Siddik BOZARSLAN
- 12. Nuha jî tiştên berbiçav, di weşanên TVnan da xwe nîşanê me didin ew e ku berîya referandumê di qanalên TV da textên latinî li gora pêdivîyê, hindik bin jî hebûn. Lê piştî referandumê, di heman qanalan da her ku diçe ew textên latinî kêm bûne û eger weha bimeşe, dê bi tevayî rabin. Guman tune ye ku dîsa destdirêjîya Ankarayê û Tahranê di vî karî da heye. Bi kurtayî eger ji destên Ankarayê û Tahranê were, ew dê di tasek av da hemî kurdan bixeniqînin. Lê divê rêvebirên başûrî di vî warî da jî zêde tavîz nedin canbazên Ankara û Tahranê. Tavîzdayîna birayên me yên başûrî jibo dakirkerên Kurdistanê, dê şolên wan ên heyî zêdetir mezin bikin ku piştî radeyek dê ew jî nikaribin ji bin wan çavsorî û tehdîtan rabin. Ji ber ku hedefên Ankara û Tahranê gelek mezin in û ev jî jibo me hemî kurdan dibin xeterên gelek mezin.
- 13. Li gora Doza Ergenekonê ya Diduyan, eşkera bû ku hewildana erîşên Dewleta Tirk jibo Başurê Kurdistanê ya bi navê “Operasyona Rojê” ku di 21ê sibata 2008an da çêbûbû; ev hewildan, dagirkirina Başurê Kurdistanê kiribû hedef. Wer xuya bûye ku ev pilan ji 2007an virde hatîye amadekirin. Pêdivî pê heye ku were dîyarkirin: Her hewildaneke orduya tirk jibo Başurê Kurdistanê, dagirkirin û ji holê rakirina statuya herêmê ji xwe ra dikin hedef ku gelek ji wan hewildanan bi bahaneya Qendîl û Şengal û wd. di rojevê da didin gengeşekirin. Her weha hewildanên Başurêrojavayê Kurdistanê jî bi heman bahaneyan pêkanîne ku yek ji wan dagirkirina Efrînê bi xwe ra anî. Ji ber ku tirk, doza Misak-î Millî ya dewleta osmanî dikin û wan du perçeyên Kurdistanê jibo dewleta xwe dihesibînin.
- 14. Li gora nûçeyeke “dihaber”ê ku di 12.08.2017an da derçûye; li Wanê, di cadeya herî mezin Cadeya Cumhuriyetê da du zarûkên 12 û 13 salî ku li erbanê xistine û sitranên kurdî gotine û xelkê pere dane wan, ji alîyê polêsan ve hatine girtin. Polês dest danîye ser pereyên wan ku ji xwe ra kom kiribûn. Ev hewildan û kirinên polêsan li dijî du zarûkên kurd û musîka kurdî, bi temamî rezaleteka sosretîyê û hovîtîyê ye.
- 15. Sistemên Dagirkerîyên Kurdistanê wek Ankara, Tahran, Baxda û Şam; qîma xwe bi karanîna bi her awayê teda û zulm û qirkirinên li ser zîmanê kurdî û nasnameya kurdî û kurdevînîyê neanîne. Dema wan ango yek ji wan pêwist dîne ku helqeya sistemên xwe fireh bikin da ku têkoşîna kurdan têk bibin; wek em di sistemên van her çar dewletan da dibînin, ew di nav xwe da jî hevkarîyên fireh pêkanîne ku her çar dewlet di heman dem da êrîşên muşterek birine ser kurdan. Wek min li jor nîşan dabû, di serhildana Agrîyê da 500 siwarîyên rusî piştgirîya tirkan kirine û li dijî kurdan şer kirine. Lê em pê dizanin ku şerkarên Filistînê jî bi peretî çûne ketine bin fermana Saddam Huseyîn û li dijî kurdan şer kirine. Mîsaleka dî jî dema piştî ruxandina Komara Kurdistanê li Mahabadê di 1947an da Mela Mistefa Barzanî û 500 hevalên xwe bi meşê çûn Sovyetê; ew rastê bombebarana Îraqê, Tirkîyê û Îranê hatin.
Lê di mesela şerkirina dijî kurdan da dema hewce bûye van dewletên dagirker bi hin dewletên dî ra tifaqan çêkirine û peymanan li darxistine ku çarçoveya wan peymanan hemî anti- kurd bûne. Numûneyên RCD, CENTO, Pakta Baxdadê, Pakta Sadabadê tên zanîn û bûne malê dîrokê ku hemî jî li dijî kurdan hatine çêkirin. Em di Pakta Baxdadyê da digel Baxda, Tirkîye û Îranê, rastê dewletên Pakistan û Britanyayê tên ku gelek balkêş e. Dîsa balkêş e ku di Pakta Sadabatê da jî em digel Tirkîye, Îraq û Îranê, rastê Afganistanê jî tên. Jibo haydarîyê ez dixwazim maddeya 7an a Pakta Sadabadê pêşkêşî we bikim ku ev di 8ê temûza 1937an da çêbûye.
Madde 7: ” Her yekî ku di radeya bilind da peymanê îmza kirîye, berpirsîyar e û taahud dike ku li hemberî hêz û dezgah û pêkhateyên çekdar bin ku bixwazin dûzen û ewleyîya heyî xirab bikin, di nav sînorên xwe da tedbîran bistînin û çavdêrîya parastina ewleyîya sînorên alîyên dî li ber çav bigrin.” (8)
CENTO (Central Treaty Organization;Teşkilata Peymana Navendî; bi navê berê Pakta Bağdatê (1955-1959), yanî Rêxistina Parastin û Ewlekarîyê ya digel hev, di navbera Turkiye, Îran, Îraq, Pakistan û Qiralîyeta Yekbûyî da, li Rojhilatanavîn li pêşîya hêzbûyîna Yekîtîya Sovyetê bibe asteng. Amerika jî di wê paymanê da wek dewleteka çavdêr beşdarî kirîye. Wek mirov dibîne, rasterast navê kurdan nabêjin, lê di pratika hewildanên wan da tim “ant kurd” hebûye. (Vikipedi, ansiklopediya azad)