PWK serdana gora Dr. Abdurahman Qasimlo kir -Video

Endam û rêvebirên PWK li Parîsê, tevlî Partîya Demokrata Kurdistan Îran, Enternasyonal Sosyalîst,  Enstituya Kurd, HAK-PAR, Navenda Netewî ya Rojhilata Kurdistan, DIAKURD, PSK,  Koordînasyona Encumena Hemahengî serdana gora Dr. Abdurahman Qasimlo kir û 35 salîya salvegera şehadeta wî yad kirin!

_______________________________________________________________

Şehîdbûna Dr. Qasimlo li Parîsê bi girseyî hate protesto kirin

Bi wesîleya 35emin salvegera şehîdkirina Sekreterê Giştî yê berê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê (Îran) – PDKÎ, Dr. Ebdurahman Qasimlo û hevalên wî Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûl, di 13ê tîrmehê de, li Goristana Père Lachaise a Parîsê xwepêşandaneke protestoyê pêk hat. Di meşa ku ji aliyê PDKÎ ve hatibû organîzekirin de bi bisedan Kurd û dostên wan ên Fransiz beşdar bûn.
Weke tê zanîn Sekreterê Giştî yê berê yê PDKÎ, Dr. Ebdurahman Qasimlo û hevalên wî Ebdulla Qadirîzade, Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ û Dr. Fazil Resûl ê ji başûrê Kurdistanê, di 13ê tîrmeha 1989ê de, li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê ji alîyê îstîxbarata Îranê ve, di dema xwedêgiravî gotûbêjên aştiyê de li malekê hatin qetil kirin.

Meşê bi kombûna bi sedan rêveber, endam û alîgirên PDKÎ, nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerê Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Partiya Welatparêzên Kurdistanê – PWK, partiyên din ên Kurdistanî, nûnerên rêxistin û saziyên Kurd û dostên wan ên Fransiz li ber deriyê mezin ê goristana bi nav û deng Père Lachaise a Parîsê, saet di 13ê de dest pê kir.
Girseya ku ji ber derî bi alên Kurdistanê û flamayên PDKÎ dest bi meşê kir, ber bi gorên şehîdan ve meşiya û li ser gora Dr. Qasimlo û hevalên wî kom bû. Piştî xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîb bi bilindgoyê, amadebû deqeyekê ji bo giyanê pak ên şehîdan rawestiyan. Piştî wê nûnerê PDKÎ û rêxistinên din tacegulîne danîn ser gora şehîdan.

Di seremoniyê de Berdevkê Giştî yê PDKÎ, Xalid Ezîzî axavtineke dirêj kir û bahsa jiyan û xebata Dr. Qasimlo, rolê wî yê zindîkirina PDKÎ, têkoşîna wî ya siyasî û çekdarî ya li dijî rejimên Iranê, aştîxwazî û demokratbûna wî û rola wî ya di warê dîplomasî û navdeweltîkirin pirsa kurdî de kir. Her wiha navên partî û rêxitinên ku bi tacegulîne û mesajên xwe yên piştgiriyê amade bûbûn yek bi yek xwend û sipasiya wan kir, ku PWK jî di nav wan de bû û bi komeke heval û alîgirên xwe beşdar bûbû.

Di pey re xwepêşander ji ser gora Dr. Qasimlo û hevalên wî ber bi gora Sekreterê PDKÎ yê piştî Dr Qasimlo, Sadiq Şerefkendî û hevalên wî Hemayûn Erdelan, Nûrî Dehkodî û Fettah Ebdlî ku li bajarê Berlînê yê Almanyayê, disa ji aliyê sîxurên Îranê ve, di 17yê îlona 1992yê hatin şehîd kirin û li Père Lachaisê hatine veşartin ve meşiyan. Li wir jî her heman seremonî pêk hat û paşê xwepêşander belav bûn…

Yaqûb Karademir, Rûpela Nû, Parîs

__________________________________________________________________

Em Dr. Abdurahman Qasimlo Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin

Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partîya Demokrat a Kurdistan a İranê) Dr. Abdurahman Qasimlo di 13yê Tîrmeha 1989an de li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê li gel Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ yê Ebdulla Qadirîzade û Dr.Fazil Resûl ê ji başûrê Kurdistanê, ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên Dewleta Îranê re lidardixistin, ji alîyê sîxurên Dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.

Mixabin, Dewleta Awûstûryayê, di derbarê qesas û plangerên vê qetlîamê de tu doz venekirîye.

Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.

Dr. Abdurahman Qasimlo herweha pêşmerge, fermandar û rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.

Dewleta Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî, piştî wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşîna azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belê tu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna azadîya gelê me bigire.

Ew alaya ku Pêşewa Qazî Muhammed li Meydana Çarçirayê hildabû, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di destên pêşmerge û têkoşer û kedkarên qehreman de, ji bo azadîya Kurdistanê li ba dibe.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyê de dijîn.

Di 35emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî em Dewleta Îranê rûreş dikin.

13.07.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *