PWK li Qoserê çalakîya 21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê li darxist!

Îro li bajarê Qoserê, bi pêşavanîya cigirê serokê giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdîstanê (PWK) yê şaxa Mêrdînê Bedran ACAR, endamên meclîsa Partîya Welatpatêzên Kurdîstanê Nûrî KILIÇ M. Nezîr Gelerî û endam û alîgirên PWK ê çalakîyek ji bona“ 21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê” li darxistin.

Çalakî, li avahîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê bi beşdarbûna rêvebir û endamên partîyê Afîşek bi şîara “21 ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî Pîroz bê” li dervî avahîya partîyê hate dardakirin.

Paşê rêvebir, alîgir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdîstanê, li kolan û qada azadîyê broşûr- îlanê kû hatibûn amadekirin bi coş û germahî hate belavkirin. Çalakî ji layenên (terefê) gel bi awakî germ û bi serbilindayî hate pêşwazîkirin. Çalakî bi awakî serketî û bê pirsgirêk pêk hat.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *