Hevpeyvîn Îsmaîl Bêşîkçî: Mercê bingehîn ê dewleta kurdî, avakirina Artêşa Kurdistanê ye

Stenbol (Rûdaw) – Nivîskar û sosyologê navdarê tirk û dostê nêzîkî kurdan Prof. Dr. Îsmaîl Bêşîkçî dibêje, bila kurd ji bona serxwebûnê xebat bikin. Bêşîkçî her wiha di wê baweriyê de ye ku ji bo ku Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne divê artêşa wê û çekên wê yên giran hebin.

Sosylogê tirk û dostê kurdan Prof. Dr. Îsmaîl Bêşîkçî ku ji ber xatirê kurd û Kurdistanê gellek êş kişandiye û 17 salan ketiye hevsê, dibêje, şert û mercên niha şert û mercên dewletbûna kurdan in, divê kurd ji bo serxwebûnê bixebitin.

Bêşkçî her wiha dibêje, projeya Tirkiyeyîbûna HDPê dê kurdan ji nirxên Kurdistanî dûr bixe.

Bêşîkçî ku jê re dibêjin “Mamostayê Zer” (Sari Hoca) jî, bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Li gorî we meseleya kurd û Kurdistanê çî ye û çawa derketiye holê?

Di salên 1920î de dema welatên serdest ên mîna Brîtanya û Fransa dest bi parçekirina Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk kirin û welatên mîna Iraq, Ordun, Filistîn, Sûriye û Libnanê ava kirin, statûyek nedan Kurdistanê. Hêzên emperiyal bi dewletên Tirk, Ereb û Fars re kurd û Kurdistan parçe kirin û heta nehîştin Kurdistan wek mêtîngeh jî bimîne!

Piştî şerê cîhanî yê duyem (1939-1945) Brîtanya bi alîkariya Iraq, Fransa, Sûriye, Tirkiye û Îranê xebata netewî ya Kurdan serkut kirin û nehêştin pêş bikeve.

Îro li dinê 210 dewlet heye. Nifûsa herî kêm 40 dewletan ji milyonekî kêmtir û erdîngariya wan jî pir biçûk e. Lê kurd 50 milyon in û erdîngariya wan jî pir mezin e lê belê dewleta wan tine! Dema em dibêjin meseleya kurd û Kurdistanê, qesta me ev e.

Rûdaw: Gelo serxwebûna Başûrê Kurdistanê nêzîk e?

Divê li Başûrê Kurdistanê di demek herî nêzîk de referandomek were kirin. Em bêjin di referandomê de %95ê gel daxwaza serxwebûnê kir, ev dibe palpişta bingehîn a serxwebûnê. Êdî ti kes nikare pêşiya Kurdan bigire. Helbet divê mirov hewlên astengkirina Îran û Tirkiyê jî li ber çav bigire lê ya girîng ew e kurd daxwaza Kurdistana serbixwe bikin. Dema kurd bêjin em serxwebûnê dixwazin êdî ti kes nikare vê yekê bide sekinandin.

Rûdaw: Gelo helwesta dewletên herêmê û hêzên navdewletî girîng e?

Êdî ev rastî li ber çavan e ku Iraq û Sûriyê nikarin qedera Kurdan destnîşan bikin çimkî dê dewletên bi navê Iraq û Sûriyê nemane. Sîstema Sykes- Pîcot û sîstema ku di salên 1920î de hatibû danîn, ji mêj de hilweşiyaye. Lê Tirkiye û Îran heta niha jî rola xwe di kifşkirina paşeroja Kurdan de biparêzin. Gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser serxwebûna Kurdistanê, Îranê pir hêrs dike. Îran ji bo astengkirina serxwebûna Kurdistanê, li dijî Barzanî siyaseta dide meşandin.

Rûdaw: Mercê yekem a serxwebûnê çî ye?

Şertê yekemîn ê serxwebûnê, avakirina artêşeke yekgirtî ye, artêşa Kurdistanê ye. Bi çekdarên ku girêdayî partiyên siyasî ne, artêş nayê avakirin, demokrasî jî pêk nayê. Divê çekên giran hebin. Bajar bi çekên sivik ên mîna keleşkovê nayê parastin. Şertê yekemîn ê hebûna çekên giran jî hebûna dewletê ye. Dema çekên te yên giran hebin kesek nikare bi hêsanî êrişî te bike. Hikûmeta Iraqê naxwaze çekên giran bide Kurdistanê û nahêle welatên din jî çekên giran bifroşinê çimkî naxwaze dewleta kurdî were avakirin. Divê kurd jî heta dawiyê hewl bidin çekên giran bidest bînin. Hewlên serxwebûna Kurdistanê pêwîstiya wê yekê derdixe holê ku divê Mesûd Barzanî heyamek din jî bibe Serok.

Rûdaw: Gelo mirov dikare heman tiştan ji Rojavayê Kurdistanê re jî bêje?

Dema Girê Spî (Til Ebyed) ket destê hêzên kurdî, rêya yekbûna kantonên Rojava vebû. Hêdî hêdî ew herêma kurdî ya ku ji aliyê rêjîma Beis ve hatibû parçekirin, dibe yek. Kurdên wir jî divê ber bi dewletbûnê ve gav bavêjin çimkî nikarin wê deverê bi çekên sivik biparêzin û divê çekên wan ên giran hebe.

Rûdaw: Bandora êrişa DAIŞê li ser Kurdistanê çi bû?

Êrişa DAIŞê li ser Kurdistanê bû sebeba wê ku di qada navdewletî de pêşiya Kurdan vebe. Şerê Kurdan li dijî DAIŞê bû sedema wê ku hêzên navdewletî ji nêzîk de rewşa Kurdistanê bizanin û pê re eleqedar bin. Kî şerê DAIŞê dike? Kurd. Kurd bi fedakarî şerê DAIŞê dikin, hêzên navdewletî jî vê yekê dibînin. Wan dîtin ku kurd hêzeke bi tena serê xwe ne.

Rûdaw: Hûn şert û mercên ku piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê derketine holê, çawa dinirxînin?

Beriya niha partiyên mîna CHP û Partiya Karker a Tirkiyê li Kurdistanê hatibûn gêzîkirin. Di hilbijartinên vê carê de jî hat dîtin ku AKP jî li ber gêzîkirinê ye. Piraniya şaredariyan di destê HDPê de ne. Divê li wir rêveberiyên herêmî  bên pêşxistin û bihêzkirin.

Rûdaw: Hûn li ser projeya Tirkiyeyîbûna HDPê çi dibêjin?

Tirkiyeyîbûn, hişê netewî yê kurdan kêm dike. Partiyên mîna AKP, CHP, MHP, Partiya Seadetê partiyên Tirkiyê ne. Ev partiyên Tirkiyê naxwazin kurd dewleta xwe ava bikin. Dema partiyek kurdî dibêje “ez jî partiya Tirkiyê me” wê çaxê ew jî dikeve rêza wan partiyên din ên Tirkiyê. Tu jî mîna wan, alîgirê serxwebûna Filistînê yî lê naxwazî kurd serbixwe bin. Ji ber wê jî ev Tirkiyeyîbûn ne bi sûda Kurdan e û xêra wê ji Kurdan re tine. Lewma bila HDP bibe partiyeke Kurdistanî. Dema behsa terorê tê kirin her kes li Kurdan dinêre lê dema behsa maf û azadiyan tê kirin kes Kurdan nayîne bîra xwe. Divê kurd vê yekê bizanin.

Rûdaw: Tê gotin ku Tirkiye dê derbasî nav Sûriyê bibe. Hûn li ser vê yekê çi dibêjin?

Ez bawer nakim Tirkiye tiştekî wisa bike. Tirkiye dixwaze pêşketina kurdên Rojava û Başûr bide sekinandin û wan paşde bibe lê ez bawer nakim mudaxeleya leşkerî bike. Tirkiye dibêje, em li dijî guhertina demografiya herêmê ne. Demografiya herêmê di salên 1960î de û ji aliyê rêjîma Beis ve hatibû guhertin jixwe. Piştî ku Girê Spî hat kontrolkirin êdî herêm dê vegere demografiya xwe ya berê.

Rûdaw: Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên niha li Başûr in, dixwazin derbasî Rojava bibin û bi YPGê re li dijî DAIŞê şer bikin. Ev dê çawa bibe?

Helbet divê Pêşmerge û YPGê bi hev re li djiî DAIŞê şer bikin. Divê êdî kurd nakokiyên xwe bidin aliyekî. Kurd bi hev re pêwendiyên biratiyê daynin baştir e ne bi tirkan û ereban re.

Rûdaw: Siyaseta niha Tirkiyê li hembe Başûrê Kurdistanê çawa ye?

Dema berê behsa Başûrê Kurdistanê dihat kirin, Tirkiyê digot “hêlên me yên sor hene” lê niha ew hêlên sor neman. Li gorî min, ji bo Rojava jî mirov dikare tiştekî wisa bêje. Çawa ku Tirkiyê, hebûna Başûrê Kurdistanê qebûl kiriye dê Rojavayê Kurdisanê jî qebûl bike.

Rûdaw: Tê gotin ku Îran bi rêya Tevgera Gorran û YNKê re dixwaze pêşiya Barzanî bigire. Gelo birastî Barzanî tenê maye?

Gorran û YNKê nûnerê Îranê vexwendibûn civîna Parlamentoya Kurdistanê (civîna 23ê Hezîranê). Vexwendina nûnerê Îranê bo civînê, ne siyasî bû ne jî exlaqî û pir xelet bû. Vexwendina nûnerê rêjîmekê ku mafên kurdên Rojhilatê Kurdistanê binpê dike û xort û ciwanên kurd îdam dike, karekî pir xelet e. Tu çawa nûnerê wê rêjîmê vedixwînî civînê?!

http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/05072015

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir