PWK LI BATMANÊ ROJA ALA YA KURDISTANÊ PÎROZ KIR

Åžaxa PWKê ya Batmanê îro 17.12.2023,katjimêr 13.00 de bi minasebeta”ROJA ALA YA KURDISTANÊ”Pîrozbahîyek pêk anî.
Pîrozbahî li Hola Civînê ya Şaxa PWK a Batmanê bû.
Hol , her alî bi ala ya rengîn hat xemilandin.
Di destpêka bernamê de ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin û siruda netewî hat xwendin.
Serokê Şaxa Batmanê ya PWKê Azîz Ozdemîr bixêrhatin da mêvana û got:
Ev roj salvegera buyera 49 an bu.
Ev rojan bi mixabinî rojê kû erîş û heqaretên ku li pîrozîyên me wek Şêx Seîd têt kirin.
Ev rojan erîşên ku li ser zimanê me têt kirin
Ev roj Roja Ala ya Kurdistanê ye.
Serokê Şaxa Batmanê ya PWK di derheqê erîşên ku li pirozîyê me Şêx Seîd têt gotin bikurtasî agahdarî da û helwestaPWK anî ziman .
Di derheqê “Buyera 49an” da got: Tu buyer ,erîş nikaribu pêşîya tekoşîna milletê kurd bigire û ew ê negre .
Em îro bi diruÅŸma “Dê tu erîş nikaribe rê li ber azadîyê Kurdistanê bigire” Roja Alaya Kurdistanê pîroz dikin.
Ala Kurdistanê şan û şerefa miletê Kurd e.
Al rumet û remza netewe ye.
Al , nasname ye.
Al ,niÅŸtimane.
Çi partîyên kurd an jî çi mirovên kurdperwer yekîtîyek rasteqîn bixwazin,pêwist e ,ku ew dibin sîya Ala Kurdistanê de bicivin.Pêwist e ku her ji Ala ya kurd re bi giramî rêzê bigire.
Paşî êndanê meclisa PWK Ahmet Orhan daxuyanîya PWK xwend.Di daxuyanîyê de :
” 17ê çileya pêşîn Roja Alaya Kurdistanê ye.
Alaya Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1920’î de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin.
Ev alaya, ji xetên sor, sipî û keskê û li ser xeta sipî ji rojê pêk hatîye.
Di 1927an de ew alaya ku di 1920ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.
Alaya Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin.
Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, ew alaya wek Alaya Kurdistanê qebûl kir. Pêşmergeyên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê di roja 17yê çileya pêşîna ya 1945an de, li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, Alaya Îranê ji ser Avahîya Şarevanîya Mehabadê rakirin, Alaya Kurdistanê li ser avahîyê ve darve kirin.
Dewleta Komara Kurdistanê Alaya Kurdîstanê wek Alaya Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) bi hinek guhertinên biçûk qebûl kir. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Pêşewa Qazî Muhemmed Alaya Kurdistanê ya Komara Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzanî yê nemir û weha dibêje: “Vê Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê.”
Parlamentoya Herêma Kurdistanê, wê Alaya ku di 1920ê de hatibû amade kirin esas girt û di roja 11yê Mijdara 1999an de, 17yê çileya pêşîn weke Roja Alaya Kurdistanê îlan kir.
Ev Alaya Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî eve ji 100 salî zêdetire ku wek Alaya Kurdistanê tê qebûl kirin.
Ev roj roja ku bi hestên neteweyî, niştimanî lêxwedî derketin û hildana ala Kurdistanê ye. Divê ev ala jibo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek Alaya Kurdistanê bê qebûl kirin.
Em roja alaya rengîn a bi rûmet pîroz dikin.”
Paşî Aziz Özdemirî di derheqê dîrok û Ala Netewa Kurd de simînerek da.Di simînerê de :
Dema mirov alekê dibîne , milletek,netewek,gelek tê ber çavên mirov , nasnama wî miletî tê naskirin , di heman demê de dîrok û pirensîp û asta wî miletî di nav miletan û seranserî cîhanê de di ber çavên mirov re derbas dibe .
Eger em dixwazin Ala me Ala Kurdistanê xwedî cihekî bi rûmet û rêzdar be , gerek e em li xwe vegerin û li miletê xwe xwedî derkevin û xwe nas bikin .Hingê Ala me tê naskirin û di nav alên cîhanê de rûmetdar dibe û dibe Ala Kurdistanê .
Taybetîyên Ala ya Kurdistanê”Ala Kurdistanê, ji rengên kesk û sor û zer û spî pêk tên.Åžerîda sor li serê, ya sipî li nêvê, ya kesk jî li binî de ye. Li ser rengê spî bi 21 tîrêjên xwe roj heye.Di ala Kurdistanê de her rengek wateyek xwe heye.Kesk, rengê daristan û deÅŸt û çîya u banîyên welat e, bereket û xweşîye. Sor; agirê ZerdeÅŸtê Kal û xwîna lehengên Kurd e. Zer; azadî û ronahî ye. Spî; aÅŸitî, masûmîyet u rastevanî ye. 21 Tîrêjên rojê jî,remza roja Newrozê ye; ji roja ZerdeÅŸtîyan tê.
Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe pêşewa Qazî Muhemmed ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzanîyê nemir û weha dibêje:
“Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze. Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê.”
Paşî belgefilmek li ser “Dîroka Ala Kurdistanê”hate nîşandan
Piştî belgefilm Şexmus Hamo du helbest ji cegerxwîn û Seydayê Tîrêj xwend.
Ji bo li mala jî Roja Ala Kurdistanê bête pîroz kirin al li bêşdaran hate belavkirin.
Roja Alayê serkeftî û bi coş hate pîroz kirin. 17.12.2023
Teşkîlat Batmanê Ya PWK-
Partîya Welatparêzên Kurdistanê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *