbûn, partîya XOYBÛN hat avakirin. Xoybûn, li navenda Agirî, di bin serperiştîya Îhsan Nûrî Paşa biryara şerê çekdarî da.

Di vê serîhildana Agrîyê de, Îhsan Nûrî Paşa ala Kurdî bi karanîye. Hetta rismek ku ji wê wextê meye, di gelek kovar û kitêban de hatiye belavkirin.

Mînak li ser qapaxa kitêba Sureyya Bedirxan -ku ew jî yek ji xebatkarên Xoybûnê bûye- ala Kurdî bi rengîn hatiye çapkirin û li binê alê jî bi îngilîzî “Flag of Kurdistan” (Ala Kurdistanê) hatiye nivîsîn. (binêre; Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By authority of Hoyboon, Philadelphila, 1928)  

Ala Kurdî di 1932 -an de li ser herdû bergên Hawar, no: 11 (10 Çiriya Paşîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin. Rengên wê jî sor li jor, li navendê sipî û li binî jî kesk, di ortêde jî tavek bi 18 tîrêjan heye.

“Hukumeta Cumhurîyeta Mehabadê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919-an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin girtin, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin”

Destpêka şoreşa Mahabatê de di roja 17 Berçile 1945 an da şoreşgerên kurd êrîşî Saraya mêtinkaran li Mahabatê kirin û Alaya Rengîn li ser avahîya Dadgehê çikandin. Ev dibe destpêka avakirina Komara Kurdistanê ku di 22 yê çileya 1946 ande li Meydana Çarçira bi coçek mezin ji alîyê Pêşewa Qazî Muhamed ve hat li darxistin. 

Piştî têkçûna Cûmhûrîyeta Kurdistanê, Qazî Mûhamed, Ala Kurdistanê teslîmî Generalê Komara xwe Mistefa Berzanî kir!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *