Qazî Mihemed..Silav

 

Ji pêlpêlokên stranên dayîkan bi hejandina dergûșê re, ez qeftek awazên dengbêj û stranbêjan dirêsim û li seranser Amojgeha giyanê te diweșînim “Qazî Mihemed” ê serok.

Gilokek berfa çiyayê evîniyê ez himbêzî aramiya canê xwe dikim û hêdî hêdî tevlî hingivê bêjeyê te yê taybet dikim û li ser maseya hastên te yên  rast dikim û bi germbûniya wan re ez eniya te diramûsêm, ew eniya hastên bavan û dayîkan didê me.

Qaziyê rêzdar!

Keçikên kurdan û jinên wan heta îro jî bisk û keziyên xwe li ser tevna halan te dirêsin, û steran û narînkên zava û bûkan li ser têlên demarên te bi deng û awaz dikin û bi zayîna kaniya dana te re dilîlînin.

Heta neha jî ew mêbûniya xwe di neynika mêbûniya xanima te “Mîna”  de dixemilînin û bi tîpên navê te û “Mîna” dibêjin û dipeyivînin.

Heta îro jî Mêrê kurd darvaniyê di çêregeha lehingiya te de berdewam dikin, ew baș dizanin çêregeha te dîlana mêraniyê ye, dîlana mêrxwaziya bi deng û renge.

Qaziyê dildar!

Me gelek caran hewil daye kû em derbasî hola evîniya te û “Mihabad” ê bibin, da em fêrî “abiya” evînîy we bibin, da em fêrî çend bêje û wateyên pispisa hezkirina we bibin, û da di şîrava kaniya dilsoziya we de em xwe noq bikin û em kiras û xiftanê dilpakiyê li qam û qelefeta hest û nestên xwe bikin, lê em bê çare dimînin, ji ber kû evîniya we yekane zaye, û yekane jiya ye, û yekane di tabloyên  evîndaran de hatiye neqişandin.

Qaziyê kurdan!

Qeftên silavan, gilokên evîniya dayîkê ji zarokan re, em ji giyanê te re dișînin.

Xunava dilovaniya bav ji piçûkan re em tevlî dilovaniya te dikin, û em li asoyên cîhanê belav dikin.

Bibûre em matmayî mane kû em çi diyarî te bikin, ji ber kû dana me li himber dana te  wê herî piçûk û qels bimînê

Lê ez dikarim erê bikim kû sûnda te ya bi rûmet li ser kakila dilê me hatiya nivîsîn û ti jêbir wê nekaribin wê jê bibin, ew sûnd bûye hevalcêwiya sirûda “Ey Reqîb” û di rengê “Ala” me de rengreng bûye.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir