RÊYA REFERANDÛMÊ RÊYEK RAST Û HEQ E (*)

RÊYA REFERANDÛMÊ RÊYEK RAST Û HEQ E (*)

                                                                                            Mehmed Selîm Uzun

Li Herêma Kurdîstanê di 25ê îlona 2017yê de ji bona serxwebûna Kurdistanê wê referandûm çêbibe. Her çend di parçeyek Kurdîstanê da çêbe jî, ev freferandûm di dîroka neteweya Kurd de bûyerek gelek giring e. Jiber ku parçeyek ji neteweya Kurd li ser pêşeroja xwe biryar dide, qedera xwe tayîn dike.

Her çend di parçeyek de pêkwere jî referandûma 25ê îlonê li ser hemû parçeyên Kurdistanê û bi tewayî li ser hemû miletê Kurd wê bandora xwe nîşan bide. Ji ber wê jî referandûma 25ê îlonê di dîroka netewa Kurd de wek mîladek e. Ji ber ku parçeyek girîng ji neteweya Kurd wê bi îradeya xwe li dinyayê di nav neteweyên serbest û azad de cihê xwe bigire.

Bêguman referandûm bi her awayî heqê miletê Kurd e. Ev ne tiştekî wek lutûf û bexşkrinê ye. Neteweya Kurd vê heqî ji netewebûna xwe, ji dîroka xwe, ji dîroka xwe ya sîyasî û hem jî ji huqûqa nawneteweyî wer digire. Ji ber ku wek hemû miletên dinyayê heqê miletê Kurd jî heye ku qedera xwe bi destên xwe tayîn bike. Ev bi her awayî heqek xwezayî û bingehî  ye, heqek meşrû û mirowî ye. Êdî dem hatiye ku neteweya Kurd evî heqê xwe bi destê xwe bicîh bîne.

Bêguman miletê Kurd bi hêsanî negihiştiyê vê qonaxa ku karibin mercên çarenivîsa xwe pêkbînin. Heta îro miletê Kurd her daîm di nav têkoşînê de bûye û gelek bedelên giran dane. Îro neteweya Kurd û destkeftiyên vê gihiştine qonaxekî nuh. Miletê Kurd bi vê referandûmê dixwaze bigîje netîcekî û vê têkoşîna xwe ya dîrokî bigîjîne armanca wê.

Dibe ku hinek kêmasî hebin û dibe ku mirov hinek tiştan rexne bike. Dil dixwest ku biryara referandûmê di çarçoweyek hêrî fireh de û bi yekdengî bihata girtin û hazirî jî dîsa bi vî awahî bihata meşandin.

Lê li ser meşruîyeta referandûmê munaqeşe kirin û bi behaneyên bê bingeh dijderketin qet nayê qebulkirin. Çi heyf û mixabin di nav Kurdan de hinek kes û derûdorên siyasî ji rexnegirtinê wêdetir li hemberê referandûmê derdikevin û meşrûîyeta vî referandûmê munaqeşe dikin.

Çi li hundir yan jî li derve bin kes û hêzên ku li dijê referandûmê derdikevin û meşrûîyeta wê munaqeşe dikin bila baş bizanibin ku dîrok tucarî wan efû nake.

Bêguman şert û merc giran in, hem li hundir hem li derve hinek problem henin, dijminên me bi her awayî çi ji destên wan tê qet texsîr nakin. Dibe ku dinya kerr û lal be, dibe ku dostên neteweya Kurd bi hêsanî nikaribin dengê xwe bilind bikin, dibe ku dewletên kolonyalîst û ceberut yên navçeyê bi gef û tehdîdên xwe bixwazin pêşî lê bigirin. Em dizanin ku dîroka Kurd û Kurdîstanê bûye şahidê gelek îxanetan. Miletê Kurd 1945 de li Mehabatê û 6ê Adara 1975ê de bi peymana Cezayîrê îxanetên ku di qada navneteweyî de rûdane qet ji bîr nekiriye.

Lê bila di Rojhilata Navîn û hemû dinyayê de dost û dijminên neteweya Kurd baş bizanibin ku ji niha şûnda tu kes nikare pêşîya miletê Kurd bigire û miletê Kurd ji rêya serxwebûn û azadîyê paşde vegerîne.

Rêya referandûmê rêyek heq e, rêya referandûmê rêyek meşrû ye, rêya referandûmê rêyek rast e, rêya referandûmê rêyek adil e, rêya referandûmê rêyek demokratîk, aştîyane û însanî ye.

Ji alîyê dinê ve referandûma 25ê îlonê hem firsetek e, hem jî ji bona miletê Kurd azmûnek dîrokî ye. Firsetekî weha dîrokî her wext bidest nakeve. Gereke Kurd vêya baş fêm bikin û heqê vê bidin, wek neteweyek tevbigerin û bi serfîrazî ji vê azmûnê bibuhurin.

Helbet dil dixwaze ku Kurd û Ereb li hev werin û ger şert û merc hebin pirsgirêkên xwe di rêyek adil, demokratîk û aştiyane de çareser bikin. Lê çi heyf û mixabin êdî gelek dereng e.

Weka ku em dizanin dewletên vê navçeyê û dewletên ku dinyayê de hukim kirine heta niha xwestine ku hemû problemên milî, dînî, siyasî û ciwatî yên Rojhilata Navîn bi rêya zor û şîddetê, bir şer û qirkirinê çareser bikin. Di navçeyê de heta niha gelek komkujîyan rûdane, gelek xwîn hatiye rijandin, gelek xelk teva ziman û çanda xwe ve winda bûne, xelkên vê mintiqeyê gelek zulm û zordarî dîtine.

Referandûm hem ji bona miletê Kurd û hem jî ji bona ku di Rojhilata Navîn de pêşiya çareserkirina pirsgirêkên dîrokî yên ku me li jor behs kiribûn bê vekirin rêyek nuh û firsetek dîrokî ye.

Di dîrokê de ev cara yekemîn e ku di Rojhilata Navîn de neteweyekî dixwaze bi rêya aştiyane û demokratîk qedera xwe tayîn bike. Jiber vêya be jî referandûma 25ê îlonê dinyayê de û bi taybetî Rojhilata Navîn de nimûneyek dîrokî ye. Jiber ku referandûm di navçeyê de rêyekî nuh, meşrû, mirovî, aştiyane û demokratîk vedike.

Di eslê xwe de miletê Kurd miletek azadîxwaz û aştîperwer e, şer û pewçûn naxwaze. Lê heta îro dijminan wî mecbur kiriye ku dest bavêje çek û pişta xwe bide çiyayên Kurdistanê.

Li Kurdîstana Başûr ji bona bi dawîhanîna bi hevre mayina zorakî tu rîyekî din nemaye. Ji ber ku Bexdadê peymanên ku bi Kurdan re îmze kiribûn re qet rîayet nekiriye û heta îro şertên van peymanan pêknehanîye. Ne hukmên zagona bingehî (anayasa) ya Iraqa federal û ne jî maddeya 140 pêkanîne.

Ji îro şûnda lihevkirina Hewlêr û Bexdadê bêguman nebejî ne hêsan e. Eşkere ye ku zewaca bêdil nameşe. Êdî hewldanên bê encam yên jibo li hev hanîna Hewlêr û Bexadê jî bêmane ne. Eşkere ye ku li gor şert û mercên ku îro hene bi zorê ev zewaca bêdil naye meşandin.

Ji xwe Iraq fîîlen parçe-parçe bûye û ji îro pey de pêkhanîna Iraqeke yekgirtî nemumkun e. Ev çarêk esr e ku Kurd li ser axa xwe fîîlen wek dewletek serbixwe xwebixwe îdare dikin. Ji ber vê jî referandûm hem encama vê pêvajoyê (prosesê) ye hem jî destpêka pêwajoyek nuh e. Referandûm bi tenê di qada neteweyî û nawneteweyî de statuyek sîyasî û huqûqî dide vê rewşa fîîlî (defacto) ya ku îro rûdaye.

Referandûm jixwe di eynî wextê de qedera Kerkuk, Xaneqîn û navçeyên ku li ser gengeşî heye jî tayîn dike.

Bêguman her tişt di wextê xwe de û li gorî şert û mercan rûdide. Lê ji bona referandûmê hem li hundir hem li derva şert û merc musaît in. Êdî wext hatiye, yanî wext bêwext nîne. Êdî evro wext hatiye ku Kurd bi îrade û bi cesaret gav bavêjin. Dereng mayin qet nayê qebulkirin. Bêqerarî û teredut qet nabe. Lazim e Kurd vê carê pêşiya xwe bibînin û bi feraset, bi qerardarî û bi îradeyek xurt tevbigerin. Ev derfeta zêrîn ya dîrokî carekî din bi dest nakeve.

Bêguman dijî referandûmê di serî de dewletên vê heremê û dostên wan çi ji destên wan vere dê ew qet texsîr nekin û pêkbînin. Ji nuha de bi awakî eşkere Kurdan tehdît dikin.

Lê bila baş bê zanîn ku îro ne Kurd wek Kurdên berê ne, ne jî dinya wek dinya berê ye. Kurdan di şerê DAÎŞê de bi hemî dinyayê da îsbatkirin ku ew xwedîyê îradeyeke xurt û xwedîyê hêzek in, ev dikarin xwe biparêzin û îdare bikin.

Rastî ev e ku Kurd dixwazin mesele bi rêyek siyasî û di prosesek aştîyane û demokratîk çareser bibe. Lê dijmen mecbur bike pêwist e ku Kurd xwe ji bona her îhtimlê hazir bikin. Ez bawer dikim ku Kurd xwedîyê vê îrade û hêzê nin jî. Serok Mesud Barzanî jî bi feraset û bi îrada xwe ya xurt, bi qerardarî û îstiqrara xwe, bi dîplomasîya ku dimeşîne bawerî dide miletê Kurd û bûye remza (sembola) referandûma 25ê îlonê.

Bila herkes baş bizane ku ev ne pirsa şexsan e, ne pirsa eşîrtîyê ye, ne pirsa heremekî ye. Ev doza tekûtek partî, tekûtek rêxistin û tekûtek hêzan nîne. Ev dozeke milî ye. Ev doz, doza miletek e, ku li ser 40 mîlyonî ye. Heqê tu partî, rêxistin, herêm û şexsan tune ye ku referandûma 25ê îlonê jibo berjevendî yan jî problemên xwe bike qurban.

Ez wek ferdekî miletê Kurd bê qeyd û şert piştgirî didim referandûma 25ê îlonê. Ez bang dikim hemû partî, rêxistin û hêzên siyasî yên Kurdan yê çar parçeyên Kurdistanê! Ez bang dikim hemû sazgeh û dezgehên sivîl û demokratîk yên Kurdan yên welêt û yên dervayê Kurdistanê! Ez bang dikim hemû xelkê Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê û yên dîasporayê!

Ji kîja fikr û îdeolojîyê, ji kîja dîn û mezhebê, ji kîja bîr û bawerîyê, ji kîja çîn û tebeqe yê, ji kîja cinsiyet û statuyê dibin bila bibin; bila hemû Kurd û pêkhatiyên etnîkî û dînî yên ku li Kurdistana Başûrê dijîn, bila bi her awayî destek û piştgirî bidin referandûma 25ê îlonê ya 2017yê, bila herin ser sendoqan û dengê xwe bidin.

Rêya referandûmê rêyek rast û heq e. Ji bona miletê Kurd heqê tayinkirina qedera xwe heqek rewa ye û tucar nayê paşde xistin. Serxwebûn heqê miletê Kurd e. Dewletbûyîn jibo Kurdan wek şîrê dîya wan helal e, heqek xwezayî û dîrokî ye. Neteweya Kurd ji zû va ev heqkirî ye.

________________________

(*) Zazakîya vê nivisê berê Basnews (http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/363526), Netewe

(www.netewe.com), Rûpela Nû (http://www.rupelanu.com/rayire-referandûmi-rayiro-rast-u-heq-o-1398h.htm)  û hinek malperên dinê de derketibû. Li ser daxwaza xwendewanan nivis bi Kurmanckî jî tê weşandin.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *