Neviyê wî bang kir: ‘Li Şêx Seîd xwedî derkevin’

Neviyê Rêberê Kurd Şêx Seîd ê bi navê Kasim Firat, li hemberî heqaretên nijadperestên Tirk ên li beramberî Şêx Seîd nerazîbûn nîşan da.

Kasim Firatê ku Serokê Komeleya Şêx Seîd e, bangî hemû aliyan kir da ku “li Şêx Seîd xwedî derkevin”.

Nîqaşên piştî navlêkirina navê Şêx Seîdê Pîran li rêyeke parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê berdewam in.

Aliyên nijadperest ên Tirkiyeyê piştî ku ev mijar hat rojevê Şêx Seîd dikin armanc û heqaretan li şexsiyeta wî dikin.

Partî û aliyên nijadperest Şêx Seîd dikin armanc

ÎYÎ Partiya ku ji MHPyê cuda bûye, yekem alî bû ku nerazîbûn dijî navê Şêx Seîd nîşan da.

Lê Parlamenterê wê yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu berovajî partiya xwe xwedî li Şêx Seîd derket û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:

“Ez wan tohmetên li dijî Şêx Seîd bi tundî red dikim ku bixwe yek ji nirxên herî girîng ên herêma me ye.

Ew kesên van tohmetan tînin ziman, ji bilî kûrkirina dijberiya civakî xizmeta ti armanceke din nakin.”

Ensarîoglu piştî van gotinan wekî Şêx Seîd bû armanca nijadperastan û bi “dabeşkirina welat û cûdakariyê” hat tohmetbarkirin.

ÎYÎ Partiyê tehemûlî gotinên parlamenterê xwe nekir

Berpirsên ÎYÎ Partiyê jî tehemûlî gotinên parlamenterê xwe nekir.

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu ragihand ku bi fermana seroka partiya wan Meral Akşenerê derbarê Salîm Ensarîoglu pêvajoya disîplînê hatiye destpêkirin.

Kurşad Zorlu got, “Em vê daxuyaniya Parlamenterê Stenbolê birêz Salîm Ensarîoglu bi ti awayî qebûl nakin. Ti pêwendiya nerîneke wiha bi partiya re me nîne û ji niha û pê ve jî nabe.”

“Divê xeletî bên rastkirin”

Salîm Ensarîoglu yekser bersiv da û tekez kir ku ti kes nikare wî bi “cûdakarî û xiyaneta li welat” tohmetbar bike û got:

“Min ti carekê cihêkarî nekiriye lê di rewşeke awarte de mirov hatine darvekirin. Ez ji bo şert û mercên wê demê tiştekî nabêjim.

Lê piştre nedana cenazeyên wan berovajî nerîna min e. Divê em ji bo xeletiyê bibêjin xeletî. Yên di wê demê de xeletî kirine hatine darvekirin lê nedana cenezeyên wan ez wê fam nakim.

Min ti carî cihêkarî nekiriye. Ji bo hinek alî ji vê yekê kêfxweş bibin van gotinan nabêjim. Ev welat çiqasî yê Tirkan be ewqasî jî yê Kurdan e.

Yê ku berovajî vê bifikire Kurd jî be û Tirk jî be dê xeletiyê bike. Ez li ser sîstemê û xeletiya ku hatiye kirin diaxivim.

Em dikarin nîqaşê li ser bikin. Eger vê mijarê wekî meseleyeke partiyê yan jî cihêkariyê bibînin ez dê xemgîn bibim.”

Neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat jî li hemberî van hemû nîqaşan banga xwedî derketina Şêx Seîd li hemû aliyan kir.

“Hemû partiyên Kurdan berpirs in”

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat got:

“Hilbijartin nêzîk bûne, navê Şêx Seîd Efendî li cadeyeke dikin. Aliyên siyasî jî li pey berjewendî û rantê ne. Dema ku wî navî lê dikin hinek ji wan radibin heqaretê li me dikin.

Ev yek nayê qebûlkirin û divê hemû partiyên Kurdan vê yekê fêhm bikin û ew hemû di vê mijarê de berpirs in.

HUDA PAR îro şirîkê hikûmetê ye û di pêvajoyê de xwedî biryar e. Mixabin naçe hesab napirse. Wekî din hûn dibînin hinek partiyên din ên çepgir dema hevparên wan heqaretê li me dikin ew dengê xwe dernaxin.”

Şêx Seîdê Pîran 13ê Sibata 1925an li navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dijî hikûmeta wê demê ya Komara Tirkiyeyê serhildan da destpêkirin.

Lê serhildan bi ser neket û li gel 47 hevalên xwe 29ê Hezîrana 1925an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyeyê ve hatin bidarvekirin.

Heta niha jî cihên gora Şêx Seîd û rêhevalên wî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve nehetine eşkerekirin.

—————————————————————————————————–
Şeyh Said Derneği Başkanı hakaret edenlere cevap verdi: O Kürt halkının gönlünde taht kurmuş

Şeyh Said Derneği Başkanı ve Şeyh Said’in torunu Kasım Fırat, Şeyh Said’in adının Diyarbakır’da bir bulvara verilmiş olması nedeniyle hakarette bulunan kişilere cevap verdi.

Sosyal medyadan paylaşımda bulunan Kasım Fırat, açıklama yapmak zorunda kaldıklarını söyledi.

Dedesi Şeyh Said’e zaman zaman hakaretler edildiğini ve bunların kabul edilemez olduğunu ifade eden Kasım Fırat, hakaretleri sahiplerine misliyle iade ettiklerini söyledi.

Cevaplarını “kapıkullarına” değil sahiplerine verdiklerini ifade eden Fırat, Şeyh Said’in Kürt halkının gönlünde taht kurduğunu söyledi.

“Muhatabımız sürüngenler değil, bizzat Türkiye Cumhuriyeti’dir” ifadelerini kullanan Kasım Fırat şunları söyledi:

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *