Peyama Navenda birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 26ê Sermawez, roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê

Xelkê xweragir û pêşmergeperwerê Kurdistanê!

Pêşmergên fîdakar û mêrxwase Kurdistanê!

Malbatên xweragir ên şehîdan û girtiyên siyasî!

26ê Sermawezê, roja “Ala û Pêşmergê Kurdistanê” wek du hilkeftên siyasî û netewî, girêdayî bi dîroka 78 saleya xebat û tekoşîna Hizba Demokrat a Kurdistan û nasnamexwaziya modern a gelê Kurd bi taybet li Rojhilkatê Kurdistanê ye. Bi rêkevt nine û tejî şanaziye ku girîngtirîn û watedartin hêmayên netewî yên Kurd wek “Ala, Pêşmerge û sirûda Netewî” ji hundirê dîroka pir serfirazî a Komara Kurdistanê û avakerê vê, anku Hizba Demokrat de ji dayîk bûn û bûne sembola netewî û nasnamexwaziya Kurd.

Îsal, 78 sal ji hildana Alaya Kurdistanê li ser axa rizgarkiriya welat û navdêrkirîna cengawerê neteweperwer û canliserdestê Kurd, bi “Pêşmerge” re derbas dibe. Roja “Pêşmerge û Ala” li rojjimêra Kurdî de bi tenê hilkeftek bo bi bîranîna du bûyerên dîrokî nîne, Belku girîngîdan bi “Ala” wek hêmaya nasnamexwazî û dana serweriyek berdewam bi “Pêşmerge” wek bi xortê herî bi helwêst û fîdakare vê niştimanê ye.

Diyarîkirina 26ê Sermawezê bi roja “Pêşmergê Kurdistanê” ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve, selimandina vê bandorê bû ku hêza pêşmerge li hemû qonaxên xebata gelê me de û bi taybet li qonaxa bi şan a berevaniya çekdarî de hebûye û heye. Pêşmerge hêzeke mirovî ya xwebexş e ku li hundirê civaka Kurdistanê bo parêzvanî ji bûn û nasnameya Kurd çê bûye. Dîtingeh û taybetmendiyên şoreşvanî û armanca rizgarîxwazane, handerê bingehîn ê vê hêza xwebexş bo parêzvanî li netewe û niştiman û heta cangorîkirin li vê rêbazê de ye. Bi vê pênasê, hunermend, jîngeparêz, mamosteyên zimanê Kurdî, jinîn çalakvan û bivêr û tevahiya wan kesên ku xema wan ya mezîn, netewe û niştiam e û xwe û canê xwe û jiyana xwe li vê pêxemê de gorî dikin, li nava refa pêşmerge de têne hisabê.

Rola bihagiran a hêza pêşmerge li bilindragirtina Ala ya Kurdistanê û parastina xebat û nasnameya Kurd li zaf dem û qonaxên dîrokî de wek serdema Komara Kurdistanê, tevgera çekdariya salên 46-47 li dijî rejîma tepeserkar a paşatiyê û zêdetir ji 4 dehikan li dijî rejîma Îslamiya Îranê bal xelkê Kurdistanê û li tevgera siyasiya Kurd de, cihê şanaziyê ye û şanaziya zêder ev e ku “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” li nêzî 8 dehikên derbasbûyî de her dem alahilgirê azadîxwazî, denokrasî û nirxên mirovê bûye. Lewma hogiriya xelkê Kurdistanê bi pêşmerge û xoşevaniya pêşmerge li nav gel de, wisa kiriye ku çepera pêşmerge bibe cihê evîndarên azadiyê û kur û keçên xwedî heste Kurd bi dilekî tejî ji hivî û bi sehkirin bi çanazî ve, tevlî refên pêşmerge bibin.

Hêza pêşmerge li asta herêmî û cîhanî de jî navek naskirî û hevpeymanek xwedî pirêstîj bo hêzên demokrat û hevpeymanan e. Hêza pêşmergê Kurd li herêma Başûrê Kurdistanê wek beşek ji hevpeymaniya li dijî DAÎŞê li şerê dije-terorîzma navnetewî de gelek nirxên mirovî û canî daye û niha jî li vê çeperê de berevanî li nirxên mirovî, demokratîk û cihanpesend dike; Lewma li qonaxa niha ya xebata netewî û demeokratîka netewa me de jî, pêşmerge her wek hertim, remza xweragirî li hember sitem û zordariyî li dîtingeha navnetewî de jî wek hêzeke mafxwaz û berevanê azadî û aşitiyê tê nasîn.

Ji aliyê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdiustana Îranê ve bi hilkefta vê roja dîrokî û tejî serweriyê de tevî pîrozbahiyeke germ û tejî berpirsayetî li hember gelê me, şanaziyê bi vê dikin ku dahênerê “Alaya Kurdistanê û hêza Pêşmerge” weki parêzerê nasnameya Kurdî û nirxên mirovî ên cîhanî ne. Ev yeka jî cihê şanaziyê ye ku Hêza Pêşmergê Hizba Demokrat bi pêşkêşkirina zêdetir ji 5 hezar şehîdan ku li nav wan de rêberên jêhatî wek “Qazî, Qasimlo û Şerefkendî” û herwisa jan û mandîbûna hezaran girtiyên siyasî û malbatên serbilind ên pêşmergeyan û endamên Hizbê li navxwe û li derveyî welat, selimandiye ku li pêpxema serxistina xebata mafxwazane û serbilindî û serweriya gelê me de û li pêxema bexewerkirina nivşên bê, li ti fîdakarî û qurbanîdanekê xwe naparêze û heta gihîştin bi armancên bilind ên netewî û mirovî li çarçoveya pirensîp û yasayên navnetewî de xebata xwe bidomîne.

Xelkê xweragirê Kurdistanê!

Tevgera mafxwazaneya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê, zêdetir ji salekê û li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê de pêngaveke dîrokî bo selimandina pêdegirî û nesekinin heta gihîştin bi armancên bilind ên mirovahî û netewîyê hilda. Beşdariya bi komj a xelkê Kurdistanê li nerizayetiyên şoreşvanî li vê heyamê de bi eşkere asta hişarî û çavvekirîbûna çîn û qatên cur bi cur ên Rojhilatê Kurdistanê da xuya. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, wek bilindtîrîn hawara mafxwaziya gelê me li 4 dehikên derbasbûyî de, hilgirê peyam û wateya giring him bo xelkê û hizbên siyasî yên Kurdistanê û him bo rejîma Îslamiya Îranê ye ku em ji mêjve jî derbas bûne.

Li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê de û li bûyerên piştre jî, rejîmê bi bikaranîna hemû şiyan û potansiyela serkuta hemûaliya xwe, ne ku nekarî hawara mafxwazaneya xelkê bifetisîne, belkî îrade û wireya şoreşvaniya xelkê bo qonaxeke nû veguhast û gudariya hevpêwendî û hevxebatiyiya gelên Îranê bihêztir kir û dirûşma afirankaraneya “Jin Jiyan Azadî” wek manîfestoya vê şoreşê, li kunc û qiraxên Îranê de bû hêvinê azadîxwazî û yekîtiya gelên Îranê û nîşaneya derbasbûn ji Komara Îslamî.

Şoreşa “Jîna”yê salek û çend heyvan piştî destpêkirinê heta niha li deverên cuda yên pitguhavêtiyên Îranê bi taybet li Kurdistan û Belûçistanê, tevê serkuta hovane û çendqatî bi berhevdanîn digel deverên din ên Îranê, bi şêwazên cur bi cur ên xebata siyasî û medenî de rêkxiravtir û tundir tê kirin. Ew cudatiya hilgirê vê peyamê ye ku pirsa netewî û nasnameyî ku berhema siyaseta mezinîxwazaneya navendî li her du deshilatên paşayetî û Komara îslamî de, pirsgirêka bingehîn a cografiyaya siyasî ya Îranê ye û bê çareserkrina vê sitema dîrokî û destbedan ji vê dîtingeha ewlehî, aramiya siyasî û aborî û civakî li Îranê de çê nabe. Bê şik îtirafkirin bi çend netewîbûna Îranê û dabînkirina mafê vekhev bo tevahiya netew û pêkhateyên welat, diare derfeteke baş bo dariştina Îranê li ser binmyata bi fermînasîna zêdeyî û pêkanîna tolêransa siyasî û civakî wek hewcehiya demokrasî li Îranê de be.

Şoreşa Jîna li hemen demê de hilgirê îşareke girîng bo Kurd û tevgera siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Geşeya seha şoreşgerî û têgihîştina nivşeke taboşikên ku pêdegirî li ser azadiya suyasî û netewî dike, hewcehî bi pêdeçon nû pênasekirine nû heye û ew giraniyê dixe ser milê hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ku bi hevahengî û hevxebatî û xwerêkxistinek heye ku bersivderê tevgera giştiya xelkê Kurdistanê be; pêgeh giraniya birêveberiya vê şoreşê li Kurdistanê de didin xuya.

Hevwelatiyên hêja!

Rejîma Îslamiya Îranê ji aliyek bi berdewamî, mijûlê destêverdanên deverî û navnetewî ye û herwisa pêdegirî li ser geşedan bi projeyên navkî û mûşekî dike û li niha de jî bi sedema rolê kawilker li şerê Hemas û Îsraîlê de zêdetir bûye cihê nigeraniya civaka cîhanê. Herwisa binpêkirina berdewam a mafê mirovî bi taybet li destpêka şoreşa “Jîna”yê ve li asta navnetewî de bûye cihê şermezarkirina rejîmê û danîna dorpêçên aborî yên zêdetir ji aliyê welatên Rojavayî û bi sedema wan siyasetên çewt, ku rasterast karlêkerî li ser rewşa jiyan û bijîwa xelkê kiriye û nerizayetîya berfirehtir û rêkistintirkiriya çîn û qatên civakê li pey xwe aniye. Berdewamiya wan nerizayetiyane ku berhema guhnedana dezgehên rejîmê bi daxwaziyên xelkê ye, rê bo rlkxistina zêdetir a xelkê xweş kiriye. Şerxwaziyên rejîmê li derveyî sînorên Îranê û çêkirina şer li welatên deverê û heta dûrtir jî, civaka cîhanî bo yekhelwîstiya zêdetir li dijî wan siyasetan han daye û roj bi roj meydana manora rejîma Îslamî bertengtir kiriye. Li tenîşta vê yekê de jî qurixkarî û gendeliyya aboriya qateke diytarîkirî ya serr bi dezgehên desthilatdariyê ku givaşeke ji astderketî xistiye ser xelkê kêm dahat û hejarê Îranê wek piraniya heşîmeta wî welatî, bûye sedema bêhêvîkirina xelkê ji çareserkirina pirsgirêkên wan. Bi giştî, siyasetên navxwe û derve yên rejîma Îslamiya Îranê li warê aboriyê ve ye rû bi hejartirkirina civakê û li warê siyasî ve rû bi jinavbirina azaîiyan û serkuta zêdetir a azadîxwazan ve diçe. Ew yeka jî girîngî û hewcehiya yekxistina wizeya xebatkarî û yekîtiyê li praktîk de li hemû çîn û qatrên civaka Îranê de bo xebat li dijî rejîma Îslamî, zêdetir dide xuya.

Pêşmerge û civaka xebatkar û xwdîseha Kurdistanê!

Zindîragirtin û bihêzkirina binyatên netewî û rawestan li hember hemû curê sitemkariyê, rêkxistina civatgeh û piştevanîkirina hizra şoreşvanî û qahîmkirina bawerî bi paşeroja ronahî bo gelê me, ji erkên girîng û pêşetir ên pêşmerge û hemû qatêln civaka xebatkar a Kurdistanê ye. Îro em hemû erkek dîrokî li ser milê me ye ku bervanî ji netew û niştiman, li xwe digre, parastina niştiman bo nivşên paşeroja Kurdistanê û xemilandina netewê bo parêzvanî ji şanazîpêkirin û kesatiya netewî ya gelê Kurd e. Xebatkarên gelê me hewcehî bi hizrîn, pênûs û pêngavhildanên praktîkî li meydana hewldan bo berevanî li şana gel û çêkirina binatên giştgîrkirina xebat û bihêzkirina berpirsayetiya takê Kurd li hember pirsên çarenivîssaz ên netewî me bikin û pêdegirî li ser vê xebastê, me bi armancên me nêzîktir dike.

Tevî pîrozbahîkirina dubare ya roja “Ala û Pêşmerge” li pêşmergeyên cangorî û hemû xelkê pêşmergeperwer ên Kurdistanê, li hember şehîdan û girtiyên siyasî û malbatên serbilind ên şehîdan, soza xwe nû dikin ku heta gihîştin bi armancên bilêind ên netewî, dest ji xebat û berevaniya berdewam hilnegirin.

Serbikeve xebata mafxwazaneya gelê me!

Bi şan be hêza pêşmergê Kurdistanê!

Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

25ê Sermaweza 1402 a Rojî

16ê December 2023 a Zayînî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *