Pêwîstiyên serdema nû

Hesen Huseyîn DENÎZ

Em kurd miletekî wiha ne, ku bi serok, rêber, pêşeng û birêvebiran ve pir girêdayî ne. Ew çi bikin em wan dişopînin, em xwe ji bo wan dikujin, ew berê me bidin xerabiyê em xerab dibin, ew berê me bidin qenciyê, em qenc dibin. Ji bo wê pêşengtiya şaredariyan a di bikaranîna kurdî de sereke ye.

Bi hilbijartinên 31ê Adarê re li Kurdistanê rewşeke nû derket holê. Kêm-zêde li giştiya Kurdistanê şaredarî careke din hatin bidestxistin. Bêguman dewleta Tirk, hikûmeta AKPê di nav hewildanên bidestxistina van şaredariyan de ye. Li riyekê digere ku dekûdolabên wê bi serkevin û dîsa qeyûman bide ser şaredariyan.

Destpêkê hema roja piştî hilbijartinan xwest vê yekê li bajarê Wanê biceribîne. Bi bertekeke mezin a gel re rû bi rû hat û gav bi paş de avêt. Lê ev nayê wateya, ku neyar dev ji me berdaye. Wek marê birîndar li derfeteke pêvedanê digere. Ji bo wê, divê kurd qet xwe sist nekin û ger hikûmet an dewlet bixwaze bi kurdan vede, divê kurd jî serî lê bipelixînin. Ji bo wê mînaka li Şirnexê li hember tecavuzkarê sûbayê tirk derseke baş ji bo herkesî bû. Divê aqûbeta qeyûman jî wek a wî be. Ger hikûmet an dewlet qeyûmekî bide ser şaredariyê, ev tê wateya tecavuzkirina maf û rûmeta gel. Çawa ku bênamûsekî destdirêjiya jineke kurd kir û gelê kurd serê wî bi erdê ve pelixand, dive gava bi riya qeyûman desdirêjiya maf û rûmeta gel bikin jî, heman bertek were şanîdan û ew qeyûm aqûbeta wî polîsî parveke.

Gava erka gel wiha diyar û zelal be, divê erka şaredariyên kurd jî xwedîderketina li nirxên kurdî be. Di serê van nirxan de parastina gel, bicihanîna pêdiviyên gel û bêguman parastin û bipêşdebirina zimanê gel tê. Di pêşengtiya şaredariya Amedê de gelek şaredariyan çalakiya bikaranîna zimanê kurdî ya di her qada jiyanê de dane destpêkirin. Ji xwe berî hilbijartinan jî bi deklerasyonêkê dabûn zanîn, ku ew ê rûmetê bidin zimanê kurdî.

Li vir dixwazim serpêhatiyeke dayikeke kurd vebêjim. Berî pazdeh-bîst salan dîsa li Kurdistanê kampanyayeke bikaranîna zimanê dayikê hatibû destpêkirin û xebatkareke keç li bajarê Stenbolê diçe mala dayikeke Kurd a ji Botanê gundê wê hatiye şewitandin û koçî metrepolan bûye û jê re dibêje, “Anecigim biz Kûrtçe kampanya başlatmişiz. Bundan sonra herkes kûrtçe konuşacak!” Dayik peyvekê tenê jî bi tirkî nizane û ji ber wê tiştekî jê fêhm nake, dibêje, “keça min bi serê te yek gotin tenê jî tênegihiştim”. Keçik nû dest bi kurdî dike û dibêje, “dayê divê herkes êdî bi kurdî biaxive”. Dayik dibêje, “keça min hema destpêkê tu bi xwe karibe, bi kurdî biaxive, li vê malê kesekî bi zimanekî din biaxive tine ye”.

Ez hêvî dikim û rica û berger dikim, ku xebatên şaredariyên me yên bikaranîna kurdî sedîsed bi kurdî bin û vê mînakê dubare nekin. Tirkî di nav kurdan de bûye vîrusek, nexweşiyek, mîkrobek û ya herî xerab kurd hînî vê vîrusê bûne. Du kurdên bi kurdî dizanin, tên ba hev bi tirkî diaxivin. Çima? Sedem çi ye? Tine! Bi rastî ji bo du kurdên bi kurdî dizanin ti sedema axavtina bi tirkî tine ye. Lê tirkî wek bîrovê vegirtiye laş û laş naxwaze were dermankirin. Di dema zaroktiya me de gava kesek ji metrepolan bihata û bixwesta quretiyê bike û peyveke bi tirkî ya li leşkeriyê hîn bûye bigota, civatê tev erza wî dişikand û jê re digot: Tu ji xwe û bavê xwe şerm nakî, bi tirkî diaxivî?” Belê li Kurdistanê ti hewcedariya bikaranîna tirkî tinebû û îro jî tine ye. Lê îro mixabin kurd ne ji xwe û ne ji bavê xwe şerm nakin û leqeleqa wan a tirkî ye, tevî ku bi kurdî dizanin.

Ji bo wê bi erka şaredariyan re barekî giran jî li ser milê wan e, divê ew roleke pêşeng bigirin ser. Gava şaredar derkeve pêşberî gel û bi zimanekî din/bi piranî bi tirkî/ biaxive, lê ji gel daxwazî tevlêbûna kampanyaya bikaranîna kurdî bike, wek nivîsa li ser berfê wê qet şopa xwe jî li pey xwe nehêle.

Em kurd miletekî wiha ne, ku bi serok, rêber, pêşeng û birêvebiran ve pir girêdayî ne. Ew çi bikin em wan dişopînin, em xwe ji bo wan dikujin, ew berê me bidin xerabiyê em xerab dibin, ew berê me bidin qenciyê, em qenc dibin. Ji bo wê pêşengtiya şaredariyan a di bikaranîna kurdî de sereke ye. Ger şaredarî ji dil hemû danûstendina xwe bike kurdî, gel jî wê xwe biguherîne û bike kurdî, lê na ku şaredarî ji gel re bibêje “bi kurdî biaxivin” û piştre ji çay bînê xwe re bibêje “getir iki demli çay”, qet û qet ev gav bi ser nakeve.

Gotineke bav û kalên me heye, dibêje: Ji bo tu derziyê di çavê yê li hember xwe rakî divê tu şûjinê di çavê xwe rakî. Bi kinayî ji bo tu ji gel daxwaza bikaranîna zimanê dayikê kurdî bikî, divê tu xewn û xeyalên xwe jî bi kurdî bibînî. Wê demê wê kurdî bi serkeve û serkevtina kurdî wê bibe serkevtina şaredariyan û ew jî wê bibe serkevtina giştiya Kurdistanê. Neyar sed salan xwest me bi riya asîmîlekirina ziman tine bike, em ê jî bi riya bikaranîna ziman neyar tine bikin.

Nivîs ji hejmara 6. a Kurdistanê hatîye wergirtin. 

————————————————-

Kî ye Hesen Huseyîn Denîz?

Li gundê Sitilîlê yê girêdayî Nisêbînê ji dayik bû. Dibistana Ziraetê li Stenbolê xwend. Piştî dibistan bi dawî anî bi erka Teknisyentiya Ziraetê li Gercewsê dest bi xebatê kir. Di dema cûntaya 12ê Îlonê de
hat girtin û 8 salan di Girtîgeha Leşkerî ya Diyarbekirê de ma. Di 2007an de hat Swîsreyê û li wir dest bi xebatên zimanê kurdî kir. Li gelek kantonan kursên ziman ji bo zarok, ciwan û mezinan vekirin, hîndekariya kurdî li vir da fermîkirin û nivîsîna 21 pirtûkên hîndekariya kurdî nivîsî. Heta niha ji bilî pirtûkên hîndekariyê bi dehan pirtûkên wek roman, çîrok û helbest nivîsîne û çîrokên zarokkan wergerandiye kurdî. Endamê Komeleya Hîndekariya Kurdî, Instîtuta Kurdî-Swîsre û yê Pena Kurd e.

Info Welat

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *