Nivîskar Ekrem Hisên li Qamişloyê ji duh ve winda ye

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Ekrem Hisên li Qamişloyê ji duh ve winda yeû heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Malbata Ekrem Hisên ji Rûdawê re got, ew heta vê saatê tiştekî li ser wî nizanin û tirsa wan ew e ku tiştekî xerab hatibe serê wî.

Ekrem Hisên duh derdora saet 11:00an piştî ku ji mal derketiye venegeriyaye.

Keça wî Zozan Hisênê jî beşdarî bultena Rûdawê bû û da zanîn ku nexweşiya dil bi bavê wê re heye.

Zozan Hisên got, “Duh saet 11:00an bavê min bi seyara xwe ji malê derket. Diya min dît bavê min li seyarê siwar bû û çû. Lê me paşê dît ku seyare li ber derî ye.

Min ji hevalên wî pirsî lê got ew îro nehatiye cem me. Me ji asayîşê pirsî lê wan got ku heta bi ser bûyerê re 24 saet derbas nebe em tiştekê nakin.”

Ekrem Hisên herwiha endezyarê komputerê ye û di heman demê de Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) ye.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *