Nexweşîyên Zegani û Paranoyayê, tirkan dîn û har kirine! (4)

Siddik BOZARSLAN

9. Li gora nûçeyeka 21.09.2020an ku di Medya Civatî da derçû; li Fransayê jibo sefê 11an li ser dîroka kurdan û Kurdistanê di kitêba tarîxê ya perwerdeyê da haydarî cî girtîye. Ev cara ewil e ku di tedrîsata perwerdeyê da haydarîyên li ser kurd û Kurdistanê li welateke Ewrupa wek Fransayê da cî girtîye ku ev jibo kurdan gelek giring e. Lê dîsa rêvebirên Ankarayê dîn û har bûne û hema wezareta Tirkîyeyê yê derve ketîye nav hewildanê û acizîya xwe nîşan daye. Ew hewqas çavsor bûne ku jibo kurdan tişteke baş li ser hîvê jî çêbe, dê tirk dîsa xwe aciz bikin, biçirînin ku ev ji nexweşîya wan ya hovîtîyê tê. Loma ez bi hêsayî dikarim bêjim ku ew realîteya ku ji vir sed (100) sal berê bi avakirina dewleta tirk ra dest pêkir û heta îro hatîye jîyandin, ew bi xwe ra ”Neteweyeke Barbar” çêkirîye. Ev sîfeta ku F. Engels jibo hin neteweyan bikaranîye, guman tune ku ev sîfeta barbarîyê, yanî sîfeta hovîtîyê, tam li gora qalibê tirkan e.

10. Li Başurê Kurdistanê ji 1992yan virve “de facto” îdareyeka xweserî ango dewleteka federalî hat çêkirin. Ji wê demê virve Dewleta Tirk gelek hewil da ku ew statu têk biçe. Van hewildanên tirkan bi piralî hat meşandin ku pirê wan hewildanan di raya giştî da jî nehatine eşkerakirin. Yek ji wan hewildanan, mudaxeleya tirkan ew bûye ku Alaya Kurdistanê ya li Derîyê Xabûrê were rakirin. Piştê ku kurdan wê daxwaza tirk red kirine, tirkan careka dî xwestine ku ew ala were biçûkkirin, lê dîsa kurdan gotine na. Piştî wan hewildanên komedik, êdî tirk mecbûr mane ku li ser qûna xwe runin. Lê li hemberî hemî êrîş, hewildan û dekdolabên Ankarayê, statuya başur li ber xwe da û bi serbilindî statuya xwe parast û hat roja îroyîn ku êdî dewleteka federalî li ser kar e.

Lê divê em rastîyek jî bibînin û ji ber çavan dûr nexin ku ev rewşa ber bi çav ya “de facto”, bi saya serê Amerika û dewletên hevpayman (yên Ewrupa) li ser pîyan ma û dagirkerên tirk nikaribûn wê hilweşînin. Eger hêzên navberdewletî li herêmê nebûna û piştgirîya têkoşîna kurdan nekirana, gelek zehmet dibû ku kurd bikaribin li dijî dewleta tirk li ber xwe bidin.  

11. Di 25ê îlona 2017an da li Başurê Kurdistanê referandum çêbû. Di referandumê da hevwelatîyan bi dengêke mezin “erê” gotin û referanduma xwe ecibandin. Berîya referandumê jî Ankara û Tahran ketin nav gelek hewildanan ku ew referandum çênebe. Di vî derbarî da gotinên Ammar Hekim jî gelek giring û balkêş bûn. Mirov dikare gotinên A. Hekim, wek gotinên abuqatê hemî dagirkerên Kurdistanê binirxîne ku bi rastî jî wan gotinan hem ji alîyê kurdan da û hem ji alîyê dagirkerên hov da cîyê balkêşîyê û dersgirtinê ne. A. Hekim, ne yekî ji rêzê ye, ew Serekê Koalisyona Neteweyî ya Şîe´yan ya Îranê ye. Yanî, di dereceya herî bilind ya oldarê Şîetîyê da ye. A. Hekim weha gotibû:

“Îsrarkirina kurdan jibo referandumê, li herêmê tsunamiya veqetandinê (cudabûnê) çêkirîye.”

Van hewildanên dagirkeran piştî referandumê jî berdewam kir û di encamê da demeke dirêj xetên çûn-hatina ezmanî li ser Hewlêr û Silêmanîyê hatin girtin. Bi çend hevokan be jî divê em behsa çar dewletan bikin ku ji nêzîk da ew eleqedarê referandumê bûne.

Ji ber ku referandum li Başurê Kurdistanê çêbû, muxatabê wê yê rasterast, kargêrîya Baxdayê ye. Di vî derbarî da Serekê Parlamentoya Îraqê Selîm Cuburî weha gotibû: 

”Em dê ji teleba (daxwaza) gelê Kurdistanê ra hurmetê bikin, di vî derbarî da parlamento dê bêlayan (bêtaraf) be.”                                                                                                                    Gotinên Serekwezîrê Îraqê yê wê demê, yên Îbadî jî balkêş bûn. Îbadî weha gotibû: 

”Eger serxwebûn were îlankirin, em despêkirina şer nakin.”

Di çarçoveya navberdewletî da û li gora prensibên Koma Miletan jî Îraq dewletek e û parçeyeka wê dewletê kurd in ku ew xwedîyê statuya federalî ne û referandum jî rasterast li hemberî sistema Baxdayê ya merkezî hatîye çêkirin û du berpirsên Baxdayê di vî derbarî da dîtinên xwe yên resmî pêşkêşî raya giştî ya gelên xwe û ya cîhanê kirine ku ew di çarçoveyeke maqul da mirov dinirxîne. 

Lê digel vê rastîya heyî, Serekdewleta Türkiye  Recep Tayip Erdoğan weha dibêje:

“Ez referanduma ku li Erbilê dê were çêkirin, rast nabînim. Di derbarê vî babetî da me nêrînên xwe jibo rêvebirîya bakurê Îraqê got. Dê rêvebirîya herêmî ya bakurê Îraqê sibê poşman bibe. Belam Barzanî û rêvebirîya herêmî ya bakurê Îtraqê, hem ji wê ra amade nînin, hem jî ev gafavêtin li dijî tevayîya Îraqê ye jî. Tevayîya derdê me jî, parastina tevayîya erdê Îraqê ye. Dema we vî gafî avêt,  ew tê maneya ku ”min bo perçebûnê gafavêtîye”. Yên din jî dê li ser wê şopê bimeşin. Ji ber wê ye em bi germayî lê nanêrin.” 

Jibo Turkîye balkêşe ku di serî da R. T. Erdogan û hemî rêvebirên dewlet û hukumetê naxwazin gotinên kurd û Kurdistanê bikarbînin; ji ber k utehemula wan jibo van gotinan jî tune ye. Lê di nivîsareka dî da ez li ser wê rewşa wan rawestîyame. Lê hewildan û daxuyanîyên kargêrîyên Ankara û Tahranê, qet di çarçoveyeke maqul da mirov nikare binirxîne. Gef û tehdîdên Ankara û Tahranê, psikolojiya wan a dagirkerîyê û kolonyalîzmê radixîne pêşberî me ku ev ji hestên mirovatîyê gelek dûr e. Qet pêwist nîne ku em behsa Şamê bikin. Eger Şam, bilîyê problemên xwe yên navxweyî nebûya, guman tune ku dê ew jî wek Tahran û Ankarayê biketa nav hewildanên dijminane.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *