Xelata nijadperestî û bê ehlaqîyê!

Çend roj berê, di rojnama “TARAF” (28 :03:2010) de nûçeyek balkêş hebû. Ser nivîsa nûçê ewha bû: “Xelata ‘wezîrê Faşîst’ ji bo cîgirê serokê HSYK ê.” Di berdewama nûçeyê de radigihand ku Baroya Stenbolê, îsal xelata Mahmut Esat Bozkurt Ödemiş, ya huqûqê ji bo Kadir Özbek, ku cîgirê serokê Lijneya Bilind ya Dozger û Dadgeran (HSYK) e, layiq dîtibû.

Berî ku em di derheqê wî faşistê devbixwîn û hov de çend gotina bibêjin an jî wî bi we bidin nasîn, divê li ser rewşa Baroya Tirkîyê bi taybetî jî li ser helwestên Baroya Stenbolê, divê em hinek bisekinin û binîrxînin.

Ev demek dirêj e ku em dibînin, hinek kes û beşên xêrnexwaz û bêtehamul, neyartîya gelê Kurd dikin û bi awayekî bêbextî li dijî gelê Kurd helwestên şovenîst nîşandidin. Naxwazin gelê Kurd li ser berjewendîyên netewî bên cem hev û li dijî destketinên gelê Kurd nerazîbûna xwe bi zimanekî “çep” diyar dikin.

Piştî cûntaya 12 îlonê, li Tirkîye hemû sazî û  dezgehên dewletê; sendîka û komelên sivîl; komele û rêxistinên huqûq û zanîngehan ji nû de hatin damezrandin. Bingeh û sînorên wan, li gor pîvanên nijadperestîya Tirk hatin avakirin. Gelek alîgir û rewşenbîrên xwedî nasname, di bin navê “demokrat û çepitîyê” de, li kêleka artêşê cîhê xwe girtin û li dijî gelê Kurd dest bi şerê psîkolojîk û propaganda reş kirin. Ji wan sazîyan yek jê jî Yekîtîya Baroyên Tirkîyê (TBB) ye.

Ji bo em helwestên Yekîtîya Baroyên Tirkîyê baş bizanibin divê em di 30 salên dawî de, bêhuqûqî û komkujîyên li dijî gelê Kurd hatine kirin binerin. Gelo heta niha, li dijî qetlîam û komkujîyan, li dijî şewitandin û valakirina gundan, li dijî bombebarankirina navçe û bajaran, Yekîtîya Baroyên Tirkîyê çi helwest nîşan daye!?

Gelo ev parêzerên bi nav û deng, rojekê li dijî qetlîam û koçberî û bêhuqûqîyê tu helwestek nîşan dane?  Ew helwestên ku hinek Baroyên bajarên Kurdîstanê nîşan dane, em cûda digirin. Gelek caran parêzerê Kurd, li gor qewet û rêxistina xwe li dijî zilm û zordarîya dewletê helwestên herêmî nîşan dane, lê ev helwest tu car ji alîyê TBB ve nehatîye pesandin. Pirî caran jî li dijî Baroyên bajarên Kurdistanê, TBB helwest nîşandaye û bi tundî li dijî parêzerê Kurd derketîye. Li wan xwedî derneketîye û pirî caran jî li wan daye.

Di van salên dawî de Baroya Stenbolê, ala nijadperestîyê hildaye û naxwaze wê deyne. Li dijî gelê  Kurd neyartîyek eşkere dike û bi zimanekî “huqûqî” parêzerîya kujer û îşkencekaran dike.

Gelo gava ku partî û sazîyên Kurd tên girtin, ev “hûqûqnasên Tirkperwer” çima rola sê meymûna dilîzin? Gava mirov ji wan dipirse an  jî li wan rexnan digire dibêjin: “Me nedît, me nebihîst, em nizanin!” Di derbarê bêqanûnîyê de, gava mirov ji wan tiştekî bipirse dibêjin: “Ev biryara dadgehê ye, em nikarin rexne lêbikirin”.

Gava ku di parlementoya Tirkan de, polisan bi sutîyê parlementerên Kurd girtin û avêtin zîndanê, ev “camêrên” hanê kor, lal û kerbûn. Ji wan tu deng derneket û li dijî rexneyên raya giştî dest bi parastina xwînmijan kirin.

Ji bo der û dora xwe bixapinîn û derî li rexnan bigirin, rabûn gotin: “Ew jî rehet nesekinîn!”  Gava ku mirov dibêje: “Xwe parastin, mafekî siruştî ye û gelê Kurd jî divê di hemû deman û di hemû qadan de xwe biparêze!” Ev nijadperestên hanê dibêjin: “Hûn cûdaxwazin, hûn daxwaza dewletek Kurd dikin!”  Li dijî wan “rexnan”, hinek Kurdên belangaz  bi sê telaqan sond dixwin û dibêjin “na xêr, em ne cudaxwazin, em dewlet naxwazin, em yekîtîya Tirkîyê diparêzin!” Lê çi heyf e ku nijadperestên xwedîyê komara genî bi wan nebawerin.

Mahmut Esat Bozkurt nijadperestekî dijwar û faşistekî bi nav û deng e, şêwirmend û hevalbendê herî nêzikî M. Kemal Atatürk e. Di navbera salên 1892 û 1943 an de jiyaye. Di hemû deman de bûye wezîr û di siyaseta perwerdekirin û ya adeletê de rolekî girîng lîstîye. Bozkurt, demek dirêj bûye Wezîrê Dadê û bingeha sîstema huqûqa nîjadperestîya Kemalîst, li ser dîtin û pêşnîyarên wî hatîye damezrandin. Pirî caran rast-e rast gotîye: “Bingeha Nazîzm û faşîzmê Kemalîzm e.” Helwest û dilgermîya xwe ya li hemberî Hîtler tu carî veneşartîye. Mahmut Esat Bozkurt, di sala 1933 an de, Wezîrê  Perwerdeyê û di axaftinek xwe de ewha dibêje: “Gelê min, hûn dizanin ku ez çima bi dilekî samîmî bi we re gotinê xwe parve dikim. Yên li Tirkîyê dijîn Tirk in û yên ne Tirk in jî tenê mafekî wan heye ku ji bo Tirkan koletîyê bikin.”

Baroya Stenbolê, her sal “Xelata Mahmut Esat Bozkurt ya Huqûqê”  dide şagirtekî Mahmut Esat Bozkurt. Baroya Stenbolê, îsal jî xelata faşist, layiqî cîgirê serokê HSYK ê Kadir Özbek dît. Baro bi vî awayî nasnama wî jî diyar kir. Ez naxwazim nivîsa xwe dirêj bikim. Ji ber vê yekê ez dixwazim gotara xwe bi gotinên mamoste Bertolt Brecht bi dawî bînim. Brecht dibêje ku: “Kesê ku tiştekî nizanibe xizan e, lê yê bizanibe û bêdeng bimîne bê exlaq e!”

Êdî ji bo Baroya Stenbolê kîjan xelat pêwîste, ez ji xwendewanan re dihêlim!

 

02:04:2010 netewe

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir