Partiyên Kurdistanê Divê Bi Şertên Esasî Beşdarî Hikûmeta Federal Bibin…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Iraqê hilbijartina meclîsa federal di 12ê Gulana 2018an de hat li darxistin.

Di nav ereban de serokwezîrê Iraqê û dijminê kurdan û dagirkerê Kerkukê wenda kir. Grûba Sadr yekemînêhilbijaretinê.

Li Kurdistanê PDKê di hilbijartinê de yekemîn û qezenç kir. YNKê di hilbijartinê de duyemîn. Goran û Komala ya Îslamî ya Kurdistanê wenda kir. Ew wateyê ku li Kurdistanê ew grûb û partiyên ku li dijîreferandûma serxwebûna Kurdistanê bûn û dewletbûna kurdistanê nedixwestin; dixwestin ku Kurdistan bibeçend herêmê serbixwe,  wenda kirin.

yekê li Kurdistanê rewşeke erênî derxist holê. PDKê û YNKê li Iraqa federal û ji bona hikumeta federal kir aktor û şerîkeke girîng.

Piştî hilbijartinê, li ser encamên hilbijartinê gengeşiyên girîng hatin rojevê. Hat îdia kirin ku di hilbijartina de hîle çêbûne.

Pêşiyê ew îdia ji bona Sileymaniyê û Kerkukê hat rojevê. Pişt re ji bona tevayî Iraqa federeal ew îdiaya hat rojevê.

Ji bona yekê Meclîsa kevn ya Iraqê biryareke ku ne di berpirsiyariya wan de wergirt. Lewra piştî kumebûsên hatin hilbijartin, meclîsa kevin fesih bibû.

biryarê reaksîyonek mezin ava kir. Loma biryara meclîsê encamek neda.

Nûha Iraqa federal di pêvajoya avakirina hikûmeta federal de ye.

                                               ******

Ji bona ku hikûmeta federal ava bibe hewildaneke xûrt heye. heta nûha hikûmeta ava nebûye.

Lewra tu partiyek û tîfaqek bi serê xwe nikare hikûmetê ava bike. Loma Grûba Sadr ku di hilbijartinê de bûyeyekemîn, hewil dide ku hikûmetê ava bike.

Ji bona divê tifaqekê li dar xwe. Loma bi Grûba Fatîh re di nav danûstandinê de ye. gotin ku dugrûban ji bona hikûmeta federal li hev kirine. ew di grûb têrê nake ku hikûmeta fedaral ava bibe.

Loma divê grûbeke din û an partiyên Kurdistanê di hikûmetê de bigrin, bibin şerîkê hikûmetê.

Rastiyek din heye ku PDKê û YNKê beşdarbûna hikûmetê pêwîst dibînin û ji bona xebat dikin.

Grûba Sadr , ji destpêkê de dibêje ku ji bona îstîkrara dewleta federal, ji bona jinûve avakirina federalîzmê, çareserkirina pirsgirêkên bingehî li Iraqê, bi taybetî pirsigirêkên di navbeya Kurdistanê û Baxdayê de hene, çareser bibin; daxwaz dikir ku partiyên Kurdistranê di hikûmeta federal de bigrin.

Hîç şik tune ye ku ji bona dewleta federal û hikûmeta federal ew nerîneke rast û realıst û di de ye.

Loma PDK û YNKê ji bona ku beşdarî hikûmeta federal bibin, xebat dikin. Ji bona lihevkirina PDKê û YNKê çê bibe; herdu partî ji bona xebateke pozîtîv meşandin û dimeşînin. Herdu partiyan ji bona ku dihikûmeta federal de bibin aktor û şerîk li hev kirine.

Ev lihevkirina hîç şik tune ye ku di berjewendiya Kurdistanê û neteweya kurd de ye.

PDKê ji bona ku ev rastiya didît, girîngî da ku partiyên Kurdistanê bi hev re di yek lîsteyekê de beşidarîhilbijartinê bibin. Hezar mixabin ev girîngiya  ev pêşniyariya PDKê nehat fahm kirin.

Bi hejmareke pirr mezin nebe, Kurdistanê ji wenda kir.

Nûha ji bona ku ev kêmasî û şaşî ji holê rabe, xebata PDKê û YNKê gelek pîroz e.

Divê hemû kurd pişrtgiriya hewildana wan ya mişterek bikin.

Li derveyî hikûmeta federal mayîn dibe xeteriyeke mezin.

Dema ku partiyên Kurdistanê di hikûmetê de negrin, li ser biryarên hikûmetê nikarin giranî û bandor çê bikin.

dema ku PDKê û YNKê dixxwaze û hewil dide ku di hikûmetê bigre, ew qeyid û şert nabe.

Divê ku qeyid û şert nebe.

Kurdperwer û siyasetmedarên Kurdistanê , ji partiyên Kurdistanê daxwazê dikin.

Lewra dema ku li ser asayîbûna kurdistanê û li ser federalîzmê û li demokrasiyê û li ser statuya Kerkûkê û bitaybetî li ser mafê ö.çarenivîsiya neteweyab kurd û Kurdistanê li hevkirinek çê nebe, di hikûmeta federal de girtin û şerîk bûn, li berjewendaiya miletê kurd nabe.

Di heman dem de ew mijaran daxwazên PDKê bûn û di qempenyaya hilbijartinê de ew daxwazan gelek bi zelalîanî ser zimen.

Nûha nikarin dest ji van daxwazan berdin û beşdarî hikûmeta federal bibin.

Ew ji bona doza Kurdistanê û azadbûna û rizgarbûna Kerkûkê û dewleta serbixwe ya Kurdistanê dibe darbeyekemezin.

Ew dibe sedem ku PDKê di hilbijartina Giştî ya Kurdistanê  de ku li îlona 2018an de li dar xistin, wendadike.

Wendakirina PDKê, wendakirina Kurdistaniyan û Kurdistanê û neteweya kurd dibe.

Ew xeteriya ji bona YNKê di rojevê de ye.

Divê ku PDKê û YNê van rastiyan û daxwazên Kurdistaniyan bidin berçev.

Ji bona van mijaran nerînên Waliyê Kerkukê Necmeddîn  Kerîm pirr girîng in. Divê PDKê û YNKê ev nerînanbidin berçav.

Necmedîn di derbarê Kerkûk û hikûmetê dibêje ku: Kerkûk û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanêhatine dagîrkirin. Rewşa wan ne asayî û ne libar e. Veger dibe bi awayekî be ku xizmeta were kirin û lizor û stemê were girtin.”

Divê mercê yekem Kurd ji bo çûna Bexdayê ew be, rewşa navçeyên Kurdistanî asayî bibe. Heger ew mercnebe, Kurd beşdarî her hikûmetekê li Bexdayê bike, wateya mikuhatina li rewşê.”

E di baweriyê de me ku divê Partiyên Kurdistanê li Iraqê bibin hikûmet. divê statuya Kerkukê û serxwebûna Kurdistanê û berjewendiyên Kurdistaniyan û neteweya kurd her dem li ber çav bigrin.

Amed, 23. 06. 2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *