Politika Surîye jibo zimanê kurdî:

Siddik BOZARSLAN

Di navbera salên 1920-1946an da herêma Sûrîye di bin Manda Fransayê da bû.  Kurdên wê herêmê, di 23yê hezîrana 1928an da bi daxwaznameyekê serî li Meclisa Damezrandina Sûrîye xistine û hin daxwazên xwe weha pêşnîyar kirine:

1.Zimanê kurdî, divê li herêma ku kurd lê dijîn, digel zimanên dî yên resmî were bikaranîn.

2.Divê li wê herêmê bi kurdî perwerde bê kirin.

3.Wezîfedarên hukumetê, divê bi yên kurd ra werin guhartin. Yanî li herêma kurdî divê memurên hukumetê kurd bin. Bi kurtayî, kurdên wê herêmê, jibo xwe bi awayekî otonomî xwestine.

Wek em dibînin, kurdan di çarçoveyekê da, jibo herêma xwe, xweserî (otonomi) ji hukumeta Sûrîyê xwestine. Berpirsên Mandayê, jibo herêma kurdî, nebûne tereftarê xweserîyê. Semedê wê jî, cîranên Sûrîye, Tirkîye û Îraqê, pêkanîna politika ”otonomiya kurdî” qebûl nekirine û acizîya xwe nîşan dane. Li gora yek ji wan berpirsîyarên Mandayê Rondot, `li herêmê zimanê kurdî serbest bûye, lê ne bi awayekî resmî.` Dîsa li gora Rondot, `perwerdeya bi kurdî jibo mekteban, ne mimkun bûye, ji ber ku materyalên dersan tunebûne û daxwaza gel tunabûye.`

Lê ev tespît, di eslê xwe da ne tespîteke rast e. Li gora Dr. Nureddin Zaza, semedê redkirina daxwaza kurdan jibo perwerdeyê, ji ber fikrên politik ên Manda Fransayê bûye. Wek mîsal, nivîskarekî kurd yê  xort Mistefa Botî, jibo perwerdekirinê, destûr ji Mandayê xwestîye ku mektebekê veke, lê wan destûr nedane. Di esasê xwe da politika dewleta Fransayê jibo dewletên herêmê yên Rojhilata Navîn, parastina wan dewletên ku nû hatine damezrandin bûye ku ew jî Sûrîye, Îraq û Tirkîyê bûne. Bi awayeka rasterast politika Fransayê, piştgirî jibo dewletên herêmê bûye û ev jî bi xwe ra li hemberî civata kurdî dijayetî raxistîye meydanê ku kurd ne dewlet bûne.

Lê wek em pê dizanin, derketina kovarên wek Hawar, Roja Nû û Ronahî; tenê di çarçoveya zimên û kultûrê da destûra Fransayê hebûye ku ew kovar werin weşandin. Mîsal, di 1937an da dema kurdên herêmê piştgirîya neteweevînên erebî jibo serxwebûna Sûrîyê kirine; weşana Kovara Hawarê hatîye rawestandin û jibo careka dî ew weşana xwe bidomîne, çar sal li benda destûrê mane ku ew rastî Şerê Cîhanî yê Diduyan tê ku wê demê Ingiliz jî hatine herêmê. Radyoya kurdî bi navê ”Radyo- Levant, di 1941ê da dest bi xebata xwe kirîye û ev heta 1ê nîsana 1946an dom kirîye.

Rêveberîya Manda Fransayê, heta 1946an dom kirîye û Surîye bûye dewleteka serbixwe. Di 1958an da yekîtîyek di navbera Misir û Surîyê da çêdibe û ev bi navê Komara Yekîtîya Erebî, jîyana xwe heta 1961ê didomîne. Bi hilweşandina yekîtîya Surîye û Misirê ve tade û zilma li ser kurdan li Surîyê zêdetir dibe. Ev politika tê qonaxek ku di dawîya 1962an da dema serjimartin çêdibe, 120.000 kurdên ku hevwelatîyên Surîyê bûne, wek tune tên hesibandin û bi vî awayî mafên hemwelatîyê ji wan tê sitandin. Paşê Kembera Erebî ku xwestîye herêmên kurdan bikin ereb, dest pêdike û di 1963´yan da, dema Partiya Baasê tê ser hukum; ew jî politika Erebîkirina Cezîrê li ser navê slogana ”Parastina Erebîkirina Cezîrê” wî karî didomîne.

Şefê Polisê Siyasi yê Herêma Hasekê Hilal, jibo Erebîkirina Cezîrê raporeke dizî amade dike. LI gora wê rapora dizî, Erebîkirina Cezîrê di bin 12 xalan da hatîye civandin ku naveroka wan maddeyan weha bûye:

1.Divê kurd ber bi hundur ve werin rêkirin û belavkirin.

  1. Divê kurd, ji perwerdekirinê mehrûm werin girtin ku ew cahîl (nezan) bimînin.
  2. Jibo ku kurd mecbûr bibin cîyê xwe biterkînin, divê ew bêkar bimînin, da ku têkevin nav xetera birçîbûnê.
  3. Ew kurdên ku di 1920an da ji bakur revîyabûn binxetê (başurêrojava), divê ew paşve jibo Tirkiyê werin rêkirin.
  4. Divê politika ”parçe bike û birêve bibe (li ser hukum bike)” têkeve jîyanê, kurdên ku dibêjin ”ew ji koka xwe ve ereb in”, li hemberî kurdan werin bikaranîn.
  5. Avakirina Kemera Erebî ku di 1962´an da dest pêkiribû, divê têkeve jîyanê.
  6. Jibo pêkanîna ”Erebîkirina Herêmên Kurdî”, erebên nîjadperest û zana cîwar bikin ku ew bibin çavdêrên kurdan heta ku ji cîyên xwe koçber bibin, jibo wê, politika ”kolonizasyon”ê têxin jîyanê.
  7. Îlankirina herêmeke eskerî jibo ku hêzên eskerî çavdêrîyê bikin, da ku kurd koçber bibin û ereb werin cîyên wan.
  8. Politika ”sosyalizasyon”ê bi cî bikin, jibo erebên hatine cîyê kurdan, wan perwerde bikin û bi çek bikin.
  9. Hemî kesên ku erebî nizanin, divê ew ji mafên hevwelatîyê fêdeyê nebînin.
  10. Oldarên kurd wek mela, divê ji otoriteyên wan ên oldarîyê werin dûrxistin û di şûna wan da oldarên ereb werin cîwarkirin. Ulemayên kurd dikarin jibo herêmên hundûr werin koçberkirin; ji ber ku civînên oldarên kurd, ne jibo dîn in, lê jibo kurdperwerîyê cewherek nîşan didin.
  11. Di nav ereban da divê kampanyayek li dijî kurdan pêk were.

Jibo pêkanîna wê politika erebîkirina cîyên kurdî; li seranserê sînorê tirk, ”Kemera Erebî” hat çêkirin ku kurahîya wê 10 heta15 km. bû û li wan deran di Çewlikên Model  (”çiftlikên model”) da bi hezaran ereb hatin cîwarkirin û kurd jê hatin dûrxistin. Ev bû semedê ku bi hindikayî 60.000 (li gora hin hesaban 120.000 kes) kurd hatin koçberkirin ku cîyê lê kurd tunebûn an şandin Lubnanê. (E. Hasanpur, eynê eser)

Balkêş e ku politika erebîkirina herêmên kurdî, di nav lihevhatina Partiyên Baas´î yên Şam û Baxdayê da pêk hatibûn. Dema navbera Şam û Baxdayê xirab bû; politika erebîkirina kurdan bo ereban, hat rawestandin. Yek semedê xirabkirina pêwendîyên Baxda û Şamê ew bû ku Baxdayê dixwestin bi rîya aştîyê bi kurdan ra lihevhatinek çêkin; lê rejima Şamê tereftarê wê nebû û nedixwest ku kurd û Baxda lihev werin. Loma rejima Şamê di 1963yan da bi hezaran eskerên xwe (di nav wan da yên filistinî jî hebûn) şand Baxdayê jibo alîkarîyê ku li dijî otonomixwazên Kurd şer bikin.

Lê balkêş bû ku piştî demek ku dostanî û hevkarîya Baxda û Şamê xirab bû, Serokê Suryê Hafiz Esad, bi awayeke resmî politika xwe ya erebîkirina herêmên kurdî, terikand û ”her tişt di halê wê da” hişt; lê digel wê jî destûr da ku erebên hatibûn cîyên kurdan, jîyana xwe li wan deran bidomînin.

Lê di alîyek da jî rejima Şamê, ji salên 1970yî vir da dixwest ku Baasîyên Baxdayê ji ser hukum dûr bikevin û jibo wê jî piştgirîya muxalefeta Îraqîyan dikir ku di nav wê muxalefetê da hêzên kurdî jî hebûn. Faktorekî dî jî ku Şamê piştgirîya kurdan dikir; faktora Tirkîyê bû ku navbera Ankara û Şamê nebaş bûn. Yanî bi kurtayî rejima Şamê jî her tim pragmatik difikirî û li gora Makyavelizmê menfeetên xwe dixistin jîyanê. Dema pêwist bû, politika qirkirinê li ser zimanê kurdî pêk dianîn û dema pêwist bû ne bi resmî be jî hebûna kurd qebûl dikir û pîrozkirina Newrozê li Şamê jî jibo çêbe destûr dihat dayîn.

Lê digel van hemî rastîyan, wek di 1986an da hat dîtin; heta 1985an jî newroz ji alîyê kurdan ve her sal dihat pîrozkirin û rejimê jî destûra pîrozkirinê dida. Lê jibo pîrozkirina Newrora 1986an rejimê destûr neda û bûyerên kuştinê çêbûn. Eskerên rejimê hem li Şamê û hem li herêmên kurdî kitleyên kurd gulebaran kirin ku Newrozê pîroz dikirin û di encamên wan bûyeran da 10 kurd hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn. Li gora haydarîyên wê demê, van bûyeran encamên lihevhatina Ankarayê û Şamê bûn ku xwîna kurd dîsa hatibû rijandin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir