PÊWÎSTÎYA RABESTiNEKE NETEWÎ

Li tirkîyê rojeva polîtîk pir zû tê guhêrandin. Lewra li gor şerê ku li welatê me didome li tirtîyê jî pêlandidên polîtîk (polîtîk dalgalanma) çêdibin. Yek ji van jî dawî hatina hikumeta şer bû. Li tirkîyê roj bi roj pirsgirêsên civakî zêde dibin û nakokîyên çînî û netewî kûr dibin. Karbidestên Tirkîyê ji alîyekî ve dixwazin şerê qirêş pêş ve bibin, ji alîyê din ve jî dixwazin hemû pirsgirêkên bingehîn ên Tirkîyê dûri şerê bihêlin. Lê şer bixwe rê nade wan û hemû pirsgirêkan bi xwe ve girê dide. Hilbijartina ku niha ketîye rojeva Tirkîyê jî weha ye…

Li gor biryara Parlamana tirk wê dewlet di demeke nêzîk de (24.12.1995) hilbijartineke nû çêke. Ev hilbijartin jî ji bo me Kurdan pir pêwîste. Lewra hêzên mêtingeh heta îro digotin ku: “Parlamenterên DEP’ê di lîsta SHP de hatin hilbijartin, gel wana naxwaze û tu piştgirîya wan nake…” Divê em bersîva wana bidin him jî, nîşanî dost û dijminên xwe bidin ku gelê Kurd di gel hemû zordarîyan, hê jî bi her awayî xwedî li doza xwe derdikeve. Ji bo ku tabloyeke weha derkeve holê, divê hemû partî û rêxistinên Kurd di vê babetêde xwedîyê dîtineke şîrîkakî bin. Di pêvajoya îroyîn de li pêşîya me sê-çark rê hene; Lê li gor hoyên îroyîn ji bo me du rêyin pêwîst xûya dikin: A yekemîn boykot kirin e, ya duduwan jî di bin lîsteka şirîkahî de beşdarbûna vê hilbijartinê ye. (Divê babeta namzed danîna serbixwe jî di hundirê rêya duduwan de bê nirxandin.) Heta roja dawî jî, divê em di hedu rêyan de jî polîtîka xwe li ser “teşhîr” kirina şerê qirêj bidomînin. Lewra di hoyên îroyîn de derfetên wekhevî tune ne ku giranîya xebatê bidin ser propaganda hilbijartina namzetan. Piştî van dîtinên gelemperî de ez dixwazim di vê babetê de dîtinên xwe jî dîyar bikim. Bi qasî ku ez dibînim di pêvajoya îroyîn de ji bo beşdarîya hilbijartinê, tu hoyên demokratîk tune ne. Lewra bi hezaran gund û bajarên me hatine vala kirin. Gelê Kurd di welatê xwe de jîyaneke pênaberîyê dijî. Kesên ku ji ber bombabarankirin û şewitandinê ji gund û bajarên xwe revîyanê çûne metrepolan, ji bo hilbijartinê nehatine nivîsandin. Di vê hilbijartinê de, bi mîlyonan kes, wê nikaribe dengê xwe bide. Li Kurdistanê wê terora hêzên mêtingeh rê nadê ku namzetên welatparêz propaganda bikin. Ji ber van sedeman li gor min hoyên beşdarîbûnê tune ye. Gava ku em di bin tabloyeke weha de beşdarîya vê hilbijartinê bikin ez bawer dikim ku wê caxê gelê Kurd wê nikaribe nûnerên xwe yên legal derxê holê… Ji ber vê yekê rabestina (tavir) boykotê li gor min ya baş e. Lê gava ku hemû hêzên me biryara beşdariyê bidin jî, tu gotinên me ji wê biryarê re tune ye. Lewra di vê babetê de ji bo me ya girîng, girtina rabestineke netewî li pêş tê. Em hemû dizanin ku biryara vê babetê li gor rewşa ramyarî û li gor şertên pêvajoyê tê danîn. Em bawerin ku wê partî û rêxistinên me di demeke nêzîk de biryarên xwe bidin.

Ji xwe di nivîsarê de babeta ku em dixwazin li ser bisekinin ne biryara ku bê standin e. Helbet ew biryar me alaqadar dike. Lê babeta ku niha ez dixwazim bala her kesî bikşînim ser girtina rabestineke tevayî ye. Di dîroka partî û rêxistinên me de kevneşopek heta îro çênebûye lê qet nebe ji vir pêde divê em kevneşopek weha avabikin. Girîngîya girtina rabestineke netewî jî ji hewcedarîya hoyên ku em tê de dijîn, tê. Ji ber vê jî divê em pêvajoya îroyîn baş analîz bikin. Lewra encamên vê hilbijartinê, wê ji yên din cihêtir bin. Berîya her tiştî divê em di vê hilbijartinê de encamên polîtîk bistînin. Li gor hilbijartina 91’an, ya îroyîn him di bin hoyên dijwartir de çê dibe him jî wek barekî giran berpirsîyarîyeke mezin xistîye stûya tevgerên Kurd. Ji ber vê yekê hemû partî û rêxistînên me divê polîtîkayên berê ji nû ve binirxînin. Me do çi digot û çi dikir? İro çi dibêjin, çi dikin û dawî de çi bû? Divê em niha çi bikin? Piştî bersîva van pirsan divê em biryareke bidin ka di pêvajoya îroyîn de kîjan berjewendî li pêş tên? Yên grupçîtîyê an yên netewî û çînî? Divê hemû rêxistin û partîyên me di vê hêle de ramanên xwe dîyar bikin. Li gor me divê berjewendîyên netewî li paş nekevin. Ji ber vê yekê jî, daxwaz û pêşniyaza me ew e ku hemû partî û rêxistinên me di bin ala enîyeke netewî de bên cem hev û polîtîkayeke netewî bidomînin. Qet nebe bila îcar qeweên xwe belav nekin. Em bawer in ku ew daxwaz, daxwaza gelê Kurde jî.

Di hoyên îroyîn de bi qasî ku em dibînin di warê têkoşîna legal de ji xencî HADEP’ê tu partî tune ye ku şertên beşdarbûna hilbijartinê bi cîh anîbe. Ji bo vê yekê divê em berjewendîyên gelemperî esas bigirin û di vê hilbijartinê de bi rabestineke (helwest) netewî derkevin holê… Ev rabestin mumkune ku boyqot an jî beşdarî be, tu ferq nake. Ji bo me ya pêwîst, bi hev re karkirin û bi hev ra biryar dana hêzên sîyasî yên Kurdan e.

Ger di pêvajoya îroyîn de em hemû hemfikirbin ku şertên beşdarîya vê hilbijartinê heye, wê çaxê divê em ne bîst, çil an jî pêncî parlamenterên Kurd têxin parlamentoya Tirkîyê. Da ku bila bizanibin ev têkoşîna tê domandin, ji alîyê gelê Kurd ve tê parastin û gel lê xwedî derdikeve. Di vir de berpirsîyarîya mezin li ser milê HADEP’ê ye. Divê HADEP ji niha ve bi hêzên din ve têkêve têkîlîyê û rabîstineke bi hev re nîşan bidin. Ji bo hevkarîyeke bijûn divê hemû hêzên legal destê xwe zû bigrin. Jixwe dijmin dixwaze li gelê Kurd warê legal bigire, divê em wê destûrê nedin wan. Di qadên têkoşîna netewî û çînî de xebata ku di warê legal de çê dibe, ji bo me mewzîyek e. Heta ku ji destê me tê divê em vê mewzîyê baparêzin û hejmara mewzîyan zêde bikin.

Hoyên îroyîn dide xûya kirin ku em destê xwe zû negrin û berpirsîyerîyên xwe bi cîh neynin wê sibe pir dereng be. Em hemû dibînin ku hêzên mêtingeh roj bi roj dîmenên êrîşên xwe (saldırıların boyutunu) zêde dikin. Roj tune ye gund û bajarên me, çîya û deştên me neyên bomba kirin an jî neyên şewitandin… Gelê me li hemberê van êrîşên nijadperest tengasîyeke pir mezin dijî. Ji ber vê yekê divê em vê têngasîya han êdî zêde nekin. Ger em serê xwe pîçekî rakin û hawîrdora xwe binêrin em ê bibînin ku dewletên mêtingeh û emperyalîst, di pêvajoya îroyîn de hebûn û tune bûna me lec dikin. Ser de jî ev lec kirin bêyî me tê kirin. Divê em rê nedin wana. Dîsa bi qasî ku em dibînin di şûna me de dijmin rojevê “tayên” dike. Li hemberê vê rewşa han polîtîka û çalakîyên me paşva dimînin. Ev jî me ji armanc û pêwîstîyên me dûr dixe…

Dibe ku hin kes li hemberê van ramanan dengê xwe bilind bikin û bibêjin: “Ev tiştên tu dibêjî û pêşnîyaz dikî, di hilbijartina 91’an de hatin ceribandin lê di dawîyê de tu çareserîyeke nedît û di vê demê de pir leyîstîk û çewtîyên nebaş çêbûn hwd. Belê, ji 91’an virde pir xeletî, kêmasî û demên bepolîtîka çêbûn. Ji bo polîtîkayên biçûk gellek tişt hatin fîda kirin. Lê em bawerin ku herkes wê rastîyê dizane. Divê ev kemasî û xeletî ji me re bibin neynik û ji vir pê ve têkîlîyên xwe li ser polîtîkayeke netewî saz bikin. İro mafê tu kesî tune ye ku li dijî rabestineke netewî bisekine. Di var çar salê de gellek tişt çêbûn, guhêrandinên giring û bûyerên mezin me dît. Pêvajoya ku em dijîn, ne pêvajoya 91’an e. Ji ber vê yekê em hêvîdarin ku hemû partî û rêxistinên me wê çarenûsa hezar salan xerabikin û di şûna wê de wê rêya yekîtî, enî û hevkarîyên bingehîn avabikin.              25.10.1995

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir