Encumena Bilind a Referandûmê îro civîna xwe ya dawî encam da û dawî bi erkê xwe anî û navê encumenê bo “Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraq” hat guhertin.

Encumena Bilind a Referandûmê îro civîna xwe ya dawî encam da û dawî bi erkê xwe anî û navê encumenê bo “Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraq” hat guhertin.
Referandûm – Kurdistan- Kurdistanê
© SPUTNIK/ HIKMET DURGUN
Herêma Kurdistanê li ser referandumê biryarek nû da
Civîn li bajarokê Pîrmamê û bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û amadebûna cîgirê wî Kosret Resûl Elî hat encamdan.
Piştî bi dawî hatina civînê, bo yekemîn car daxuyaniyek li ser navê “Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraq” hat weşandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di civînê de piştî nirxandina pêşhatên dawîn ên siyasî û herwiha pevguhertina nêrînan li ser bertekên civaka navdewletî û rêkar û bertekên Bexdayê li hember dengê aştiyane yê gelê Kurdistanê û referandumê û çawaniya serederîkirin li gel bertekan û pêşbînîkirina helwest û pêngavên dahatî, amadebûyên civînê gihîştin van encam û biryarên li xwarê.”

 

Referandûm – Kurdistanê
© SPUTNIK/ HIKMET DURGUN
Xiristiyanên Kurdistanê û Iraqê helwesta xwe yê bo referandûmê ragihandin
Daxuyanî di heft xalan de behsa naveroka civînê dike ku bi vî awayî ye:
Yekem: Civînê spasiya hemû hevwelatiyên Kurdistanê û pêkhateyên netewî û olî û aliyên siyasî kir, ku bo yekrêzî û hevdengî û bi şêweyekê aştiyane û şaristanî beşdarî di proseya referandûmê de kirin û ew serkevtina dîrokî li gelê Kurdistanê pîroz kir.

Duyem: Civînê spasiya erk û westiyana Encumena Bilind a Referandumê dike ku piştî cîbicîkirina proseya referandûmê dawî bi erkên xwe aniye.

Sêyem: Civînê tekezî li ser berdewamiya zimanê diyalogê li gel Bexdayê û helwest û peyama aştîxwazane ya gelê Kurdistanê bo Iraqê û cîranan dike û pêşwazî li bangewaza Ayetullah Seyid Sîstanî derbarê bikarbirina diyalogê dike û bi şêweyekê fermî jî bersiva wê bangewaza Ayetullah Seyid Sîstanî dide.

 

Recep Tayyip Erdogan
© REUTERS/ OSMAN ORSAL
Erdogan şertek danî ber birêveberiya Herêma Kurdistanê
Çarem: Civîn tekezî li ser parastina seqamgîriya Herêma Kurdistanê dike û her cure gef û sepandina cezayên bi kom li ser xelkê Kurdistanê red dike û piştevaniya xwe jî bo bersiva parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember biryar û rêkarên bilez ên Bexdayê yên li dijî xelkê Kurdistanê dubare dike.
Pêncem: Civîn civaka navdewletî ji wê yekê piştrast dike, ku referandûm û dengê aştiyane yê gelê Kurdistanê bi ti awayekê gefê li ser seqamgîrî û aştiya deverê çê nake û xwasteka sereke ya gelê Kurdistanê, aştî û pêkvejiyan e û daxwaz kir, ku civaka navdewletî rêzê li îrade û dengê aştî yê gelê Kurdistanê bigire.

 

Sekreterê Giştî yê Hizbûllaha Libnanî Hesen Nesrellah
© AP PHOTO/ BILAL HUSSEIN
Hizbûllah: Referandûma Kurdistanê dê her çar dewletan perçe bike
Şeşem: Civînê zêdebarî derbirîna destxweşî û pêzanînê bo rola dezgehên ragihandinê ku roleke baş di proseya referandumê de hebûne, tekezî li ser wê kir, ku pêwîst e rola ragihandina navxwe di xizmet û berjewendiya netewî û niştimanî de be û amadebûyên civînê li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e di çarçoveya yasayê de sînorek bo wan hewlan were danîn, ku di arasteya dijatîkirina mafên gel û çêkirina şerê derûnî (psykolojî) û binpêkirina serkevtinên gelê Kurdistanê de kar dikin.
Heftem: Civînê yekrêzî û yekgotariya hêz û aliyên siyasî bi klîda parastina serkevtinên gelê Kurdistanê da zanîn û tekezî li ser rewatiya biryara gelê Kurdistanê û berevanîkirina li vê biryarê û deskevtan kir. Civînê tekezî kir, ku gelê Kurdistanê bi awayekê berxwedêrane rijd e lis er diyalogê, bi piştgirêdana bi mekanîzma aştiyane û ti gef û fişarek wê (gelê Kurdistanê) ji biryara 25-09-2017 paşve venagerîne.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *