Encanameya 14. Kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)

PDK di navbera 3-5 Mijdara Mijdara 2022an de li bajarê Duhokê bi diruşmeya “Azadî, Demokrasî, Dadperwerî” 14emîn kongreya xwe bi beşdariya 1061 endaman saz kir.

Îro Şemiyê 12yê Mijdara 2022yan de PDKê encamnaya 14emîn kongreya xwe belav kir.

Encamnameya ku tê de behsa axaftina Serok Mesûd Barzanî ya di vekirina kongreyê de dike wiha ye:

“Serok Barzanî di destpêka kongreyê de gotarek pêşkêş kir û tê de da zanîn ku ji ber şerê DAIŞê, parastina yekrêziya axa Kurdistanê û koronayê kongre hat paşxistin. Herwiha Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê, Îraq, navçe û cîhanê bi giştî kir û bal kişand li ser du xalan ku di serdema serokatiya Herêma Kurdistanê de şanaziyê bi wan kiriye.Yekem; Şandinê Hêzên Pêşmerge ji bo piştgiriya  bo Kobanî  ya duyem jî referandûma serxwebûna Kurdistanê bû.

Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de, spasiya berxwedana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku di şerê li dijî DAIŞê bi qehremanane berevanî kirin û axa Kurdistanê parastin. Herwiha destxweşî li gelê Kurdistanê kir ku piştevaniya Pêşmerge û saziyên pêwendîdar ên  di rûbirûbûna wî şerî de bûne.

Di rûniştina yekem de; di kongreyê de bi yekdengî Serok Barzanî careke din wekî Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin û bawerî bi cîgirên yekem (Nêçîrvan Barzanî û duyem (Mesrûr Barzanî) ên partiyê hat dayîn.

Di rapora siyasî ya Encûmena Serkirdatiya PDKê de bi zelalî sedemên paşxistina kongreyê hatiye ravekirin û referandum û xiyaneta 16ê Cotmehê û encamên wê, bûne sedema paşxistina kongreyê. Di beşeke din a raportê de têkildarî parçeyên din ên Kurdistanê jî hate gotin, em piştgiriyê didin daxwazên wan ên rewa, di heman demê de bang li hêzên siyasî yên her sê parçeyên Kurdistanê hate kirin ku têkoşîna xwe sivîl bi pêş bixin. Dawaz ji her sê welatên cîran ên ku sînorên me yên erdnîgarî, kûrahiya dîrokî, têgihîştina dîplomatîk, berjewendiyên hevpar ên aborî, bazirganî, çandî û civakî bi hev re heye, hat xwastin ku bîr li çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bikin, çareseriyeke ku li herêmê bi giştî bibe sedema aştî, aramî û vejînê.

Desteya Serokatiya Kongreyê deriyê ji bo avakirina komîteyên ji endamên kongreyê vekir û di encamê de 4 komîte ji aliyê kongreyê ve hatin pesendkirin ku ji Komîteya Peyrewa Navxweyî, Komîteya Bernameyê, Komîteya Rapora Siyasî, Komîteya Gilî û Pêşniyaran pêk dihat.

Navê Encûmena Serkirdayetiyê hat guhertin û bû komîteya Navendî. Her wiha guhertin di beşek ji rêziknameya partiyê de hatin kirin û navê Encûmena Serkirdayetiya Parêzgehê hate guhertin û bû Buroya Rêxistina Parêzgehê. Her wiha biryar hat dayîn ku Desteya Bilind a Têkoşeran bê avakirin. Guhertineke din a Peyrewa Navxwe ew e ku beşdariya jinan di Komîteya Navendî de ji %15 kêmtir nebe.

Li Herêma Kurdistanê armanca kongreyê xurtkirina sîstema parlamenteriyê, demokratîkkirina sîstema îdarî, cudabûn û hevsengiya hêzan li ser esasê “çavkaniya desthilatdariyê gel e”; serxwebûn û bikêrhatina saziyan; serweriya hiqûqê û parastina maf û azadiyên jinan; Di wê civînê de prensîb û stratejiyên zelalbûn, berpirsiyarî, mafên mirov û azadiyên bingehîn li Herêma Kurdistanê û rêveberiya Iraqê pesend kir.

Di kongreyê de di warên cuda de çend biryarên nûn hatin pejirandin, weke karkirin ji bo xurtkirina sîstema parlamenteriyê û demokratîkkirina sîstema hikumraniyê di çarçoveya prensiba gel çavkaniya desthilatê ye, cudabûn û hevsengiya desthilatdariyê, serxwebûn û bikêrhatina saziyan, serweriya yasa û parastina maf û azadiyan û mafên jinan, her wiha rêzgirtin li mafên mirovan û azadiyên bingehîn û prensîbên şefafiyet, berpirsyarî, cezakirin û xelatkirin di hikumraniya Herêma Kurdistanê û Iraqê de. Di beşek e din de tekez li ser wê yekê hat kirin ku, pêwîst e çespandina modeleke hikumraniya baş û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyên giştî bo xelkê Herêma Kurdistanê bike.

Partiya me li ser asta mirovî û civakî, kar dike ji bo pêşxistina çandê, ku rengvedana rast a civaka Kurdistanî be û pirçandî, pirolî, hevqebûkirina tê de parastî be.

Li ser asta Kurdistanê jî, di kongreyê de tekezî li ser yekrêzî û peywendiyên dostane li gel hemû aliyan kir û pêwîstî zanî ku rûpeleke nû ji pêwendiyan were vekirin û pirsgirêk bi diyalog û jihevtêgihiştinê bêne çareserkirin. Herwiha di kongreyê de tekezî li ser çareserkirina kêşeyên hilawîstî û cîbicîkirina rêkeftina siyasî ya ligel aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin.

PDK serkeftina kongreyê, bi serkeftina berjewendiyên gelê Kurd dizane, ji ber ku PDK her dem bûye û dê bibe amûreke têkoşîna cemawerî ya gelê me ji bo bidestxistina mafên rewa yên Kurd û gelê Kurdistanê. Partiya mesoza xwe dubare dike wekî her dem parêzvana destkeftên gel û bidestxistina mafan û parastina destkeftiyên destûrî, niştimanî û netewî be ku berdewamiya rêbaza Barzanîya nemir e.

Di kongreyê de bi yekdengî maf ji bo cenabê Serok Barzanî hat dayîn ku rêhevalekî ji Kurdên Êzidî ji bo Komîteya Navendî ya partiya me destnîşan bike.”

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1211202214?fbclid=IwAR0UbKOQgarFurMgpQv5R8jpIDOZngwGKGUJgztPc6ozQoqLqG2acKZjRGU

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *