Lokman Polat
Min twîterek/niha nave wê bûye X/ belav kiribû û gotibû : “Ji zûve bû ku min giraniya xwendina xwe dabû ser pirtûkên bîranînê û romanên kurdî. Lewre jî min ji zûvebû ku pirtûkên çîrokan nexwendibû. Niha min dest bi xwendina pirtûkên çîrokên kurdî kiriye.
Ez bi xwendina du pirtûkên birêz Hasîp Yanliç yên bi navê ”Çîrokên Şoreşger” û ”Sûr – rojên berxwedanê” dest bi xwendina pirtûkên çîrokên kurdî dikim.
Xwendina berhemên edebî xweş e. Ez dixwînim, hûn jî bixwînin.”
Min herdu pirtûkên çîrokên birêz Hasîp Yanliç li pey hev xwend. Ez ê di vê gotara xwe de behsa pirtûka wê ya bi navê “Çîrokên Şoreşger“ bikim. Di nivîsek din de jî ez ê qala naveroka pirtûka wî ya çîrokên li ser rojên berxwedanê ya sûra Amedê bikim. Çîrokên ku di herdu pirtûkên wî de ne, ji hêla naveroka xwe çîrokên balkêş in û hêjayê xwendinê ne.
Pirtûka kurteçîrokan “Çîrokên Şoreşger“ di nav weşanên J/J de li Amedê derketiye. Pirtûk 54 rûpel e. Di pirtûkê de yanzdeh kurteçîrok hene. Nivîskarê kurd Hasîp Yanliç ji
Dêrika Çiyayê Mazî ye, lê bi piranî li bajarê Amedê jiyaye, li wir bi cih û war bûye. Niha jî ew li Swêdê dijî. Wî ji bo zarokên kurd jî çend pirtûkên çîrok û lîstîkê nivîsiye û weşandiye.
Ew di pêşgotina pirtûka xwe de dibêje : “Ev desteçîrokên min rastiya me kurdan in“ wî ji ber vê rastiya kurdan kurteçîrokên realîstî ango çîrokên realîzma çîvakî bi metodeke nûjen û bi zimanekî edebî, hunerî nivîsiye.
Ez ê derbarê naveroka çîrokan de kin û kurt ango bi kurtahî agahdarî bidim û bala xwendevanan bikşînim ser naveroka çîrokan ku xwendevan pirtûkê bikirin û bi tevahî bixwînin. Lewre jî ji bo ku gotara min dirêj nebe, ez ê behsa naveroka hemû kurteçîrokan nekim. Nivîsên pirdirêj ewqas nayên xwendin. Loma ez ê behsa çend çîrokên di pirtûkê de ne bikim.
Çîroka sernavê wê “Agirê Newrozê û Ala Kurdan“ hem sernavê wê xweş e û hem jî naveroka wê baş e. Di vê çîrokê de, çîroka Zerdeşt Pêxember heye. Wek tê zanîn Zerdeşt Pêxember bi salan li çiya di şikeftek de maye û paşê vegeriyaye gundê xwe û di nav civakê de wek peyamgerekî ola xwe belav kiriye. Çîrokbêj/nivîskar di çîrokê de Kawayê Hesînker dike hogirê Zerdeşt Pêxember. Herdu destbirakên hev 300 şervanan didin du xwe û êrişê keleha turaniyan dikin. Kelehê fetih dikin, digrin, ala turaniyan dadixînin xwarê û ala kurdan li diyarê kelehê bilind dikin.
Di çîroka “Dev dilê xwe ke“ de lehengiya du keçên şervan tê qal kirin. Komek çekdarên şervan dikevin xeleka leşkerên artêşa dagirker. Du keçên şervan ên canfeda bi leşkerên artêşa dagirker re şer dikin û koma şervanên çekdar ji xelekê, ji kemîna leşkerên dijmin xilas dikin. Keçikek birîndar dibe, ya din wê li erdê nahêle, wê bi hale wê yê birîndarî dike pişta
xwe û dibe, ji qada şer dûr li ciheke di nav deviyê de verşê dide. Nasnavê/kodnavê lehenga çîrokê Arjîn Jiyan e. Keç û jinên kurd ên leheng gelek in, dive mirov çîroka serpêhatî, serborî û lehengiya wan binivîse.
Çîroka Eliyê dîn jî xweş e, mîzahî/komedî ye. Dema mirov dixwîne, dikene. Di çîrokê de çêrên ku Elî ji bo Hesenê Qahwecî dike, Hesen heq kiriye û Elî baş dike ku wan çêran ji bo wî qahweciyê çikûd dibêje. Çîroka sernavê wê “Kevkanîka Azad“ du beş e û çîroka herî dirêj a di pirtûkê de ye. Min behsa naveroka wê nekir. Naveroka wê jî bila wek meraq bimîne, xwendevan meraq bikin û pirtûkê bikirin, bi tevahî bixwînin.
Çîrokên di pirtûkê de ne, çîrokên civakî ne. Çîrokên dîmenên rastiya civaka kurd in. Qada çîrokan welatê kurdan, Kurdistan e. Kes û lehengên çîrokan bi tevahî kurd in. Bûyerên ku di çîrokan de têne rave kirin, bûyerên ku hatine serê kesên ji civaka kurd, jin û mêrên kurdan. Çîroka Siltanê û Cano bûyereke rastîne ku bûyerên weha hatine serê gelek kurdên welatparêz. Cano û xweşka wî Siltan diçine qada pîrozkirina cejna newrozê. Newroz bi şahî tê pîroz kirin. Dema ew vedigerin malê, di rê de tîmên taybet ên dewleta dagirker êrişê wan dikin, pev diçin, wan didine ber lêdanê û di encamê de dadgeha dewleta dagirker ceza dide wan û wan diavêjin zîndanê.
Di pirtûkê de çîroka dawî navê wê “Evîna Hebûn“ e. Dema min vê sernavê çîrokê dît, Hebûnê Amedî (Welat Şêxmûs Kaya) hate bîra min. Welat Şêxmûs Kaya ango bi nasnavê wî yê çekdariyê Hebûn, xortekî şoreşger û welatparêz bû, ji Amedê bû. Di şeva daweta/dîlana wî de leşker û polîs diavêjin ser dawetê, dixwazin wî bigrin, lêbelê ew nayê girtin û ji daweta xwe berê xwe dide çiya, diçe beşdarê nav şervanên hêza çekdaran dibe û li dijê artêşa dagirker têdikoşe, şer dike û
paşê di şer de şehîd dikeve. Min çîroka bûyera serpêhatî û şehîdbûna Hebûn di pirtûka xwe ya bi navê “Ey Şehîd, Hey Hebûn“ de nivîsîbû û weşandibû. Ji bo mêranî, mêrxasî, jihatîbûn û têkoşeriya Hebûn min navê wî li pirtûka xwe danîbû. Di pirtûka min a bi navê “Mêrxas“ de jî serpêhatî û têkoşîna gelek şervanên mêrxas hene.
Di pirtûka birêz Hasîp Yanliç a “Çîrokên Şoreşger“ de “Evîna Hebûn“ tê qal kirin, lê ev Hebûn Hebûnekî din e ku nivîskar çîroka evîna wî rave dike. Evîna evîndaran naçe serî. Gelo sedemê ku evîna Hebûn û Zînê naçe serî, çibû? Pirtûka birêz Hasîp Yanliç “Çîrokên Şoreşger“ bixwînin, hûn ê fêr bibin ku sedem çiye?
Têbinî / Ez ê di gotarek din de jî behsa naveroka pirtûka birêz Hasîp Yanliç ya bi navê “Sûr –Rojên Berxwedanê“ bikim, derbarê wê de binivîsim.