Neteweyên Yekbûyî: Îraqê li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê name neşandiye

Nicolas de Riviere  û Sînan Tunçdemîr / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Nicolas de Riviere û Sînan Tunçdemîr / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku Îraqê li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê ji wan re name neşandiye.

Îranê 15ê vê mehê bi 11 mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan mûşekan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya 11 mehî Jîne, mêhvanê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê canê xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Îraqê ragihandibû ku ew dê vê êrişa Îranê bigihînin Neteyewên Yekbûyî û hewl bidin ku Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî hinek gavan biavêje.

Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Nicolas de Riviere li ser vê mijarê ji nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr re axivî.

“Min heta niha ti name wernegirtine”

Nicolas de Riviere li ser pirsa Sînan Tunçdemîr a “Li ser êrişa Îranê li Hewlêrê ti name hatine ji we re?” got, “Na, min heta niha ti name wernegirtine.”

Wezareta Karên Derve ya Îraqê piştî êrişê dabû zanîn ku Supaya Pasdaran a Îranê di vê êrişa xwe de sivîl bêguneh kuştine û gotibû:

“Em vê tevgera Îranê wekî destdirêjiya li ewlehiya gelê Îraqê û ewlehiya herêmê bi nav dikin.

Gilîkirina Îranê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî di nav de em dê hemû rêkarên yasayî bidin ber xwe.”

Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemîr herwiha amaje pê kir ku nameya Îranê negihiştiye ber destê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *