Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî (TDK-TEVGER)
Kürdistan Demokratik Hareketi (TDK-TEVGER)
Kurdistan Demokratische Bewegung (TDK-TEVGER)
Democratic Movement of Kurdistan (TDK-TEVGER)
Her netewe wêneyekî nasnameya wê heye, wêneyê nasnameya gelê Kurd Ala Rengîn e.
Ala rengîn, xwe disipêre dîrokek kevnar, bingeha wê diçe hetanî împaratorîya Med, ol û bawerîyên ku xwe disipêre pîrozîya rojê.
Ala Rengîn, hemû nîrx û rûmetên Kurdistanê yên dîrokî, kulturî û civatî temsîl dike!
Ala Rengîn, hemû navdarên ku xizmet û fedekarî ji civatê re kirîye û hemû şehîdên ku ji bo serxwebûn, azadî û yekîtîya Kurd û Kurdistanê, xwe feda kirine temsîl dike!
Alaya Kurdistanê, pêşî ji alî “Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti” (Komeleya Tevgirêdana Civakî ya Kurd) ku serokê wê Emîn Elî Bedirxan e, di sala 1920î de tê amadekirin û qebûlkirin.
Di 7ê cotmeha 1927an de, kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê, li Lubnanê rêxisina XOYBÛNê ava dikin. Ev Ala, dîsa weke ALAYA KURDISTANê qebûl kirin!
XOYBÛN bîryara serhildana AGIRÎ dide û ÎHSANNÛRÎ PAŞA wek sererkanê tevgerê erkdar dike. Bi biryara XOYBÛNê Îhsan Nûrî Paşa, Alaya Kurdistanê li ser çiyayê Agrî bilind kir.
Dema di roja 17.12.1945an de, li paytextê Rojhilatê Kurdistanê MAHABAD, KOMARA KURDISTAN hat damezrandin, li hemû daîreyên fermî Alaya Kurdistanê hat bilindkirin.
Di sala 2004an de, Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê, Alaya Kurdistanê, weke Alaya resmî ya Herêma Kurdistanê qebûl kir.
Di sala 2006an de, Serokatîya Herêma Kurdistanê biryar da ku li hemû dem û dezgehên resmî yên herêma Kurdistana Başûr, Alaya Kurdistanê bê daliqandin.
Di sala 2009an de, Parlementoya Herêma Kurdistanê, bi qanûnek taybetî 17 meha 12an (17ê Kanûnê) wek ROJA ALAYA KURDISTANÊ qebûl kir û îlan kir!
Alaya Kurdistanê sembola neteweya Kurd û Kurdistanê ye.
Alaya Kurdistanê, ji bo netewyê Kurd, sembola daxwaza serxebûn û dewleta kurdî ye.
Bê Alaya neteweyî, dewletek serbixwe nayê ava kirin.
Divê em dîrok, rûmet, wate û girîgîya ALA Kurdistanê bi her Kurdekî bidin naskirin.
Alaya Kurdistan, li hemû Kurd û Kurdistanîyan pîroz be!
Tevgera Demokratîk a Kurdistan
(TDK-TEVGER)