PKK bi zanebûn potansiyela gelê kurd ji holê radike

Xidir Uso di bersiva Rojevakurd de dibêje:Şerê ku ji alî PKK ve tê meşandin, ji bo armanc û berjewendîyên gelê Kurd tu wate û fêda wê nema ye. Bûye asteng ji rêxistinî, tekoşîn û rizgarîya gelê Kurd re.
Pirs:
Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.
Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?
Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?
Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike dê çewa be?

Bersiva Xidir Uso:
Li gorî min, heta îro pêvajoyek çareserîyê ya rastî dest pê nekirîye. Ji bo pêvajoyek çareserîyê bê destpêkirin, divê rayedarên dewleta mêtinkar, berîya her tiştî mafê gelê Kurd qebûl bike, ya rasterast yan jî bi çavdêrîya alîyê sisêya bi nûnerên gelê Kurd re rûnê û prosesa çareserîyê bide destpêkirin.
Werê xwanêbû ku demajoya ji alî Hukumeta Turkîye, bi navê “projeya çareserîyê” hat destpêkirin, ne ji bo çareserkirina doza Kurd, lê ji bo pêkanîna armancên xwe yên sîyasî bû.
Ev pêvajo, ji şûna çareserîyê, bû pêvajoyek ji nû de sîpergirtina herdû hêza li hember hev: di bin çavdêrîya îstîxbarata dewletê de PKK, li gund û bajaran xwe ji nuh de bi rêxistin kir, li gelek deveran qereqol danî, bac ji beşek welatîyan sitend, mahkemeyên gel ava kir û li hin gund û bajaran depoyên çekan çêkir. Ji bo ji holêrakirina van gavên PKK, dewletê jî xwe amade kir. Bi kuştina du polîsan, vî şera ji nuh de dest pêkir.
Li her welatekî ku bi darê zorê hatibe dagîrkirin û gel muamela kola bibîne, hebûn, ziman, çand û dîroka wî bê înkarkirin û qedexekirin; gava vêya qebûl neke û doza mafê xwe bike jî bi girtin, îşkence, malwêranî, koçberkirin û tevkujîyê bê cezakirin, helbet heqê wî gelî hey e serî jî hilde û şer jî bike. Lê divê ev pergala sîyasî, bi daxwazên meşrû û li gor berjewendîya wî gelî bête rêvebirin.
Gelê Kurd, di her qonaxa dîrokê de doza mafê xwe kiriye, di vê rêyê de xebat û tekoşîna xwe meşandîye. Tevlî vêya ji parçebûn û bindestîyê rizgar nebûye. Bi taybet piştî avabûna Komara Turkîye, ji alî rewşenbîrên welatperwer, serokên dînî û serokeşîrên welatperwer ve bi dehan serhildan û berxwedan çêbûn, bi sedhezaran mirovên Kurd hatin qetilkirin, dardakirin û koçberkirin; lê dîsa jî tekoşîna doza Kurd û Kurdistan nehat sekinandin. Ev tekoşîn li parçê Kurdistanê yên din jî bi dijwarî berdewam kir. Li ser bermaya vê tekoşînê û bi taybet tekoşîna Mistefa Berzanî û şerê Qîyadê ku li Başûr ji 1976an ve dest pêkir û bandora tevgerên demokratîk yên rizgarîya netewî ku li cîhanê pêkdihatin, tevgera Kurd, li Bakurê Kurdistanê, di pêşkêşîya ciwan û hejarên Kurd de, di bin navên cuda de, ji nuh de geş bû. Ev tevger, dewleta mêtinkar xist nava xof û fikaran.
Di vê pêvajoyê de, bi destê rêxistinên dewletê yên eşkere û tarî, li Turkîye û Kurdistanê, qeyrana sîyasî, aborî û asayişê derxistin. Li Turkîye`yê di navbêna çepgir û rastgiran û li Kurdistanê vêya bi rêya PKK meşandin.
PKK got: “tenê em gelê Kurd temsîl dikin. Armanca me, di pêşkêşîya bîr û bawerîya sosyalîzmê de, rizgarkirin û avakirina Kurdistanek serbixwe ya demokratik û yekbûyî ye. Kî li hember vê armancê derê xayine. Ji bo ku em bigehîjin vê armancê, divê em propaganda û rêxistinîya çakdar bimeşînin, hedefa me ya pêşî, ji holê rakina feodal û komparador burjuwazîyê Kurd e. Çi kes û rêxistina ku dibê, `em welatperwer in û doza Kurd û Kurdistan dikin`, divê beşdarî me bibin; ku beşdarî me nebin, em ji bo xwe kelem û astang dibînin û emê wan ji holê rakin!”
Çi kesê muxbirê dewletê bû, yê diz, qumarbaz, serserî, tiral û muptela hebû xwe da dora wan û selehek kirin ber û bera pêxîla welatperweran da. Bi hin eşîran re şer derxistin û hin serok eşîr kuştin. Çi rêxistina ku li Kurdistanê hebû, êrîş kirin û endam û rêvebirên wan kuştin. Heta mumkun bû, çi rêxistinên hebû deşîfre kirin û bêtaqet hîştin. Tiştê ku wan nikarîbû bikira jî cunta leşkerî kir.
Ocalan, di pirtûka xwe ya bi navê “Devrimin Dili ve Eylemi” (Ziman û Çalakîya Şoreşê) de dibê: “me civîna grûba xwe ya pêşî li Ankara di avahîya Îstîhbaratê de pêk anî. Li alîkî min, merivê Ozel Harb`ê Pîlot Necatî û li alîyê min yê din meriva Milli Istihbarat`ê Kesîre (Yildirim/Ocalan)hebû. Me sê salan bi pere û çekên dewletê tekoşîna xwe meşandîye; min dewleta Turkîye bi karanî(!)”
Ji bo ku wê cûnta bihata, karê Ocalan nemabû, loma derbasî Başûrê Rojavayê Kurdistanê bû. Li wir jî li gorî daxwaza dewleta Sûrî bi rêxistin bû û tevgerîya. Pêşî bi partîyên B.Rojava, Başûr û Rojhilat re têkilî, hevkarî û protokol çêkir; piştî 1984an ku şerê çekdarî da destpêkirin, bi îstîxbaratên Iraq û Îran re jî têkilîyên xwe danî û bi van dewletan re jî protokol çêkir.
Li her sê perçê Kurdistanê, tu partîyek Kurd li derbasbûna PKK û serokê wê nepirsî, tevan himbêza xwe jê re vekir. Lê PKK, di bin navê cuda li her perçakî Kurdistanê partî ava kir û dij propaganda partîyên Kurd kir. Dîroka wan reş kir, îrade û hebûna wan înkar kir û êrîşî rêvebir û endamên wan kir.
Piştî ku A. Ocalan vegerîya tirkî, got ku “ez ne evîndarê Kurdîtîyê me, hûn dewleta Kurd li ser sinîyê pêşkêşî min bikin jî ez naxwazim! Ez ne li dijî al, sînor û serwerîya dewleta Turkîye me! Pêwîstîya Turkîye bi Şoreşek Ekolojîk hey e! Em karin di bin sêwana Cumhûrîyetek Demokratîk de bi hev re bijîn! PKK di bin kontrola min de ye; gelê Kurd mîna pêxemberekî ji min re şecde dibe, destûr bidin ez wan têxim xizmeta we! Hûn nikarin mudaxeleyî nav sînorên dewletên derdora xwe bikin; destûr bidin, bi rêya PKK ez ji we re bikim!” Mirovên îstîxbaratê li ser navê xwe şand Qendîlê û fermanên xwe ji wan re şand.
Kesên li ser navê Serok (Ocalan) wek Konseya Serokatîyê rêvebirtîya PKK dikin û Rêvebirên BDP/HDP/PYD, PÇDK û PJAK yanî li her çar perçê Kurdistanê PKK, ji destûr û bernameyên xwe serxwebûna û yekîtîya Kurdistanê derxist, hêz û partîya ku doza serxwebûnê dike jî xayin û neyar îlan kir.
Hin bajar û navçeyên Kurdistanê hebûn ku lê bi Kurdî dipeyivîn û welatperwerbûn û tevan di hilbijartinan de, qaşo ji bo ku “nûnerên Kurda bûn(!)”, dengê xwe didan namzetên HDP û alîkarîya PKK dikirin; PKK, bi sîyaseta xendeq û dîwaran rê li ber dewleta mêtinkar xweş kir ku wan bajaran hilweşîne, bi hezaran ciwanên wan yê fedekar û welatperwer bikuje û bi sedhezaran gelê wan deveran bide koçkirin û perîşan bike. Divên “em bombeyan bi leşker û polîsên dewletê de diteqînin”, lê bi sedan malê Kurd hildiweşînin û bêtir xelkê sivîl dibe qurbanî!
Îro ji gelê Kurd re hêvî û firsendek çêbûye ku li Başûr û B.Rojavayê Kurdistanê dewletên Kurd yên Serbixwe, Federal yan Konfederal ava bibe. Li Başûr, Serok Mesûd Berzanî û du partîyên Kurd yên sereke biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê dane, lê rêvebirên PKK, bi hevkarîya dewletên herêmê yek bi yek daxwîyanîyê tund didin û dibên: “em nahêlin dewleta Kurd ava bibe! Emê civatek bê dewlet, bê çîn, bê sînor û bê jin û mêr avabikin(!)” Lê bi dewletê mêtinkar ku hîna mafê gelê Kurd înkar dikin hevkarîyê dikin.
Şerê ku ji alî PKK ve tê meşandin, ji bo armanc û berjewendîyên gelê Kurd tu wate û fêda wê nema ye. Bûye asteng ji rêxistinî, tekoşîn û rizgarîya gelê Kurd re. Ew potansîyela gelê Kurd ji bo doza mafê wî, ji alî PKK ve bi zanîn tê qedandin û tune kirin.
Îro PKK, li Başûrê Kurdistan, ji alî rêvebirin, asyiş û kontrolkirina xaka Kurdistanê, bûye kelem û astengek mezin. PKK, li Şingalê, Kerkûkê, derdora Qendîl, Helepçe û Silêmanî qereqol û yekîneyên xwe danîye, pêşmerge û hukumeta Kurdistanê dicixirine ku pê re şer bike. Hemû dewletên mêtinkar vê yekê ji PKK dixwaze ku bi pêşmerge re şer bike, da ku destdirêjîya Kurdistanê bikin û nehêlin referandûm û dewleta Kurd ava bibe.
PKK/PYD, li B.Rojava, bi rêya PYD hevaltîya rejîma Baas ya mêtinkar û dîktator dike û ji Baas`ê dijwartir êrîşî partî û tevgera Kurd dike. Berpisên partîyê Kurd digire, dikuje, dersînor dike; biro û navendên wan digire û dişewitîne; xebat û çalakîyên wan qedexe dike.
Li Rojhilat, her tim hevkarîya rejîma Îran kirîye û êrîşî partî û rêxistinên Kurd kirîye û dijî tekoşîna wan sekinîye. Tevgera û tekoşîna pêşmergeyên partîyên Rojhilat asteng dike û êrîşî wan dike.
Ne tenê Kurdistana Bakur, berjewendîya her çar perçê Kurdistanê û ya tu Kurdekî di şerê ku ji alî PKK ve tê ajotin nema ye. Çimkî armancek PKK ya ji bo berjewendîya gelê Kurd tune ye. Dibên: “emê dewletên mêtinkar, faşîst û dîktator demokratîk bikin.” Demokratîkkirina wan dewletan ne karê gelê Kurd e, karê gelên wan welatan bi xwe ye. Gelê Kurd nikare xwe ji bin desta rizgar bike, wê çawa wan welatan demokratîk bike!? Ev xapandina cahil, nezan û zarokên Kurd e! Ev pêşî li çareserîya doza Kurd girtine!
Heta polîtîka mêtinkaran tunekirina gelê Kurd be û bi destê Kurdan gelê Kurd bide kuştin û tunekirin, tu pêvajoyên çareserîyê yê rastî çênabin.
Ji bo sekinandina şer, li kîjan perçî be, pêwîstî bi avabûna dewleta Kurd hey e. Pêwîstî bi destdirêjkirina Neteweyên Yekbûyî, bi Konseya Ewlekarîyê hey e. Ji bo gelê Kurd bes bê qetilkirin, divê li Kurdistanê firîn û bombebarandina Firokên her çar dewletên heremê bên qedexekirin.
Bi nerîna min: dewleta mêtinkar bixwaze, kare di demek kurt de vî şerî bide sekinandin. Heta ku ji alî PKK ve serxwebûna Kurdistanê dihat parastin, li ber çava armancek mafdar dihat xuyakirin, lê piştî ku ew kirasa jî ji xwe kirin, wê gavê tu armanca wan û şerê wan nemaye. Wê gavê tenê yê hatine xapandin, hêsîrgirtin û mirovên dewletan di nava vî îşî de mane. Çimkî îro her du terefên şer jî mêtinkarin û gelê Kurd di mengeneyekê de misêwa dieciqîne! Lê ya xapînok, terefek jê wek nûnerê Kurd hîna xwe rêdide!
Dema ku partî û rêxistinên welatperwer yên ku bi rastî rizgarî û yekîtîya gelê Kurd dixwazin, li ser armancên rast yên neteweyî ku (mîna PDKI û YNK nuha) yekîtî û hevkarîyê bikin, ji berjewendîyên partîyên xwe bêtir berjewendîyên gelê xwe bifikirin û têkevin hemû çalakîyên pêwîst, wê gavê, wê mêtinkar jî ji mecbûrî li rêyên çareserîyê bigerîn.
Bi bawerîya min, heger rojekê dewlet bixwaze rê ji çareserîyê re veke: gerek bangî hemû nûnerê civata Kurd bike. Lê divê çavdêrên navneteweyî û berpirsên partîyên Kurd yên her çar perçeyên Kurdistanê yên sereke jî beşdar bin. Çimkî doza Kurd ne ya dewletekê ye û ne ya perçeyekî Kurdistanê tenê ye. Kurdistan yek welat e û civata Kurd jî yek civat e. Ji dervî îradeya gelê Kurd ev bêdadîya dîrokî lê hatîye kirin û hatîye perçekirin.
Kesê bêdadî kirine û kesê bêdadî lê hatîye kirin, divên bên rû hev û ji hev safî bibin.
Ji hestîyarîya we ya doza Kurd û Kurdistanê û amadekirina van pirsên girîng, ez sipasîya malpera Rojevakurd dikim. 15.05.2017
Xidir USO
→ Di medya civakî de parveke
1Click to share on Facebook (Opens in new window)1Click to share on Google+ (Opens in new window)Click to share on Twitter (Opens in new window)Click to share on WhatsApp (Opens in new window)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir