RÊWÎTÎYA BER Bİ AXA AZAD VE

Amed,  bajarê sitûxwar û bêsiûd, ez nizanim çima tu xwedî dîrokek bextereşî, çima stûnên te şikestîye û tu birîndare? Ey bajarê birîndar û  xemgîn tu çima nikare mirîyên xwe  ji kolanan rakî û pêwîstîyên şîna xwe bi cîh bînî? Amed weke Cizîra Bota, weke Nisêbîna rengîn di şînê deye,  hêstirên Amedê diherikin beranberê Dîclê.   Dengê dayîk û zarokan, di bin dengên top û gulebaran de qût dibin. Ev çi tofan e, çi bela ye, dîsa di nav kolan û bajarên  wêrankirî de  çavsorî tê kirin.

Ez û hevalê xwe bi hevra me xwest  herin Başûrê Kurdîstanê.  Demek dirêj bû me dixwest dorpêç kirin û qeyranên  li başûr didome, bi çavên xwe bibînin. Me xwest di berbanga serxwebûn û azadîya Başûrê Kurdîstanê de, êş û hêvîyên birayên xwe ji nêzîk ve bibînin. Ez weke prensîbek, weke erkek netewî  li gor îmkan û qeweta xwe salê carek  serdana axa azad dikim. Kurdîstana azad hêvî û xewnên me xurtir dike. Her beşek axa azad ji bo gelê Kurd pîrozgehek e. Lewra bi xwîna şehîdan hatîye avdan û bi hejmar û naveroka ENFALAN jî qelenê wî hatîye dayîn.

Gava ez di bin sîya ala rengîn de dimeşim hemû êş û pirsgirêkên xwe ji bîr ve dikim.  Ez di wê bawerîyê de me ku divê her neferekî Kurd, ji bo gera betlane dem dem berê xwe bidin Başûrê Kurdîstanê û serdana  bajar û deverên dîrokî  bikin.  Ji bo gelê  Kurd heca herî pîroz û di cîh de serdana axa azad e.  Ew kesên rewşa wan ya aborî baş e, li şûna ku diherin  “Bodrûm, Marmaris, Datça û Antalya” salê carek çend rojên xwe,  ji bo welatê xwe, ji bo gelê xwe, ji bo erkên xwe yên netewî  veqetînin û divê  her dem serdana Kurdîstanê bikin. Heca herî pîroz û ya di cîh de, li gor  bawerîya min ev e!

Ber destê sibê,  demjimar sisê nîşan dida, me bajarê birîndar,  bajarê xemgîn, di nav şaşî  û xirabîyan de kor û lal bûye, li pey xwe hişt û bi rêketin.  Bê dengî û ewrê tirsê nîşan dida ku Amed,  di bin sîya tirsê de, westîyaye, nikare gav bavêje, nikare bêje: “Êdî  bes e, êdî  bes e!”   Me bajarê qedîm û dîrokî  di xewnek giran de hîşt û bi  rê ketin…

Şev tarî bû û rê dûr û dirêj bû…  Di berbanga sibê de,  tîrêjên rojê weke mizgînîya azadîyê axa Kurdîstanê hêdî hêdî ronî dikir. Bi zelalbûna asoyek kûr,  çîyayên kurdîstanê  rêhevaltî dikir bi me re. Her diçû li dijî tarîya şevê,  ronahîya rojê  rêhevaltî dikir di rêwîtîya  Başûrê Kurdîstanê de.  Mêrdîn  bi ronahîya gerdena xwe û sekna weke bûkekê , li paş ve ma,  Nisêbîna rengîn li ser rê bû. Em bi ronahîya gund û bajaran re, bi sitêrkên ezman re ketibûn nav pêşwazîyekî  giran.  Em bi rex û rexê “sînorên” dagîrkeran xistibûn nav me de diçûn,  min xewn û hêvîyên  xwe  yek bi yek dijimart di nav têlên bi dirî de.  Di kûraya aso de, weke sitêrkên ezman, rojên azad dibiriqîn!

Em gihîştin nav Nisêbînê,  bajar di xewde bû, di sûk û kolanan de, tu kes tunebû.  Li hinek deran “Gurên boz” û kûjerên  devbixwîn di kemînan de, li benda karên xwe yên hovane  bûn.

Em di ber nexweşxana Nisêbînê re,  derbas bûn û 500 metre pêş de, em li xwaringeha Şukru Kartal rawestîyan. Me dest bi xwarinê kirûbû ku dengê teqînek mezin Nisêbîn ji xew şîyar kir. Em derketin derva,  rewş ne baş bû.  Me xwarina  xwe  zû  qedand û em bi rê ketin.

Lewra weke ewrê reş, bayê mirinê li ser bajar digerîya. Lezgînîya ambulansan û seyarên dagîrkeran yên zirxî nîşana rewşek xirab bû!

Berîya em bigihîjin bajarê Mem û Zînê, beşek hêzên dagîrker  rê li me girtin û  nasname xwestin.  Piştî kontrolkirina nasname û bagaja erebê,  polisek dişibîya gelê Ereb ji me re got: Yala…

Em bi rê ketin,  çavên me, mêjîyê me, dilê me, me ber bi bajarê evînê ve dikişand.  Birca belek situyê xwe xwar kiribû û diponijî!.. Di bin zilma dagîrkeran de nalîn û figana Meleyê Cizîrî bû!  Cizîr digirîya û bîhna mirinê ji bajar dihat… Dîcle bi hêstirên dayîkan û bi xwîna zarokan har bûbû, bi xima ximek kelogirî diherikî!..

Em ji Cizîrê derketin,  me berê xwe da Silopî.  Xwînxwarên dagîrker, carek din me rawestandin.  Lêgerîn û pirsîn qedîya, bi awayek  lezgîn, em ji  cîhê kontrolkirinê û  ji cem Kûjerên dev bi xwîn dûr ketin.

Gava em gihîştin derîyê Xelîl Îbrahîm, me dît ku gumruk bêdeng e,   çûndin û hatin, li gor demên berê ketîye.  Ambargoyek nav lênekirî didome.  Xuyaye neyarên gelê Kurd dixwazin şerê aborî, şerê sîyasî û şerê leşkerî bi hevre bidomînin.  Dewletên dagîrker bi hemû derfet û îmkanên xwe Kurdîstan dorpêç kirine, lê mixabin  xulam û hevalbendê wan jî alkarîya wan dikin!..

Piştî em derbasî Zaxo`ya delal bûn, ew êş û tengasîyên psîkolojîk  ji ser mile me rabû,  rûyê me  kenîya û bandora aramîyekî  berfireh,  xerhatina me kir.  Dîmenên Kurdîstanê, asayîş û rûbirûbûna pêşmerge mirov kêfxweş dike. Jiyanek Kurdewarî li seranserê bajar xwe nîşan dide û  karekterê Zaxoya delal radixe ber çawan! Dîmenên azadî û desthilatdarîya gelê Kurd, bîrûbawerîyên me, hêvî û xewnên me her tim baştir dike.

Em ji Zaxo derketin û berbe Dihoka rengîn ve,  bi  rê ketin.  Ez salek berê hatibûm başûrê Kurdîstanê; di salekî de pêşketin û guhertinên çewa pêk hatibûn min meraq dikir.  Guhertinên min di nav salekî didît mizgînîya dewletbûnê bû!  Min dît ku her diçe dengê lingê serxwebûnê nêzîk dibe, sazî û jîyana medenî  li ser astê netewebûnê bi cîh dibe.  Bi hemû şêweyên kêmasî, şaşî û tengasîyê, dîsa jî bawerîyek mezin   xwe nişan dide.  Di kolanan de, di bazaran de reng û dengê Kurdî mirov kêfxweş dike. Pêşketin û geşbûna bajarê Dihokê hêvîyên serxwebûnê xurt dike.

Me ji Dihoka rengîn xatir xwest û ber bi Hewlêr ve ketin rê.  Ji alîyekî de bandora şer û dorpeçkirina neyarên gelê Kurd,  ji alîyekî din de jî xebat û hewldanên li dijî  vê dorpêçkirinê didome.  Qeyranên aborî tesîrek negatîf li ser jîyana hemwelatîyên Kurdîstanê dike.  Problemên  sîyasî  û  civakî li benda  hukumetek  nû ye.  Daxwaza serokê Kurdîstanê birêz Mesûd Barzanî ku di derheqê lêpirsîna çaksazî û reformên nû  bandorek erênî li ser civatê kirîye.

Plan û êrîşên dewletên dagîrker û hevalbendên wan, tesîrên demkî li ser civatê dike, lê xuyaye xwedîyê malê û diz bi hev hisîyane.  Lewra alîyên dixwazîn nakokîyên sîyasî kûr bikin û metirsîyan li ser  civatê  geş bikin, êdî ji alîyê civata Kurd ve baş tê zanîn.  Hemwelatîyên di kolanan de, kar û barên  xwe didomînin, rexnan li wan grûbên heremî  tevdigerin digirin.

Başûrê Kurdîstanê di berbanga serxwebûnê de, ji hemû alîyan ve di bin êrîş û dorpêç kirinek dijwar de ye. Gelê Kurdîstan û pêşmergên kehraman di sengeran de, li hemberî neyarên gelê Kurd weke mertalên zîndî  radiwestin. Ew helwest û rawestîna netewî, hêvî û bawerîyên mirov xurtir dike.

Li Hewlera paytext, min gelek dost û mirovên hêja naskir. Min li Hewlerê Kurdîstanîyên li Ewropa dijîn û di rojên tengasîyê de li cem birayên xwe hatibûn beşdarî şer bibin dît. Yek ji wan hêjayan jî,  Dr Silêman bû.  Doktor tecrubên xwe yên teknîkî û perwerdeyî bi pêşmergên xwebeş re parvedikir.  Bi qasî çend seetan be jî ,me senger û wargeha pêşmergên xwebeş dît. Ji Ewropa bigire heta çar perçên Kurdîstanê, pêşmergên xwebeş hatibûn li dijî neyarên gelê Kurd şer bikin. Ji bo rizgarkirina bajarê Mûsûlê amadekarî û perwerdeyî didomandin.  Bi rastî mirov gava ev kesayetên hêja dibîne gelek kêfxweş dibe.

Weke gelek biraderan ez jî di wê bawerîyê de me, rizgarkirina Mûsûlê ji bo Kurdîstanê gelek girîng e û weke av û nan pêwîst e!  Ji bo aramî û serkeftina Kurdîstanê rizgarkirin û azadkirina Mûsûlê pêwîstîyek jîyanî ye.

Di warê dîrokî de jî, di warê civakî û aborî de desthilatdarî û bandora gelê Kurd li ser Mûsûlê zede bûye.  Em baş dizanin ku di demên 1920 an de pirsgirêkên di navbera Birîtanya û Tirkîyê de, li ser Kerkûk û Mûsûlê bûye. Di wan deman de, bi nifûs û erdnegarî Mûsûl û Kerkûk weke bajarên Kurdîstanê hatiye qebûl kirin. Piştî salên 1920 şûnde desthilatdarên İraqê, Erebên nijadperest û Baasîyên hov, nifûs  û sînorên Kurdîstanê bi salan guhertin û hê jî wê sîyaseta dagîrker didomînin.

Gelê Kurdîstanê ji bo dahatûya xwe, divê li hemû perçên Kurdîstanê li destkeftîyên xwe xwedî derkeve û bi hestên biratî  piştgirîya hev bikin. Ji ber vê yekê jî her kesayetek Kurd li kuderê dijî bila bijî,  lê pêwîst e li welatê xwe,  li gelê xwe û li Kurdîstanê xwedî derkeve.  Welatê mirov, weke laşê (beden) mirov e.  Çawa li dijî nexweşî û metirsîyan bedena mirov bertekan nîşan dide.  Gelê Kurd jî divê li her dere, li dijî neyar û dagîrkerên Kurdîstanê hişyar bin û lîstokên wan pûç bikin. Bi saya çavekî baş, dikare bibe xwedî asoyek zelal û kûrayîyê. Bi saya guhekî hişyar û saxlam dikare her tiştî bibîhîze.  Bi saya bêvilek (pozek) zîz (xesas) dikarê zûtirîn bîhn bigire û rê li ber rizîbûn û xirabîyan bigire. Ev jî bi karekterê netewbûnê mumkun e. Gelê Kurd divê ji jîyan û dîroka Cûhîyan dersan derxe, di hemû deman de li hev xwedî derkeve û rê li dijmînê xwe bigire.

Kurdîstan bi hezar salan e bûye wargeha şer û pevçûnan.  Împarator û dagîrkerên hov, her dem hatine li erdnîgarîya Kurdîstanê konê xwe vegirtine. Ger gelê Kurd bi hişmendîyek netewî li destkeftî û berjewendîyê xwe xwedî derkeve tu hêz, tu dewletên dagîrker û dijmînê hov nikare bi gelê Kurd. Serkeftin û desthilatdarîya neyarên gelê Kurd, ji sedemên bê tifaqî û bê yekîtîya gelê Kurd tê.  Di vê rêwîtîya me ya dawî de me carek din dît ku mifta têkçûn û serkeftinê di destê gelê Kurd de ye.

Bi Kurtayî di demek teng de, em bûn şahidê gellek tiştan. Me rexne û gazin jî bihîst, pesin û gotinên vala jî bihîst. Lê, ez di wê bawerîyê de me ku her diçe xewn û hêvîyên gelê Kurd  hêdî hêdî bi cîh dibe. Ger gelê Kurd nasnama netewî  li ser nasnama partî û rêxistinan ferz bike û li berjewendîyên netewî xwedî derkeve, tu hêz nikare rê li pêş gelê Kurd bigire.

Rêwîtîya min,  Hewlêr, Pîrmam, Şaqlawa, Akrê, Şêxan, Dihok û ser Zaxo re bidawî bû. Di Çûndin û hatinê de, tengasî û problem  ku hêzên dagîrker derdixistin di navbera Silopî, Cizîr û Nisêbînê de zêdetir bû. Cano Amedî,  22/03/2016 AMED

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir