PBK: Li Reqayê otomobîla serokê me jê hat standin

Partiya Biratiya Kurdistanê (PBK) ragihand ku “Li Reqayê otomobîla serokê partiyê jê hatiye standin.”

“Em di pêvajoyeke krîtîk de ne”

Partiya Biratiya Kurdistanê (PBK) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:

“Otomobîla serokê me li gumruka Reqayê jê hat standin. Em di pêvajoyeke krîtîk de ne ku divê em ji bo paşerojeke baştir a welatê hewlên xwe bikin yek.

Em ji hêza hemû ferd û saziyan bawer dikin û em dixwazin midaxeleyî vê bûyerê were kirin.”

Hewlên şandeyê li ber avê çûn

PBKyê diyar kir wan çend caran serî li Wezareta Karên Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên pêwendîdar daye lê kesî hevkariya wan nekiriye.

Li gorî daxuyaniyê wan ji bo “avakirina dîyalogê û wergirtina otomobîla serokê xwe” şandeyek ava kiriye ku nûnerên hemû bajarên bakur û bojhilatê Sûriyeyê tê de hene lê ev hewlên wan jî li ber avê çûne.

“Wesayîta gihiştina hedefên me yên neteweyî bû”

PBKyê diyar kir ku ew otomobîl ji bo kar û xebatên wan gelekî girîng bûye û got:

“Ev seyare ne tenê wesayîteke vegûhastinê ya kesekî bû, di heman demê de wesayîteke gihiştina hedefên me yên neteweyî bû.

Ew otomobîl tevgera di navbera pêkhateyan de, avakirina pêwendiyê û şiyana bicihanîna pêywiran temsîl dike ku dê gelê me bi pêş ve bibin.

Destdanîna serê dibe asteng ku partiya me mîsyonên xwe bi cih bîne û dema kapasîteya partiya me ya sînordar û cihî tê nirxandin jî ev yek çêtir xuya dibe.

Her wiha zehmet dibe ku em otomobîleke nû bikirin û xebatên xwe bi awayekî baş organîza bikin.

“Dê mixaleya we ya bibandor vê krîzê çareser bike”

Em bangî hemû kesî dikin ku kulên vî miletî di dilê wan de kon vedaye, bawer dikin ku edalet hîmê birevebirinê ye û zarokên wefadar ên vî miletî ne: ‘Dê mixaleya we ya bibandor vê krîzê çareser bike çimkî piştgirîdayîna rastiyan peywireke neteweyî û exlaqî ye.’

Em bawer dikin ku hevgirtin û yekbûn rêya herî baş a gihiştina armêncên me yên hevpar e.”

Partiya Biratiya Kurdistanê (PBK) sala 2016an li Rojavayê Kurdistanê hat damezirandin û serokê wê Ednan Kîlo ye.

Li hêla din, di daxuyaniye de nehatiye gotin bê ma kê, kengî û çima dest daniye ser otomobîla wan. 

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *