Roja 21ê Sibatê bila bibe destpêka perwerdeya bi zimanê Kurdî

Roja 21ê sibatê  wek ‘’Roja  Zimanê Zikmakî’’  ya navneteweyî  hatîye qebûl  kirin.

Di cîhanê de tu ziman di mistewaya  zimanê Kurdî(Kurmancî û Zazakî) de tuşî zilm û neheqîyê nebû ye.

Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê, heta demeke nêz jî  zimanê Kurdî  tune hatibû hesibandin.

Nuha di derbarê perwerdeyê û di weşangerîyê de hinek gavên erênî hatine avêtin. Lê hîna jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin.

Bi siyaseta Dewleta Tirkiyê yê bi dehan salane hatiye meşandin, gelek  Kurdên  bakurî  nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin.Ev trajedî û travmayeke kûr e.

Divê hemû Kurdên welatperwer di vê derbarê de, bernameyên taybet pêk bînin. Divê zimanê Kurdî di jiyana rojane de bibe zimanê me yê esasî.Divê em fêrbûn û axaftina zimanê Kurdî  wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.

Em bangî Dewleta Tirkîyê jî dikin, heta ku zimanê kurdî wek zimanê perwerdeyê neyê qebûl kirin û heta ku ew astengîyên qanûnesaîyê û qanûnan de ji holê neyê rakirin, dê bi tu awayî miletê Kurd û gelê Kurdistanê baweriya xwe bi tu gavên bi navê ‘’çareserîyê’’ neyne.

Roja Zimanê Zikmakî bila bibe  destpêka  bidestxistina perwerdeya bi zimanê Kurdî.

21 ê Sibatê de her Kurdek divê bi zimanê dayika xwe biaxive. 21ê Sibatê bila bibe destpêka  fêrbûna zimanê Kurdî.20.02.2015

Buroya Çapemenî  û Ragehandinê ya  Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *