PEYMANA LOZANÊ

Siddik BOZARSLAN

Îro (24.07.2023), Peymana Lozanê 100 salîya xwe tije dike ku di 24ê temûza 1923yan da hatîye îmzakirin. Ev peyman, li bajarê Lozanê ku bajarek li welatê Swisreyê ye, li Koşka Rumini di salona mezin da di navbera Îngilistan, Fransa, Îtalya, Romanya, Yugoslavya, Yunanistan û Turkîyê da di seet 15.09yan da hatîye îmzakirin. Bi vê peymanê ve Kurdistana Mezin ku di bin kontrola Împaratorîya Osmanî da bû; bû sê parçe. Wek tê zanîn, bi Peymana Qesra Şîrîn ve ku di 1639an da hatibû çêkirin; Rojhilatê Kurdistanê ketibû bin kontrola Îranê û bi wî awayî di dîrokê da yekem car bû ku Kurdistan bûbû du parçe. Di encama Peymana Lozanê da sînorên sê dewletên nû, yanî sînorên Turkîyeyê, Îraqê û Surîyeyê di çarçoveya navberdewletî da hatîye pejirandin û qebûlkirin ku ev li ser înkar, qedexekirin û tunekirina (genocide) kurdan  hatîye çêkirin.

Di dawîya Şerê Cîhanî yê Yekemîn da di 1919an da Konferansa Aştîyê ya Parisê çêbû. Her çiqas navê wê civînê konferans be jî: di esasê xwe da ew bû wek kongreyeka cîhanî ku dûzeneka nû bide cîhanê ku ew li ser xwedêgiravî Prensîbên Wilson têkeve jîyanê ku cîyê kurdan di wê nexşeyê da tunebe. Bi tabîreka dî, li gora Prensibên Wilson, her neteweyên cîhanê, divê dahatuya xwe bi awayeke azad û bi îradeya xwe taîn bike. Lê wek hat dîtinê, Kurdistan ku heta wê demê du parçe bû; di bin rêbirîyên du dewletên kolonyalist da, yanî di bin rêbirîya îngiliz û fransizan da û bi piştgirîya dewletên Îtalya, Almanya, Rusya û Amerikayê, dewletên Îraq û Surîye jî hatin avakirin û bî vî awayî Kurdistan bû çar parçe û di nav çar dewletan da hat parvekirin. Heta wê demê Kurdistan di nav du dewletan da ketibû pêvajoya genocideyê; lê paşê ev çarçoveya genocideyê fireh bû û bû çarçoveya navberdewletî ku di Rojhilatanêzîk û Rojhilatanavîn da hemî mafên neteweyî û demokratik ji kurdan hatîye sitandin û ew bêstatu hatîye hiştin.

Balkêş e ku di navberê da 100 sal derbas bûye, lê jibo hindikneteweyan ew mafên ku di beşê III. Maddeya 39an da hatîye qebûlkirin; jibo zimanê kurdî nehatîye bikaranîn. Loma di vî derbarî da gelek caran gengeşe hatine kirin, nivîsar hatine nivîsîn da ku perwerdeya bi zimanê kurdî pêk were. Lê mixabin Sistema Ankarayê ya nejadperest, li ser kurdan û zimanê kurdî berewajê peymanê, hukmê înkar, qedexekirin û tunekirinê xistine jîyanê.

Wek mînak, di paragrafa 4an ya maddeya 39an ya peymanê da weha hatîye nivîsîn:

”Ew hemî kesên ku di bin hukmê Turkîyê da dijîn, ew dikarin zimanê xwe di têkilîyên xwe yên taybetî, bazirganî, dînî, çapemenî û rîya weşangerîyê da, di civînan da zimanê ku bixwazin, bi awayeke azad dikarin bi karbînin.”

Ew mafên ku di maddeyên 37, 38 – 44 an da hatine nivîsîn û qebûlkirin; Turkîye di qanûnên xwe yên hundurîn da wan maddeyên peymanê negirtine ber çav û hukmên xwe yên li dijî wan maddeyan xebitandine.

Îsmetê Kerr (İnönü) ku li ser navê Dewleta Turk wê peymanê îmza kirîye, di kitêba xwe ya ”Bîranînan” da di derbarê beşdarbûna peymanê da weha nivîsîye:

”Kurd nehatin Lozanê û muracaatê me nekirin. Welew ku di axiftinên xwe yên Lozanê da me doza xwe ya neteweyî (millî) wek neteweyek ku me ´em tirk û kurd´ bi nav kirin, me ew parast û da qebûlkirin.” (İ. İnönü, Hatıralar, Bilgi Y. Kasım 2006, İstanbul, 2 cilt bir arada)

Gelek zelal e ku Îsmet Paşa (İnönü), bi van dîtinên xwe rastîyan vedişêre û rûyê xwe yê nejadperestî û xulamîya Sistema Ankarayê ya kolonyalîst li alîyeke dî dihêle. Ji ber ku M. Kemal û hevalên xwe, wê demê ketine nav gelek hewildanan ku kurd beşdarîya wê konferansê nebin û nebin xwedîyê mafên xwe yên neteweyî û demokratik. Loma wan wek di pratika xwe da jî dane nîşandan; wan xwestine di serî da neteweyê kurd û tevayîya neteweyên bindest ku bi nufûsên xwe hindik bûne, wan ji ortê rakin û hukmên xwe yên nejadperestîyê û kolonyalizmê têxin jîyanê ku pratika sistema wan ya sed salê hovîtîyê nîşana wê ye.

Nivîs didome

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *