Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê!

Bi destpêkirina êrîşên dagirkarî yên Rusîya, li ser Ukraynayê re çerxa şerê energîyê, di asta “jeostratejîya energîyê” de guhertinek bi xwe re anî. Ev guhertin, bingeha guftûgoyek nû ji “Kurdistanek serbixwe” re vedike.
Ewrûpa, ji bona ji bin nîrê energîya Rusîya rizgar bibe û li henber Rusîya nefesek azad bigire; divêtîya wê bi tercîha enerjîyek nû heye. Yek ji daxwazan jî gaz û nefta başûrê Kurdistanê ye. Ev ketîye rojevê. Di vî warî de trafîkek dîplomatîk jî berdewam e. Di vê guftûgoya girêka mijarê de başûrê Kurdistanê li ser masê ye.
Lê başûrê Kurdistanê ne dewlete.
Astengên mezin li pêşîya vê daxwazê hene. Ewrûpa nikare bi ne şîweyek nefermî daîmîya divêtîyên energîyê ji bona xwe tedarik bike. Ji bona vê jî, ji bona ku Ewrûpa, ji gaz û nefta başûrê Kurdistanê fêdê bistîne û ji bin nîrê Rûsîyayê azad bibe, divê yekem Kurdistan bike dewlet, an jî piştgirîyê bide vê daxwazê. Yanî, divê Kurd bibin xwedî dewlet, ku Ewrûpa jî, ji gaz û nefta Kurdistanê îstîfade bigire.
Di virde asteng çi ye?
Ji bona çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê, li herêmê astengên herî mezin yek jê Îran û ya din jî Tirkîye ye. Ev herdû dewletên dijminên Kurd û Kurdistanê, ti carî bi rêyên aşitî û demokratîk nêzî çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê nabûne û tehemûl jî nakin, ku dewletek Kurd û Kurdistanî li herêmê bêt avakirin! Ji bona çareserkirina vê pirsê û hatina jîyanek aşitîxwaz li herêmê; divê Emerîka û Ewrû dev ji wê sîyaseta xwe a statûkoparêz berdin û sîyaseta xwe a bi Tirkîyeyê re biguherînin. Helwesta ku li henber Îran hatîye danîn bidome û hîn jî serttir bibe. Eynî helwest were ser Tîrkîye jî.
Di dema ku Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron li paytextê İraq di hevdîtinan de (04.09.2020) daxuyanîyek dabû. Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, di vê daxûyanîya xwe de eşkere, mesajek vekirî ji Tirkîye û Îran re birê dikir û ev herdû dewlet wek berpirsîyarên destwerdanên nav İraqê û û başûrê Kurdistanê îşaret dikir. Serokkomarê Fransa E. Macron, dîyar kir ku;
“Di van salên dawî de Îran û Tirkîye zerarên pir mezin dan İraq”
Qezda Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, ew bû ku Tirkîye û Îran, du dewletên ku pêşî li çareserkirina pirsgirêkên navbera başûrê Kurdistanê û İraqê digirin û ji dewletbûna kurdan re astengin.
Turkîye û Îran çi astengan derdixin?
• Îran, bi Muşekên balîstik her êrîşan tîne ser başûrê Kurdistanê. Di vî warî de Haşdî Şabî û hêza PKK bikar tîne.
• Nahêle ku Bexda û Hevlêr li ser stratejîyekê li hev bikin û bi aşitî pirsgirêkên xwe çareser bikin.
• Bi derketina îhtîmala neft û gaza Kurdistanê ji bona bazara Ewrûpa, hewlên xwe berfirehtir dike.
• Bi rêya PKK, medya PKK û bikaranîna girseya PKK re yekrêzîya nav mala kurdan a li henber dewletbûnê ji hev perçe perçe dike. Beşek ji kurdan bi rêka PKK dike dijminê başûrê Kurdistanê, ku di raya giştî de „daxwaza dewletbûna kurdan“ bişikîne.
• Turkîye, ji hêlekê de PKK û kirêkirîyên xwe yên di medya PKK de li henber yekrêzî û prestîja kurdan a navdewletî bikar tîne, ku bandora „daxwaza dewletbûna kurdan“ bêbandor bike. Ji hêla din de jî bi daxwaza PKK, axa başûrê Kurdistanê dagir dike.
• Li başûrê Roavayê Kurdistanê jî bi PKK re di nava hemahengîyekê de jî 80 ji % axa Kurdistanê dagirkirîye û demografîya herêmê diguherîne.
• PKK jî, her van sebeban dide nîşan û terafgirên xwe li henber pêşîlêgirtina îhtîmala dewletbûna kurdan bikar tîne. Yekrêzîya daxwaza dewletbûnê bêîtîbar dike û dixwaze ku bişkîne. Li pişt van hewlên PKK jî dewleta Tirkîyeyê û Îran heye.
Bi destpêkirina hewla dagirkarîya Rusîyayê a li henber axa Ukraynayê re, êrîşên Îran û Tirkîyeyê li ser axa başûrê Kurdistanê berfireh bûn. Wek ku ji navendekê biryarek hat stendin û hêza PKK a Ewrûpa, a serê çîyê û a başûrê roavayê Kurdistanê hat bikaranîn. Pir enteresane; artêşa Tirkîyeyê, çîyayên herêmên Avaşîn, Basya, Zap, Kurejaro, Metîna û gundên herêma Berwarî Bala bombebaran dike. Lê PKK, li Ewrûpa li ber derîyên konsolxaneyên Emerîqa girsa xwe dicivîne û Emerîka protesto dike. Li Kurdistanê û medya xwe de jî êrîşan tîne ser başûrê Kurdistanê û malbata barzanîyan!
Rewş eşkereye û pir zelale.
Ji bona ku Ewrûpa, ji gaz û nefta Kurdistanê îstîfade bike û ji bin nîrê energîya Rûsîya rizgar bibe, divêtîya Ewrûpa bi alternatîfek nû a energîyê heye. Ev jî energîya başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê jî divê pirsgirêkên navbera Başûrê Kurdistanê û Bexda bên çareserkirin. An jî rê ji dewletek Kurd a serbixwe re bêt vekirin. Hemû ba û bahoz, boran di virde radibin.
Ji bo vê jî yekrêzîyek navmala Kurd pir girînge di vî warî de. Hemû hewl û tevdegerînên Tirkîye û îran ewin ku vê yekrêzîya nav mala Kurd û îtîbara kurdan di asta navnetewî de daxin astek ketî. Di vir de jî hin Tirkîye û hin jî Îran PKK ji bona pêşîlêgirtina dewletek Kurd bikar tîne.
23.04.2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *