Partiyên Bakur: Ala Kurdistanê nirxekî netewî ye û nayê qedexekirin

Diyarbekir (K24) – Piştî ji ber daliqandina Ala Kurdistanê û serdegirtina partî û rêxistinên Kurd û bênavber berdewamiya operasyonên li ser siyasetmedar û welatiyên Kurd, partiyên Kurd û Partiya Demokratîk a Gelan HDPê helwesteke hevpar nîşan dan û bal hat kişandin ku ew êrîş li hember gelê Kurd û nirxên gelê Kurd tê kirin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK, Partiya Azadiya Kurdistan PAK û  Herekata Azadî ku di 19’ê Berfanbarê de, bi hinceta ku Ala Kurdistanê daliqandine, hêzên ewlehiya Tirkiyê avêtibû ser avahiyên wan, bi daxuyaniyeke hevpar, hem serdegirtina avahiyên xwe şermezar kirin,  hem jî ragihandin ku Ala Kurdistanê nirxê pîroz ê gelê Kurd e.

Nûnerên HDPê, Partiya Maf û Azadiyan Hak-Parê, PDK-Bakûr, TEVGER, DDKD, Partiya Însan û Azadî PÎA û Partiya Kominîst a Kurdistan KKPê jî piştgiriyê dan daxuyaniyê û li Ala Kurdistanê xwedî derketin.

Berdevkê Tevgerê Cano Amedî ji K24ê re diyar kir:  “Her neteweyekî bi ala û sembolên xwe tên nasîn, gelê Kurd jî ev sed sal e ku bi vê alayê hatiye pesendkirin û nasîn. Îro li Başûrê Kurdistanê jî wek ala fermî li ser hemû sazî û dezgehên fermî û hikûmî ye. Rayedarên dewleta Tirk jî li bin vê alayê rûniştine, hevdîtinên xwe kirine û peyman îmze kirine. Yanî îro bi milyon dolaran bazirganiya Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê re heye. Yanî ev jî alayeke fermî ye.”

Partî û rêxistinên Kurd, girîng nirxandin ku partî û rêxistinên Kurd, li hember êriş û pêkûtiyên ku wek konseptekî bi awayê nijadperestî tê meşandin pêkve helwest nîşan didin û bal hat kişandin ku divê Kurd, li her ciyekî û bi her halî, li hevdû û nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PÎAyê Ahmet Kaya ji K24ê re diyar kir: “Ev wêneyê ku me îro nîşan da, wêneyekî baş bû. Ew sîleya ku li Stenbolê li birêz Ferhat Encu hatibû xistin, me digot li me hemûyan hatiye xistin, lê divê em ji van rûdanan çi ceribandin derbixin ew girîng e. Ji me re tê gotin ku werin ser hişê xwe! Divê em jî jêderên xwe ji van encamdanan derbixin û ji hevdû re xwedî derbikevin û li hember wan hevdû tenê nehêlin. Yan jî wiha me hemûyan yek bi yek ji bo xwe dikin nêçîr. Ji bo ku em nebin nêçîr jî divê em li hevdû û nirxên xwe xwedî derkevin.”

Partiyên ku beşdarî daxuyaniyê bûbûn, ragihandin ku xwedîlêderketina li Ala Kurdistanê û parastina nirxên Kurdan, maf û peywira gelê Kurd e û dê li her ciyekî, ji bo nirx û pîroziyên xwe helwesta xwe ya zelal nîşan bidin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *