PÎROZBAYÎ YA NEWROZÊ LI HOLLANDA

20ê Adara 2024an saet 19:30ê li ser navê komeleyên kurdî yên bajarê Arnhem ê şayîya agirê Newrozê dest pê kir.

Ji salên 1990 î ve em komeleyên li Arnhem ê li vê qadê bi hevre agirê Newrozê pêdixin li gora rewşê şayîya xwe bi hev re dikin. Ji ber ku em demdirêj û li cîyek nîşankirî vê pîrozbayîyê çêdikin, kurdên niştecîyên derdorê bi haweyek xwezayî livir dicivin û bi hevre şayî dikin.
Îsal jî şayîya li vê qadê him keşûhewa xweş bû û rewşa germayî ya siyasî şayîyê firetir û geştir bû.

 

Îro jî 21 Adar 2024ê, weka her salî li avayîya Komeleya KOÇ-KAK ê Cejna Newrozê hat pîroz kirinê.
Ji ber rojîyê beÅŸdar saet 18:00an de li KOÇ – KAK ê civîyan.
Beşdar xwarin û vexwarinên xwe bi xwere anîn salonê.

M Baran Boskan li ser navê Komeleyê bixêrhatina mêvanan kir û Newroza beşdaran pîroz kir.
Beşdaran bihev re şîva xwe xwarin.
Piştê xwarinê, bername bi axaftina Merd Baran Boskan ya di derbarê dîroka Newrozê û girîngiya wê domand.
Dîsa, Nivîskar Welî Sebrî û Îbrahîm Goroz ku di şahîyê de bûn, hem Newroza beşdaran pîroz kirin û hem jî bi kurtayî pirtûkên xwe dan nasîn.

Şahîya Newrozê bi stran û muzîkên Hunermend Rafî bi govend û dîlanê şayîya Cejna Newrozê bi coş û xweşî ve heta derengê şevê domand.

Cejna Newrozê bi hêvîya azadî, serxwebûna Kurdistanê tevî kêfxweşî û aramîyê li Kurdistanîyan pîroz bê.
21-03-2024
Rûpela Nû/ Arnhem

Merd Baran Boskan

21.03.2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *