PAKê li Amedê Jenosîda Helebçeyê Rûreş Kir

PAKê di roja 16.03.2018an de li Teşkîlata Amedê ya PAKê di 30yemîn salvegera jenosîda Helebçeyê de ev jenosîd bi civîneke çapemenîyê rûreş kir.
Serokê Gişî yê PSKyê Mesut Tek, nûnerên partîyên sîyasî û gelek rewşenbîr û sîyasetvan li gel rêvebir û endamên PAKê beşdrî civîna çapemenîyê bûn.Telwîzyonên Rudaw, K24 û Waar jî civîn şopandin.
Endamê Komîteya Birêvebirîya Navendî ya PAKê Hanifi Turan daxuyanîya di derbarê Jenosîda Helebeçeyê ya bi sernivîsa ‘’Jenosîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûkê û bi êrîşa li ser Efrînê berdwam e’’ xwend.
Piştî daxuyanî hate xwendin, beşdaran bîr û rayên xwe di derbarê jenosîda helebçeyê û rewşa giştî anîn ziman.
Civîn bi awyekî berhemdar bi dawî hat.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
…………………………………………
Daxuyanîya Çapemenîyê:
‘’ Jenosîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûkê û bi êrîşa li ser Efrînê berdewam e
30 Sal berê di roja 16ê Adara 1988an de li Helepçeya Başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyinî, bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.
Li Helebçeyê ne bes 5000 hezar mirov; lê wîcdane mirohîyê jî şehîd ketibû.Ev ne bes qirêjîya Seddam Husênê faşîst û dîktator bû; herweha şerm û lekeyeke bû li ênîya mirovahîyê jî.
Di dema jenosîda Helebçeyê de mixabin hemû dewletên herêmê û yên cihana Erebî , Yekitîya Sowyetan, Japonya, Çîn, Dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man û çavên xwe ji vê jenosîdê re girtin.
Piştî 30 salên jenosîda Helepçeyê,gelê Kurdistanê hîna jî tûşî komkujî, qetlîam û kuştin, neheqî û wêranîyan dibe.
Jenosîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûkê û bi êrîşa li ser Efrînê berdewam e.
Tirkîye, Îranê, Iraq û Sûrîye, ji bo ku miletê Kurd, gelê Kurdistanê tu maf û azadîyan bi dest nexe, ji bo ku li tu derê statuyeke sîyasî bi dest nexe, bi plan û stratejîyên pir alî , hevkarîya xwe didomînin.
Dewletên mezin yên cîhanê jî, çawa ku çavên xwe ji jenosîda Helebçeyê girtibûn, îro jî çavên xwe ji êrîş û planên van her çar dewletan digirin.
Û careke din wîcdanê mirovahîyê li her bihusteka axa Kurdistanê şehîd dikeve. Careke din şerm û lekeyeke mezin ya din li ênîya mirovahîyê dikeve.
Û careke din birîna me ya kûr ya ku em bi destên xwe mala xwe xera dikin, dide der. Careke din, bêtifaqî, kurmê darê, lawazîya hişmendîya netewî, me ji ber derîyê serxwebûnê vedigerine.
Lê doza azadîya Kurdistanê berdewam e. Ne jenosîd û qetlîamên Helebçe û Enfalan, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nikarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire û ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.
Emê vê birîna xwe ya dîrokî ya bêtifaqêyê jî bi tifaq û hişmendîya netewî bipêçin û emê miheqeq bi serkevin.
Em di 30yemîn salvegera jenosîda Helebçeyê de, vê jenosîdê rûreş dikin.
16.03.2018
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê’’

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *