Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî!

Îro (10.09.2020) Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî, bi serokatîya şandekê, Paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêr zîyaret kir. Serokwezîrê İraq Mistefa Kazimî yekem danûstendin bi Serokê PDKê birêz Mesud Barzanî re kir. Tê îdîa kirin ku di vê hevdîtina bi Serok Mesud Barzanî re; „li ser pêşhat û guherînên Îraqê û navçeyê danustendin hatin kirin.“ Mixabin li ser vê hevdîtinê bi firehî naverok nehat eşkere kirin!

Piştî hevdîtina bi Serokê PDKê, birêz Serok Mesud Barzanî re; Serokwezîrê İraq Mistefa Kazimî Bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin li darxist. Di vê civînê de jî têt gotin ku; derbarê mijarên hevbeş û têkiliyên Hewlêr-Bexdayê hate gotûbêj kirin.“ Mixabin di vê civînê de jî li ser derxistina encaman ti agahî nehat dan!

Şanda İraq ji wezareta Derve, Wezareta Karên Bergirî, Neft, koçberan û ji hejmarek berpirsîyaran pêk tê. Ev jî dide nîşan ku, ji derîyên sînorî, kar û dahatên gumrikê bigire, heta rewşa berhemên Cotkarên Kurdistanê, Nefta Kurdistanê, rewşa asayîş û kampên koçberan yên Kurdistanê wê bên şîrove kirin.

Programa Serokwezîr û şanda pê re berfireh e. Piştî Hevlêr wê hinek derîyên gumrikê wek yê Îbrahîm Xelîl û yên din, Duhok û kampên koçberan jî zîyaret bike. Piştî van hevdîtinan wê derbasî Parêzgeha Silêmanîyê jî bibe.

Ev demek dûdirêje ku, şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, Bexda zîyaret dikin û li ser Pirsgirêkên di navbera Bexda û Hevlêr de giftûgo didome. Lê heta niha Herêma Kurdistanê encamek dewamî û erênî bidest nexistîye.

Ev pirsgirêk çi ne ku ji 2007an de her mezin dibin û nayên çareserkirin?

ji roja dewleta İraq, wek dewletek federal ava bûye û heta niha, damezirînerên dewleta İraq, “Iraq dewleteke Ereb”(!) dîtine û piştî çûna dîktator Sadam Huseyîn jî, ev nerîn nehatîye guhertin. Mejîyekî kevneşopî û nîjadperestî her pêşî li Kurdan girtîye. İraq; Ti carî Kurd wek welatiyên pile yek ên Iraqê nedîtine û Ji ber wê jî, dema ku, buhaya neftê dikeve û mercên butçeya İraq xerab dibe, tenê qutkirina butçe û mûçeyên Kurdistanê tê bîra wan. Ti carî nehatîye bîra wan ku, ji ber ketina dahatên neftê, ne tenê dahatên Kurdistanê, divê bi giştî butçe û mûçeyên temamê İraqê bên qutkirin. Ev jî dide nîşan ku sîyaseta Erebkirinê her bi çavekî xerab û dijminane li Kurd û Kurdistanê dinêre û heye, dimeşe.

Heta niha ji Nûrî Malikî bigire heta Mistefa Kazimî, çar serokwezîr li İraq hatine guhertin. Bê îstîsna van serokwezîran yek bi yek bi heyetan re Herêma Kurdistanê zîyaret kirine; sozên çareserkirina pirsgirêkan dane. Lê yekî ji wan sozê xwe nanîye cîh. Ji ber ku li Bexda rewş guhertîye û navendek ereban a kevneşopîyek nîjadperestî û mezhebî heye, ku hemû rê û rêbazên sîyaseta Bexda di destê wan de ye. Ev navenda nîjadperest, bi çavê „axa Ereban“(!) li Herêma Kurdistanê dinêre û her dixwaze ku, vê herêmê û rêveberîya herêmê têk bibe. Kurd divê di vî warî de dev ji berjewendîyên hizbî, grûbî, şexsî berdin û vê rastîyê bibînin.

Pirstgirêkên mezin li Bexda, di navbera desthilatdarên Ereb de heye. Di nav têkçûn û gengeşîyên li Bexda de Mistefa Kazimî, şexsîyetek herî zeîf û bêpişt e. Divêtîya wî bi piştgirîya vê navenda Ereb a nîjadperest û gendelîkar heye. Serdana Serokwezîrê İraq Mistefa Kazimî a ser sînorên Kurdistanê, derîyên gumrikên Kurdistanê, kampên koçberan û parêzgeha Silêmanîyê, mesajek hevgirtî dide navenda wan erebên nîjadperest û gendelîkar, yên ku li Bexda desthilatdarin; ku „serwerîya Kurdistanê jî didestê me deye“(!) Ev jî daxwazek Mistefa Kazimîye ji bona vekirina derîyek kirêdîyê ji piştgirîya xwe re. Lê di vî warî de jî sîyasetmedarên Kurdistanê bikar tîne!

Derîyên Erdî û Ezmanî!

Sîyasetmedarên Herêma Kurdistanê, divê rewşê baş bixwînin û xwe nexapînin. Ev 12 sal e İraq, nîjadperestên Ereb, bi helwestek nîjadperestî û dijminane nêzî serwerîya Herêma Kurdistanê dibin. Hatina DAÎŞ bînin bîra xwe; artêşa İraq Herêma Kurdistanê neparast. Hemû çek û teqemenîyên xwe radestî DAÎŞ kirin. Tam di wê demê de qutkirina mûçeyên karmend û pêşmergên Kurdistanê, para butçe ya Herêma Kurdistanê, qutkirina para çekan a pêşmergên Kurdistanê; ev yek bi yek helwestên dijminane bûn. DAÎŞ berê xwe daye Kurdistanê û karesatên jenosîdî daye ber xwe. Hikûmeta Bexda, Kurdistanê bi qutkirina mûçe dahatan, bi birçîbûnê tehdît dikir! Ev di wê demê de îro têt çi wateyê? Çawa emê bi nîyetek „İraqek xurt“ nêzî İraqê bibin, bingeha vê heye?

Artêşa Pêşmergan, artêşa Herêma Kurdistanê ye û hemû divêtîyên vê artêşê li ser wezareta parastinê ya İraqê ye. Li gor zagonê İraq mecbûre artêşa Pêşmergan fînanse bike. Lê İraq ticarî ev berpirsîyarî negirtîye ser xwe. Ji pereyên Herêma Kurdistanê pêşmerge tên fînanse kirin, ev nabe. İraq çawa mecbûre perê artêşa ereban dide, divê a kurdan jî bide.

Ofîsên dîplomatîk yên Kurdistanê li dervê welat hene, nabe ji butçeya Kurdistanê ev mesrefên van Ofîsan bên dan. İraq mecbûre ji bona van ofîsan butçeyan terxan bike.

Hebûna serwerîya Kurdistanê wateyek girîng e. Herêma Kurdistanê, divê bi ti mercî kontrolkirina sînorê erdî û ezmanî radestî İraq neke. Ev wendakirina serwerîya herêma Kurdistanê bi xwe re tîne. Eger Kurdistan dest ji sînorê erdî û ezmanî berde, wê derîyê navdewletî di rûyê Kurdistanê de bêt girtin. Bi nerîna min divê Herêma Kurdistanê ticarî bi radestkirina derîyên erdî û ezmanî razî nebe.

Pirsgirêka Milîkirina Nefta Kurdistanê!

Taybetmendîyek „Destûra İraqê“ ew e ku; mafê kontrola berhemanîna neftê dide Kurdistanê.(!) Mijara çawanîya hinardekirinê ne zêde girîng e. Çêdibe petrol li Kurdistanê bê berhemanîn û ji aliyê SOMOyê ve bêt hinardekirin. Paşê dahata wê bê dabeşkirin. Sedema milîkirina nefta Kurdistanê ew e. Divê herêma Kurdistanê ticarî mafê kontrola berhemanîna nefta Kurdistanê nede destê İraq. Eger Herêma Kurdistanê xeteyek wilo bike, ti wateya federasyona Herêma Kurdistanê namîne.

Eger Herêma Kurdistanê bi xwe nefta Kurdistanê berhem bîne, nefta Kurdistanê dibe çavkanîya dahata Herêma Kurdistanê. Ev noqte pir girîng e. Firotina çawanîya neftê mijareke kêmtir giring e.

Divê Kurd, çekên girîng wek kontrola sînorên erdî û ezmanî, kontrola berhemanîna neftê her di destê xwe de bihêlin. Ev derîyên dîplomasîyê û kontrola dahatên Kurdistanê dide destê kurdan, ku qezencên sîyasî ne û raser bi statûya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne.

10.09.2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir