12 ÎLONÊ 1980 destpêka darizandin û têkçûnê ye. (3)

Ji salên 1980 an vir de, heta îro, li bakûrê Kurdistanê rû bi rûbûna jîyanê ye.

Nexweşî, malwêranî, hilweşandin û wêneyên têkçûnê yek bi yek zêde bûn.

Ev partî û rêxistinên dikaribûn bi bangekê sed hezaran rakin ser lingan, di carekê de ketin nav bêdengîyekê.

Tirs û kelecanîya “paşve vekişandin”ê hewldan û tevgera rêxistinbûnê qels dikir.

Bê plan û bêproje, herkes li derfetên xilaskirina xwe digerîyan. Kadro, endam, alîgir û dilsozên bawermend, bi şêweyek ferdî li ser “sînoran” li rêgehên revê (derva) digerîyan.

Civat, di bin bandora tirs û zulmê de bê hêvî dibû.

Di zîndanan de hêvîya ku wê agirê têkoşînê geş bibe û hemû alî li dijî Derbê têbikoşin, di demek kin de, ber bi lawazbûnê ve çû.

Têkilîyên di navbera partî û rêxistinan de gelek qels û bi bêbawerî bû. Alîgirîya îdeolojîk û stratejîya îtîfaqan, li ser bingeha qaşo sinifan de hatibû hûnandin.

Berjewendîyên netewî, sîyaseta îtîfakên netewî, bawerî û nêzîkatîyên netewî, di bin bayê “rêxistinperestîyê” de wenda dibû.

Bandora pefçûn û şerê li derva, (di navbera rêkistinan de pêkdihat) bandorek xirab li zîndanan dikir. Di zîndanê de, piranî an jî girseyî, bi xwe re çavsorî û zulum tanî. Di zîndanan de, zîndanên biçûk ava dibûn. Êdî her rêxistin ji qawîşa xwe, ji girseya xwe mesûl bû. Bingeha pêwendî û helwestên hevpar nemabû. Partî û rêxistinên desthilatdar, bi serê biryar digirtin û li ser yên din ferz dikirin. Ev rewş, her ku diçû bê bawerî zêdetir dikir.

Di selêdanên malbatan û hevdîtinên parêzeran de, wêneyê “derva” hêdî hêdî zelal dibû. Bi giştî biryarên “paşve vekişandin”ê di pratîkê de bi hêz dibû. Xwe parastin, li destkeftinan xwedî derketin û berxwedanek li gor demê ya dûr û dirêj pêwîst bû. Lê mixabin, bingeha zîndanan, sosyolojîya girseya rêxistinan û asoya rêvebirîyê têr nedikir. Bê ezmûnî û hewldanên bê control, yên xweser destê dijmîn xurt dikir.

Bê aqûbetîya nav mala Kurdî, vîzyon û stratejîyên îthalkirî, tunebûna dîyaloga navbera rêxistin û partîyan,  domandina şerê îdeolojîk û yên çînî, tevgera netewî ji şopa xwe dûr xist û her çû rê li ber tevlîhevîyek bê kontrol vekir.

Bi giranî zanyarî û têgihiştina kadroyên sereke ne li gor pêwîstîyên demê bûn. Gelek ji wan ne amadeyî wan postan bûn û ji nişka ve ketibûn bin barên giran. Temenê wan, li gor tecrubeyek dirêj û asoyek vereh têr nedikir. Di karên pratîkî de, ji wan kadroyan gelek jê nikaribûn erkên xwe bi cîh bînin. Hinek jê, ji bo ji bin wî barî rabe nakokîyên ne xwezayî derdixistin û bi zimanekî îdeolojîk rê li ber derizandinên hilweşandinê vedikirin. Rêvebirîyek rûniştî û xwedî tecrube tune bû ku rê li ber wan derizandinan bigire. Pirî caran bê tahamulî û hestên bîhntengîyê rê li ber veqetandin û derizandinên nû vedikir.

Ji ber ku, di destpêkê de, ew kadroyên ne li hevkirî û bê tecrube, nikaribûn rêya çareserîyekê bibînin û bi hev bawer bibin. Destên tarî, di navbera wan de, tovên bêbawerîyê direşandin. Nakokîyên îdeolojîk, problemên kesayetî û sedemêm pûç rê li ber veqetandin û lawazbûnê vedikir. Kadroyên pêş, derî li ber guhertin û nuhbûnek li gor demê venedikirin, di navbera kadroyên nû û yên desthilatdar de gengeşîyên bîhntengîyê destpê kiri bû. Problemên bihatina çareserkirin bi berçavkên îdeolojîk dihatin xitimandin. Hêdî hêdî rizîbûn, hilweşandin, perçebûn, belavbûn û têkçûn roj bi roj ji xwe re, cîh didît, şopa xwe fireh dikir.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir