Partî  siyasetê diafrîne. Siyaset jî, ji bona çareseriya pirsên stratejîk çê dibe û rîsk e…

Îbrahîm GUÇLU

Fabrîqe bi gelek rengan mal diafrînin.. Xwediyê fabrîqeyê jî wan malan difroşe qezenç dike. Di destpêkê de fabrîqeya sermeyadar malên baş neafrîne û mal nayê firotin, wê demê xwediyê febrîqeyê qelîteya mal diguhere. Ev di nav pêvajoyê de domdar dibe. Yanî di fabrîqeyê de jî guhertin çê dibe.

Ez di wê baweriyê de me ku partî teorî çê nakin, partî jî dişibin fabrîqeyan. Mirov dikare bibêje ku bername û destûra teoriya partiyan e. Heger partî dest pê bikin ku teoriyan biafrînin, ji partîbûnê dûr dikevin. Dibin rêxistinên fikir-afirandinê. Lê hîç şik tune ye ku partî ji bona fikir-afirandinê jî ava nabin. Loma jî di fikir-afirandinê de jî serkeftî nabin. Di karê xwe yê esasî, di siyasetê de jî serkeftî nabe.

Loma parti, bes wezîfeyeke wan heye, ew jî afirandina siyasetê ye. Siyaset jî ji bona çareseriya pirsên stratejîk tê afirandin. Siyaset, çareserî û bi awayekî din jî gav avêtin e. Gavavêtina partiyê ye. Di jiyana civakî û neteweyî de xebata diyar e.

Partî, di siyaset-afirandinê de divê her dem rîskê bigre berçav û hesab bike. Di hemandem de partiyan dema ku siyaset afirandin, piştî duwaran divê bibînin û gorî wê siyasetê biafrînin. Divê bê zanîn ku partî di siyaset-afirandinê de him dûrbîn be û him jî ji siyaseta heyî ferqtir û jêber xirabkirin çê bike û rîskê bigre ser milên xwe..

Partî, siyasetê, divê gor demê û gor bûyerên stratejîk yên rojane çê bike û wê siyasetê bixe jiyanê û cî bi cî bike. Endamên xwe û gel li derdora wê siyasetê bicivîne. Wê demê partî di nav gel de dibe hêz, ji çareseriya pirsan re dibe pêşeng. Bi jiyana civakî û neteweyî re hevgirêdana wê pêk tê.

Ev jî diyar dike ku siyaset raste rats bi jiyanê têkildar e. Loma jî partî jî dema girêdana jiyanê siyaset biafrîne watedar dibe. Wê demê di xizmeta gel de dibe.

Partiyên neteweyî û rızgarîxwaz û azadîxwaz û serxwebûnxwaz jî siyaseta neteweyî diafrînin. Siyaseta wan di şertên gelek zehmet de tê afirandin û rîskê wê siyasetê bêgûman hîn zêde ye. Berpirsên wan partiyan jî divê vê rastiye bizanin û gorî wê tevbigerin.

Bi taybetî jî, ji bona  partî û rêxistinên rizgarîxwaz, azadîxwaz, serxwebûnxwaz yên Kurdistanê siyaset afirandin zehmetir e. Lewra li welatekî parçekirî û di bin desthilatdarî-ororîteya 4 dewletan de siyasetê diafrînin.

Partî û rêxistinên Kurdistanê divê vê rastiya bizanin û gorî vê rewşê siyasetê biafrînin. Loma jî li Kurdistanê afirandina siyasetê bi destên partî û rêxistinan, bê gûman zanyariyeke xûrt û hostatiyekê û ceribandineke dewlemend jî dixwaze.

Divê di siyaset-afirandinê de konjonktur jî baş bê hesab kirin. Lê divê baş bê zanîn ku di her konjokturekê de derfeta siyaset afirandinê heye û derfeta gavavêtinên stratejîk hene.

Loma jî dema piştî salên 1974an, partî û rêxistinên Bakûrê Kurdistanê, her çiqas xwediyê zanyariyeke kêm û ceribandineke kurt bûn jî, ji bona ku siyaset afirandin, di nav gel de bûn hêzeke mezin, li hemberî dewleta dagirker jî bûn kelem û dewletê hesabê wan kir.

Her çiqas dewletê di hûndirê tevgera bakûrê Kurdistanê de rêxistina xwe ya operasyonal PKKê ava jî kiribû, nikarî ku pêşketina Tevgera Bakûrê Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê bigire.  Loma hewcedarî dît ku darbeya leşkerî çê bike.

Hezar mixabin piştî salên 1980yî, piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî partî û rêxistinên Kurdistanê ev refleks û qerektera xweya siyaset-afirandinê wenda kirin. Roj bı roj qels ketin, biçûk bûn û beşekî mezin jî ji bona ku gorî dema nû nikarîn siyaseta neteweyî biafrînin, bi zanyarî tasfiye bûn û ji holê rabûn û an jî qerektereke nû rêxistinî qezenç kirin. Lê dîsa jî di nav gel nebûn hêz.

Partiyên nû yên lêgal ava bûn jî, mahkûmî qedera partî û rêxistinên dema Şerê Sar bûn. Wek grûbên biçûk û ji gel dûr man.

 Partî û rêxistinên Kurdistanê li hemû beşan, berê bes li hemberî dewletên dagirker siyaset diafirandin. Lê piştî salên 80yî rewş hat guhertin. Diviya bû ku siyaset li dij dewletên kolonyalîst û rêxistina wan ya operasyonal, li hemberî PKKê jî biafrînin. PKKê ji dewletên kolonyalîst zêdetir bibû mijareke stratejîk ku dema pirsa PKKê çareser nebibûya û siyaset li hemberî PKKê siyaset nehata afirandin, têkoşînek nehatibûya meşandin, li hemberî dewletên dagirker jî hêzbûn ne mimkûn bû.

 

Merhelaya em têda dijîn, partî û rêxistinên Kurdistanê li hemberî PKKê bê çare ne, Nikarin siyaset biafrınin. PKKê jî li hemû beşên Kurdistanê bûye bela û xeteriyek mezin.

Di van rojên dawî de di şertên ku Dewleta Tirk dîsa plan çêdike ku li Rojavayê Kurdistanê li gelek herêman desthilatdariya xwe ava bike û beşekî din yê Rojavayê Kurdistanê dagir bike, li hemberî PKK, ne bes rêxistin û partiyên Bakûrê Kurdistanê, rêxistinên hemû beşên Kurdistanê nikarin, siyastek stratejîk û Kurdistaniyan ji belaya dewletên dagirker û PKKê xelas bike, nikarin biafrînin  

Gelek aşkere ye ku dema di demeke kurt de û di vê qonaxê de, di pirsa PKKê de siyaseteke hevbeş bê meşandin, zor bê dayin ku PKKê bê cî bi cî bike, derfet heye ku pêşiya dewleta Tirk bê girtin.

Gelo divê ew siyaseta dê çi bibe, divê partî û rêxistinên Kurdistanê ji bona vê yekê bi lezûbez dest bi danûstandin û xebatê bikin.

Diyarbekîr, 25. 11. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *