Randall Rhodes: Me kesên ji bo berjewendiya Kurdistanê kar bikin mezin kirin

Rektorê Zanîngeha Amerîka-Kurdistan Dr. Randall Rhodes diyar kir ku wan bi hemû hêza xwe hewl da ku xwendekarên wan di warê akademîk de serketî bin û wan kesan bilind bikin ku ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê kar bikin.

Dr. Randall Rhodes di axaftina xwe ya di merasima derçûna 6emîn a zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê de silav li hemû mêvanan kir û ji ber xebatên wan ên pîşeyî pîrozbahî li xwendekaran kir.

Rhodes amaje bi wê yekê jî kir ku armanca zanîngehê amadekirina nifşên paşerojê ji civakê re ye û got, “Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê zanîngeheke kurdî ye û ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê hatiye avakirin.”

Rektorê Zanîngehê Rhodes, da zanîn ku ji bo xwendekarên wan di warê akademîk de serketî bin, her hewil didin û got, “Ji bo ku kes li dû xwe nemîne em gelek xizmetên ji xwendekaran re pêşkêş dikin.”

“Yekitiya kampusê standardên herî bilind bicîh anîne û gelek nêrîn bi cih kiriye da ku cihêkarî tunebe û cihêrengî her dem li vir xuya bibe.” Rhodes da zanîn ku ji mezûnan re her cure agahiyên ku wê wan ji bo pêşerojê amade bike û qadên wan ronî bike tê dayîn.

Dr. Randall Rhodes: “Em di mezinkirina kesên ku dê ji bo berjewendiya ax û welat bixebitin bi ser ketin.”

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *