Parlamentoya Herêma Kurdistanê, hemû biryarên Bexdayê red kir

  1. Parlementoya Herêma Kurdistanê bi piraniya dengên parlementeran bersiv da biryarên sizakirin û dorpêçên Parlementoya Iraqê.
    Nivîsgeha Serokê Amerîkayê ya Koşka Spî li Washington D.C
    © SPUTNIK/ NATALIA SELIVERSTOVA
    Kurd ji Koşka Spî daxwaza piştgiriya serxwebûnê dikin
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê, hemû biyarên Bexdayê red kir û ragihand, biryar bi tevahî, ne yasayî ne û referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê bi piştgiriya Destûra Iraqê hatiye kirin.
    Parlementoya Kurdistanê ji welatên cîran jî daxwaz kir, rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigrin.

Parlamenê herwiha destnîşan kir, li gor Destûra Iraqê girtina deriyên sînorî ne di destê hikûmeta Iraqê de ye.

Biryarên Parlementoya Herêma Kurdistanê wiha ne:

1- Parlementoya Kurdistanê destxweşî û pîrozbahiya serkeftina referanduma serxwebûnê li gelê Kurdistanê dike ku di pêvajoyeke demokratîk û şaristanî de xwesteka xwe ji cîhanê re nîşan dan li gor bingeha yasa û qanûnên navdewletî û Destûra Iraqê. Niha desthilatdariya fermî ya Herêma Kurdistanê radispêre ji bo cîbicîkirina encamên referanduma ku di 25ê Îlona 2017an de hate pêkanîn.

2- Parlementoya Kurdistanê pesend dike û piştgirî dide nivîsa ragihandî ya encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ku di civîna hejmara 31ê ya 28ê Îlona 2017an de weke beşeke ji bersiva Parlementoya Kurdistanê bo biryarên Encumena Nûneran û Encumena Wezîran Iraqa Federal. Herwiha bal dikişîne ser wê yekê ku divê hikûmet bi yasa û biryarên Herêma Kurdistanê kar bike.

3- Em ji civaka navdewletî û welatên cîran daxwaz dikin rêzê li biryara gelê Kurdistanê bigirin. Li ser peydekirina mafê diyarkirina çarenûsê jî, Parlementoya Kurdistanê bawerî dide welatên cîran û herêmê ku referanduma Kurdistana Iraqê bi ti awayî gef nîne li ser asayişa neteweya ti welatekî. Herêma Kurdistanê li vê herêmê faktora aramî û hizûrê bû û dê wisa bibe.

4- Yasa û biryarên Encumena Nûnerên Iraqê, li gor benda duyem a madeya 121 a Destûra Iraqê û biryara hejmara 11ê ya sala 1992an a Parlementoya Kurdistanê, bi ti awayî qabilî cîbicîkirinê nîne li Herêma Kurdistanê, heta ku li Parlementoya Kurdistanê biryara cîbicîkirinê dernekeve.

5- Parlementoya Kurdistanê biryara Encumena Nûnerên Iraqa Federal di civîna hejmara 23ê ya roja 27ê Îlona 2017an de ku taybet bû bi berteka li ser encamdana referandumê li nav Herêma Kurdistanê û li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, red dike û car din diyar dike ku biryar nedestûrî ye û neyasayî ye.

6- Parlementoya Kurdistanê bi tevahî biryarên desthilatdar ên yasadanîn, raperandin û dadweriya Iraqa Federal red dike ku weke bertekek li hember encamdana pêvajoya referandumê têne dayîn.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *