Platforma Ciwanên Serbixwe di roja NEWROZê de bi meşalan gora Ahmedê Xanî zîyaret kirin!

Bi navê Xwedayê Kurdistanê

Silav û rêz û xoşewîstî bo hemû gelê Kurdistanê

Bi qewlê XANÎ:
Dastana beyana Newroza siltanî
Tesmîyeyê mewsimê surûr û şadimanî
Bi mersûmê qedîm ê Kurdistanî

Yanî ku dihate bircê sersal
Qet kes nedima di mesken û mal
Bilcumle diçûne der ji malan
Heta digihêşte pîr û kalan

Dewra felekê ji bextê feyroz
Dîsan ku numa ji nû ve Newroz

Sef sef dimeşîne koh û deştan
Ref ref dixweşîne seyr û geştan

Hindek bi peyayî çûne baxan
Hindek bi siwarî çûne raxan

Bi qewlê CIZÎRÎ:
Ev narê sîqala dil e daîm li wî qala dil e
Newroz û sersala dil e wextê hilêtin ew sirac

Bi qewlê FEQÎ:
Fesla bihar pîrozî ye
Bejna letîf Newrozî ye
Teyran hewar û gazî ye
Dîsa bi xêr hat nûbihar

Vêca em werine ser qewlê xwe!

Ev îradeya bilind a ku di vê roja Newrozê da li vê derê amade ye bi roleka pêxemberane ya têkoşana rizgarîya neteweyî ji kûrahîya dil û dîroka vî miletê bindest peyda bûye.

Armanca me bi gerandina vê ahenga Newrozê ragihandina îradeya bilind a doza neteweyî ye, ragihandina zindîtîya miletê Kurd e û ragihandina bawerî û hêvîyeka nû ye di têkoşana rizgarîxwaz a neteweyî da.

Em li ser rêbaza Xanî ne, em li ser wê rêbaza zimanperwer û neteweperwer in. Çawa wî hemû zimanên serdest bi rijdî red kirin û zimanê Kurdî hilbijart, em jî her wisa hemû zimanên serdest red dikin û rijdbûna xwe dupat dikin li ser axiftina bi zimanê Kurdî di hemû qadên jîyanê da. Her wisa çawa wî hemû desthilatên bîyanî red kirin û banga danîna otorîteya xwe bi xwe kir bo miletê Kurd, em jî heman dozê radigihînin û bi canfîdayane amade ne hemû pêwîstîyên vê dozê pêk bînin. Her wekî ku Melayê Cizîrî gotî: “PiÅŸtê nadin du hezar xencer û tîr û rim û xiÅŸt
Me serî danîye rê û bi Xwedê bestîye piÅŸt!”

Helbet ne bi tenê ji alîyê sîyasî ve em li ser rêbaza Xanî ne, ji alîyê bingeha felsefî ve jî em li ser vê rêbazê ne yanî ji alîyê irfanî û evînî ve jî em li ser vê rêbazê ne.

Xanî peyamberê neteweyî yê miletê Kurd e ku peyama rizgarîya vî miletî ragihandîye her wekî Mûsa Pêxember da ku ev milet jî ji bindestîya sîstemên Firewnî yên serdemê rizgar bibe. Îro em jî bangewazîya vê rêbaza neteweyî dikin.

Ji îro pê da rengê siyasetê dê wekî berê nebe li Kurdistanê, êdî pêla mezin a neteweperwerîya Kurdî xwe dide der û tu hêzek nikare vê pêlê bide rawestandin çunkî ji nakokîyeka kûr a neteweyî peyda dibe û heta ev nakokî hebe dê ev pêl jî berdewam be. Helbet ev nakokî bi xwe nabe sedema dînamîzmê, divê îradeyeka neteweperwer rabe û vê nakokîyê derbixe asta hişmendîyê da ku di nava civakê da dînamîzmê bi xwe ra bîne. Îro hewildana me ew e ku em wê îradeya pêşeng a neteweyî bi rêk bixin û rêbazeka nû bidine ber ciwanên xwe, ber miletê xwe!

Em bi vê rabûna xwe û bi hilkirina vî agirê Newrozê qelşeka neteweperwer vedikin di nava dilê hevsengîya sîyasî ya heyî da li Kurdistanê. Divê êdî her kesek bizanibe ku neteweperwerîya Kurdî ranaweste! Yek rêyeka rizgarîyê heye bo vî miletî ku ew jî neteweperwerîya Kurdî ye, em îro li Kurdistanê ji bilî vê rêyê rêyeka din nas nakin û jixwe hemû rêyên din dê ji nav biçin.

Li ser vê bingehê û bi vê wateyê Newroz li hemû gelê Kurdistanê pîroz be!

Dubare silav û rêz û xoşewîstî!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *