Netewbûn, Serxwebûn, Dewletbûn

Referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de dê li dar bikeve.

Piştî aşkerekirina roja referandûmê, gengeşîyên cûr be cûr jî dest pê bûn: Gelo wexta referandûma serxebûnê hatîye, piştî referandûmê dê yekser serxwebûn bê îlankirin, dewletên cîhanê dê serxwebûna Kurdistanê qebûl bikin, helwesta dewletên herêmê  yên bi pirsa Kurdistanê re rû bi rû ne di derbarê  îlankirina serxwebûnê de dê çi be, Kurd dê bikaribin weke dewleteke serbixwe xwe bi xwe îdare bikin, serxwebûn dê çi tesîrê li ser netewbûna Kurdan  û li perçeyên din yên Kurdistanê bike, Kurdistanîyên li perçeyên din û yên dîasporayê çawa dikarin piştgirîya referandûmê bikin…? Gelek pirsên bi vî rengî nuha di rojevê de ne.

Berîya ku em li bersîvên van pirsan bigerin, bêyî teredut,  weke wazîfeyeke netewî û dîrokî, divê hemû Kurd û Kurdistanî, li gel dengê ‘’erê’’ yên di referandûmê de bin.Tu pirsgirêk  nabe ku rê li ber referandûmê bigire; nabe ku referandûm bibe qurbanê nakokîyên di nav partîyên li başûrê Kurdistanê.

Referandûm rêya herî  aştîyane, demokratîk, meşrû û însanî ye ku, îradeye gelê başûrê Kurdistanê derxîne holê.

Ji bo ku wekî Çek û Slowakan , Kurdistan û Iraq jî bikaribin bi rêyên sîyasî û bi lihevkirineke aştîyane ji hevdu cuda bibin, referandûm ji bo herdu gelan jî  firsendeke dîrokî ye.

Gelo şerdên Kurdistanê , rojhilata navîn û cîhanê ji bo referandûmê û serxwebûnê misaîd in?

Hinek dewlet, partî û çavdêrên sîyasî dibêjin ku ‘’Ne wexta referandûmê ye’’. Lê bi rastî   ji van alîyan yek jî , nikarin sedemeke maqûl ji bo vê fikra xwe nîşan bidin.

Hinek dewlet ji ber ku ew jî rû bi rûyî pirsa Kurdistanê ne, nayê hesabê  wan ku, ew qeydên bi lingên gelê Kurdistanê ve girêdayî ne, li perçeyekî Kurdistanê bê şikandin. Ew baş dizanin ku serxwebûna başûrê Kurdistanê, dê çareserîyeke sîyasî û  aştîyane bîne ber derîyê wan  jî.

Hinek dewletên weke Emerîka û Dewletê Ewrûpî jî, bi giştî dibêjin ‘’Em ne li dijî  dîyar kirina îradeya gelê Kurdistanê ne; lê nuha ne wexta wê ye. Û divê hemû gav bi mitabaqata Bexda û Hewlêrê bê avêtin’’.

Hinek dewlet jî li gel van sedeman behsa ‘’Parastina Iraqeke federal û yekgirtî’’ dikin.

Ev fikir û sedemên ku ji alîyê hinek dewletan ve têne pêşkêş kirin, helbete ku ji alîyekî ve jî, wekî formalîteyeke sîyaset û dîplomasîya navnetewî  divê em şîrove bikin. Ango ne ew sedemin ku, di her şerd û mercan de van dewletan xwe lê rijd bikin û li dijî serxwebûnê derkevin.

Helbete ku alîyekî van pêşnîyarîyan jî , nîşana bêwîcdanîya sîyaseta navnetewî û berdewamîya sîyaseta dustandardîyê ye.Ew dewletên ku van sedeman tînin ziman, mixabin bi tu awayî, çareyeke mayînde jî ji tengasî û  pirsgirêkên ku gelê Kurdistanê rû bi rû bûne pêşkêş nakin.

Heger em li rastîya Başûrê Kurdistanê binerin, emê bibînin ku meseleya serxwebûnê êdî ji daxwazeke sîyasî bihurîye; bûye mecbûrîyeteke berdewamîya jîyana gelê Başûrê Kurdistanê.

Bexdayê Qanûna Bingehîn a Federal ya Iraqê binpê kirî ye, federalî tune hesibandîye,maddeya 140î bi cîh ne anîye, butçeya herêma Kurdistanê nedayê, butçeya pêşmerge weke beşeke ji butçeya giştî ya Iraqê qebûl nekirîye, Bexdayê Herêma Kurdistanê weke herêmeke federe nedîtîye,miameleya bajerekî weke Tikrîtê, Necefê lê kirîye.

Ji ber van sedeman jî, referandûm jî, îlan kirina serxwebûnê jî, êdî çareya herî paşîn e ku Bexdayê  gelê Kurdistanê mecbûr kirîye. Serxwebûn ji bo berdewamîya jîyana gelê başûrê Kurdistanê êdî bûye rêya man an nemanê.

Heger em ji însaf û xwestina Iraq, Îran, Tirkîye, Sûrîyeyê re bihêlin,  dê sed salên din  jî şerdên referandûmê û serxwebûnê çênebe.

Xêrnexwazên gelê Kurdistanê her carê êşekê, kemînekê, êrîşekê tînin serê  gelê başûrê Kurdistanê.

Ew dewlet û alîyên ku dibêjin ‘’ne wexta  referandûmê ye’’; nabêjin çima û kengî wexta referandûmê ye. Gelê Kurdistanê êdî her dem nikare qedera xwe bi plan û stratejîyên ne dîyar yên hinek dewletan ve girê bidin. Sibê du roj ne dîyare dê çi were ber gelê me. Ji ber wê jî, divê bêyî teredut ev refarandûm di 25ê Îlona 2017an de were li dar xistin. Divê paşde gav neyê avêtin.Paşde gav avêtin  dê bibe serkeftina sîyaseta xêrnewazên  Kurdistanê û dê bibe sebebê şikandina hestên netewî û dewletbûnê.

Îro wexta referandûmê ye; îro wexta îlan kirina serxwebûnê yê jî. Piştî  ku di referandûmê de bi dengekî bilind ‘’erê’’ derket, divê li gel Bexdayê guftûgo bêne destpê kirin û ji bo bi awayekî aştîyane, weke du dewletên cîran Iraq û Kurdistan ji hevdu cuda bibin divê dîplomasî û xebateke xurt bê meşandin.Divê Bexda ji bo  çareserîyeke weke nimûneya Çek û Slowakan bê îkna kirin.

Heger di referandûmê de bi dengekî bilind ‘’erê’’ derkeve, ev beyana îradeya aştîyane ya gelê Kurdistanê miheqeq dê tesîreke mezin a pozîtîf li ser sîyaseta dewletên cîhanê bike.

Em  di wê qeneetê de ne ku, piştî ‘’erê’’  ji referandûmê derkeve, tu dewlet dê weke nuha, negatîf li meseleya serxwebûnê nenêrin. Piştgirî û helwesteke pozîtîf dê zêdetir derkeve pêş. Em dikarin bêjin ku,  dewletên weke Iraq, îran, Sûrîye û Tirkîyeyê jî  weke nuha dê nikaribin helwest û peyamên negatîf nîşan bidin.

50 Milyon Kurdên cîhanê jî  ji bo  ku dewletên cîhanê bibin piştgir û alîkarên serxwebûnê, divê ji nuha ve xebateke berfireh bihûnin.

Tesîra dewletbûnê li ser netewbûnê çiye?

Miletekî bê dewlet wekî erdekî bê av, hişk, bê gîha,bê dar û bax e.

Miletekî bi dewlet wekî bax û bexçeyekî bi av, bi gul û kulîlk û dar û rez e.

Miletekî bê dewlet wekî çandinî û zîreeteke bes li hêvîya baranê be ye.

Zîraet û çandinîyeke  bêyî  makîne û techîzat, bêyî sîstema avdanê, bêyî dermanên pêwîst bifikirin. Heger baran nebare  yan ew genim û dexilê ku we çandîye dê hişk bibe, yan jî dê berê wê gelekî kêm be. Tew carina kurm û kêzik û heşere  jî pêkevin  an jî kulî bigirine ser; wê demê ji bo cotyaran jiyan dibe dojeh.

Baş e çandinî û zîraeteke modern çawa ye? Sîstemeke ku çi bi ava bîran, çi bi ava bi borîyan hatibe nav erdî, çi bi sistema dilopan, çi bi ya avreşanê erd têne avdan. Sîstemeke elektirîkê bi kar tîne. Sîstemeke ku makîne û techîzatên modern tê bikar anîn. Sîstemeke ku gelek dermanên li dijî heşere û kurm û kêzikan tê bi karanîn. Sîstemeke ku bi  teknolojîyeke bilind û metodên zanistî  tê meşandin.

Başe  ma sîstema modern ya çandinî û zîraetê û ya bêyî van îmkan û amûran, ferqa wê bi her awayî ne zelal e? Ferq û berhemên wan ne weke ferqa reş û spî li ber çavan e?

Belê, ferqa çandinî û zîraeta ku bêyî  îmkanetên modern, bes li benda baranê bimîne  û ya bi teknolojî, bi zanistî , bi sîstema avdanê , bi dermanên li dijî heşereyan, bi sîstema modern tê meşandin  çawa be; ferqa netewên bê dewlet û yên bi dewlet jî ewqas zelal û li ber çavan e.

Neteweke  bi dewlet ji nû ve vedijene, ji nû ve şax û rehên xwe yên netewbûnê  berdide, geş dibe.

Zanîn û lêkolîna dîrok û zimanê miletê Kurd, heta îro ya bi însafa dewletên serdest ve maye, yan jî hinek pisporên ewrûpî bi îmkanên kêm hinek xebat meşandine.

Her çiqas van salên dawî pisporên Kurdan jî dest avêtibêne jî, çi astengîyên dewletên serdest, çi jî bê îmkanîyan  rê li ber gelek lêkolînan girtî ye.

Dewleteke serbixwe ya Kurdistanê dê ji nû ve dîrok û zimanê miletê Kurd vekole. Zimanzan, dirokzan û arkeologên Kurdistanê, dê xwe bigihînin çavkanî, berhem û mîrasa miletê Kurd yên bi hezaran sal e dewletên serdest asteng kirine yan jî wekî yên xwe hesibandine, dizîne.

Dewleteke serbixwe ya Kurdistanê, dê bi rê û rêbazên zanistî, bêyî şik û teredut ,ji hemû cîhanê re îspat bike ku miletê Kurd bi hezaran sal e ku li ser vê axa xwe ya ku navê wê Kurdistanê dijî.

Dewleteke serbixwe ya Kurdistanê dê bi dehan Unîwersîteyan û dezgehên çandî, ziman, dîrok, kevneşopî, yên miletê Kurd û gelên Kurdistanê ava bike, dê li gorî vê demê ji nû ve bi rê û rêbazên hevdemî wan pêş de bibin.

Dewleteke serbixwe ya Kurdistanê dê nirxên netewî yên miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê biparêze, dê muzeyan ava bike; bi perwerdeyeke zanistî dê ji nû ve hestên netewbûnê geş bike.

Bi bername û koordînasyona dewleteke serbixwe ya Kurdistanê,  bi hûnandina hişmendî, hest û bîr û bawerîya netewbûnê;  rêzgirtin , xwedî li hevdu derketîn û piştgirî û parastina nav xweyî dê bibe beşeke ji jiyan û kultura  hemû Kurdistanîyan.

Kurdistan bi hemû pêkhateyên xwe ve weke baxçeyekî gulan e. Dewleteke serbixwe ya ku hestên netewbûnê  û edalet, demokrasî, wekhevî û azadîyê bi hevdu re birisîne, dê bikaribe bibe bihuşteke gul û kulîlk û teyr û bazan.Ev dewleta serbixwe dikare  li rojhilata navîn bibe nimûneya pêkve jiyaneke aşitîyane ya  milet û gel û dîn û mezhebên cuda.

Dewleteke serbixwe ya Kurdistanê, dê miletê Kurd jî, Kurdistanê jî ji nû ve geş û ava bike.

Dewleteke serbixwe ya Kurdistanê, dê bibe sitargeh,mal û warê her Kurd û Kurdistanîyekî li cîhanê dijî.  Dewleteke serbixwe ya Kurdistanê  ji bo 50 milyon Kurdên li cîhanê dijîn, dê bibe  kanîya ji xwe bawerîyê, kanîya hestên netewbûnê, kanîya geş kirina doza azadîyê.

Dewleteke serbixwe ya Kurdistanê, dê ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyên li perçeyên din ên Kurdistanê jî bibe nimûne. Hişmendîya şêwe û rêbazên aştîyane, sivîl, demokratîk  dê xurtir bibe. Girîngî û mimkun bûna  ku bi referandûmê her sê perçeyên din ên Kurdistanê  jî dikarin azad bibin dê derkeve pêş.

Belê, ferqa bêdewletbûnê û bidewletbûnê ewqas aşkere ye. Parastina referandûmê û  ya serxwebûna başûrê Kurdistanê, ji ber van sedemên ku min li jor anîne  zimanî, wazîfeyeke însanî, dîrokî, netewî, olî, mezhebî, civakî ya her Kurd û Kurdistanîyekî ye.

Gelê Kurdistanê amadeye dewleteke serbixwe birêve bibe?

Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ji sala 1991ê û vir ve, bi xweşî û nexweşîyên xwe ve,hîmên dewletbûnê datîne.

Helbete ku gelek pirsgirêkên navxweyî  yên aborî, sîyasî, îdarî hene. Û divê ji bo çareserîya van pirsgirêkan bernameyên maqûl û taybet bi mitabaqata hemû partîyan bêne çêkirin. Ev weke wazîfeyeke esasî li ser milên hemû partîyên başûrê Kurdistanê ne.

Lê belê, li gel pirsgirêkên naxweyî yên sîyasî, îdarî û aborî, li gel ku bi awayekî mayînde û pêwîst hêzên pêşmerge û butçeya Kurdistanê  nebûne yek jî, di avakirina dezgehên dewletbûnê de gelek gavên girîng û bingehîn hatine avêtin.

Ji bo dewleteke serbixwe tecrube û bingeheke mezin çêbûye.

Lê aşkere ye ku, îmkan û sîstema dewleteke federe ya nîcvo û ya dewleteke serbixwe nabin yek.

Herweha tu miletan  berîya dewleta xwe ava bike, temama dezgehên xwe yên dewletbûnê ava nekirine.

Meriv dikare bêje ku hinek miletan bêyî ku tu dezgeh û îmkanên wan hebin  dewleta xwe îlan kirine.

Heger em rewşa Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê û ya hinek dewletên Efrîka, Asya, Rojhilata Navîn û Latîn Emerîka bidine ber hevdu, Başûrê Kurdistanê , li gorî wan dewletan bi her awayî bi deh qatan zêdetir bêhna  dewletbûnê jê tê,  rengê dewletbûnê lê dikeve.

Di alîyê aborî de jî, imkan û potansîyela başûrê Kurdistanê têra deh dewletên weke başûrê  Kurdistanê dike.Bi xaza tebiî,bi petrolê, bi maden û nirxên ser êrd û bin erd, bi potansîyela xwe ya zîraetê, bi ava xwe, bi xwezaya xwe ya xwedî potansîyeleke mezin ya tûrîzmê ve,bi îmkanên damezrandina fabrîke û weberhênanê ve başûrê Kurdistanê dikare bibe dewleteke gelek dewlemend.

Bi îlan kirina serxwebûnê ve, dê dewleta serbixwe ya başûrê Kurdistanê weke guleke ji nûve geş bibe,di demeke kurt de xwe li rojhilata navîn de dîyar bike.

Pirsgirêk û nakokîyên navxweyî yên li başûrê Kurdistanê ji alîyê hinek kes û alîyan ve, weke sebebê li dij derketina referandûmê tê nîşandan. Herweha ev kes û alîyan dibêjin ‘’bi van nakokî û pirsgirêkan dewleta serbixwe  jî nikare bê îlan kirin’’.

Ev herdu fikir jî xelet in û ji rastîya dewletbûnê dûr in. Ew pirsgirêk û nakokîyên aborî, îdarî, sîyasî, civakî  yên ku li başûrê Kurdistanê hene, nabe ji 1/10ê pirsgirêkên navxweyî yê gelek dewletên heyî.

Li gelek dewletên ku temenê wan  nêzî sed sala ne, hîna jî ji bo guhertina desthilatdarîyê, darbeyên eskerî, hefs kirina hevser û rêveberên paye bilind, îdam kirina serokkomar, serokwezîr û wezîran rûdidin. Û ji ber van probleman, ji ber kirîzên aborî  tu sîyasetvan û hemwelatîyên wan welatan nabêjin ‘’em vê dewletê birûxînin, bila dewlet tune be’’ . Bileksê wê, bi mistewayên cuda  cuda,her yek li gorî bîr û bawerîyên xwe hem  li çareserîyên pirsgirêkan digerin, hem jî xwedî li dewleta xwe derdikevin.

Dewletbûn nayê wê wateyê ku dê hemû pirs û pirsgirêk ji holê rabin. Tu dewleteke ku pirsgirêkên aborî, civakî, sîyasî, îdarî, dînî, mezhebî  lê nebe, tuneye. Kurdistan jî dê pirsgirêkên xwe, piştî serxwebûnê jî hebin. Lê ya girîng ew e ku , em dewleta xwe, serxwebûna xwe, destkeftîyên xwe nekin qurbana  nakokî û pirsgirêkan.

Gelo serxwebûna  Kurdistanê  projeya hinek  dewletên weke Emerîka û Îsraîlê ne?

Dewletên ku bi pirsa Kurd û Kurdistanê ve rû bi rû ne, bi salan e, ji bo daxwaz û mafê meşrû yê azadîya gelê Kurdistanê binpê bikin, bişkînin, paşguh bikin û bêheval û piştgir bihêlin , gelek plan, stratejî û sîyasetên ne mirovane dimeşînin.

Van dewletan bi sîyasetên înkar, asîmîlasyon û îmhayê xwestine miletê Kurd û doza wî ya azadîyê ji holê rabikin.Her carê gotine ‘’Ev mesele meseleya terorê ye, meseleya paşdemayina aborî ye, destê dewletên derve yên dijmin di vê meseleyê heye. Dewletên dijmin dixwazin ji bo berjewendîyên xwe dewleteke Kurdistanê ava bikin’’.

Ev îdîa û gotinên  dewletên ku Kurdistan dagir kirine, di eslê xwe de , berevajî kirina meseleyê ye.

Dewletên ku bi Sykes-Picotê û bi Lozanê Kurdistan perçe kirine eve 100 sal e çavên xwe ji vê perçebûnê û ji bindestîya miletê Kurd re girtine. Ew dewletên ku Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye dibêje ‘’dixwazin dewleteke Kurdistanê ava bikin’’, her di bindest hiştina miletê Kurd de piştgir û alîkar û hevalbendên van her çar dewleta ne.

Dewletên ku Kurdistanê di bin destê xwe de dihêlin, ji bo ku rê li ber dostanî, hevalbendî û alîkarîya dewletên mezin û Kurdan bigirin, gelek planên qirêj pêk anîne. Herweha di her gavê de , xwestine Kurdan  bikin dijminê dewletên mezin.

Mixabin Kurdan  jî gelek caran bi navê çepîtîyê, îslamîyetê yan jî îdeolojîyên din , bi şîarên ‘’anti-emperyalîzm’’ê, rê ji planên xêrnewazan re xweş kirine, dijminatîyeke bê mane li dijî dewletên cîhanê meşandine.

Divê em bizanibin ku heta nuha hema hema tu miletan bes bi hêz û xebat û îmkan û qehremanîya xwe dewlet ava nekirine. Her dewletek bi alîkarî û hevalbendîya dewletekê yan jî hinek dewletan hatine damezrandin. Herweha hema  hema tu dewlet jî bes bi îmkanên xwe, bi hêza xwe nikare li ser pîyan bimîne.Her alîkarî û parastina hinek dewletên din jê re divê.

Ji ber vê rastîyê jî, divê Kurd heta ku bikaribin dijminên xwe kêm, dostên xwe zêde bikin. Divê di qada navnetewî de, ji xwe re li dewletên alîgir, piştgir û hevalbend  bigerin. Ew gotinên ku dibêjin, ‘’Dewleta Kurdistanê plana filan an bêvan dewletê ye’’, her kemîn in li ber kurdan. Divê em ji peywendîyan netirsin. Kê destê alîkarîyê dirêjî me kir, divê em destê wî li hewa nehêlin.

Kurd baş dizanin ku ev dewletên dagirker yên bi qetlîam, jenosîd û wêran kirinê bi sedhezaran Kurd kuştine, her tu carî nebûne dostên wan. Her dema ku Kurd bi alîkarîya hinek dewletan nêzî azadîyê dibin, cîh li van dewletên dagirker teng dibe.Wê gavê jî dest bi plan û êrîşên cuda cuda yên têkder ,stratejîk, sîyasî dikin.

Îro li başûrê Kurdistanê serxwebûn hatîye ber derîyê miletê me. Di serî de jî ew dewletên xêrnexwaz dibêjin ‘’Emerîka û Îsraîl dixwaze dewleteke Kurdistanê ava bikin’’ û bi vê propagandayê dixwazin  gelên misilman û hinek dewletên Ereban bikin dijminên gelê Kurdistanê. Lê ev gotinên pûç in. Dewletên Ereban, Îsraîl, Emerîka, Rûsya,Dewletên Ewrûpa,kî alîkarîya me bike, kî rêya serxwebûnê hêsantir bike, divê em wan dostê xwe bibînin,spasîya wan bikin. Ji ber vê alîkarîyê tiştekî ku em jê şerm bikin, bitirsin tune ye.

Dewletên ku bi pirsa Kurdistanê rû bi rû ne jî, divê dest ji vê tirsa xwe, ji vê siyaseta şîdetê û asê kirina çareserîya sîyasî berdin. Weke du milet û du welatên wekhev, werin bi rê û rêbazên aştîyane, demokratîk, sivîl, bi dîyalog û guftûgoyan, rêya çareserîyê li her perçeyên Kurdistanê  em vekin.

Rol û wazîfeya Kurdistanîyên li perçeyên din û yên li dîyasporayê dijîn di referandûma serxwebûnê de çiye?

Referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê , rûpeleke nû ye di dîroka Kurdistanê de. Rast e yên ku di referandûmê de dengê xwe bikarbînin , hemwelatîyên başûrê Kuridstanê ne. Lê ev deng dan, dê qedera hemû Kurdên cîhanê biguherîne.

Gelê me yê başûr jî, yên ji perçeyên din jî divê bizanibin ku, gava bi rêjeyeke bilind  ‘’erê’’ derbikeve,  weke erdhejeke xurt, derzeke mezin di vê  sîstema bindestîya miletê Kurd de  dê veke. Xêrnexwazên miletê Kurd vê rastîyê baş dizanin. Ji ber wê jî dixwazin bi planên qirêj navbera her çar perçeyan xera bikin, têk bidin.

Di prosesa xebata referandûma serxwebûnê de, gava 50 mîlyon Kurdên li cîhanê bi yekdengî û bi yek helwestî, bi awayekî  girseyî şîara serxwebûnê bilind bikin, dê ev ne bes weke daxwaza gelê me yê başûr, herweha  weke lêxwedî derketin  û piştgirîya  perçeyên din yên Kurdistanê jî bê fêhm kirin.Dewletên cîhanê dê vê îradeya gelê me ya demokratîk û meşrû zêdetir bidine ber çavan, lê guhdar bikin û rêzê lê bigirin.

Ji ber vê yêkê jî, organîze kirina kampanyayeke berfireh, ya ji bo piştgirî û lêxwedî derketina referandûmê ya girseyî, sivîl ya li her alîyê cîhanê, dê roleke dîrokî bilihîze.

Li her welatên ku mimkun be, divê Platformên Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê bêne damzerandin.Bi xebatên dîplomasîyê, bi mîtîng ,xwepêşandan, semîner, konferans û çalakî û propagandayên cûr be cûr, em piştgirên referandûmê zêdetir û berfirehtir bikin. Ji bo kampanyayeke serkeftî, divê hemahengî,peywendî û koordînasyoneke xurt di navbera partîyên başûrê Kurdistanê û yên perçeyên din de jî hebe.

Xebata piştgirîya referandûmê   di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de,bingehê hûnandina hestên netewî ,dîyalôg û lihev xwedî derketinê  jî  dê xurtir  bike.

Lê xwedî derketin û piştgirîya   referandûmê û ya serxwebûna Kurdistanê  wazîfeyeke dîrokî ye. Tu partîyên Kurdan , bi tu hincetê , nabe ku li dijî referandûmê , li dijî beyan kirina îradeya gelê Kurdistanê derkevin.Her gav û siyaseteke ku zerarê bide prosesa referandûmê, dê xizmeta xêrnexwazên Kurdistanê  bike.

Referandûm jî, serxwebûn jî mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye. Li ser navê çi îdeolojîyê kî li himber pêkanîna van mafan derbikeve,ev neheqî û bê wîcdanî ye.Her kesek ji bo miletê xwe çi dixwaze, divê bikaribe ji bo miletê Kurd jî bixwaze.

Dewletên Ewrûpa, Rûsya ,Emerîka û dewletên Rojhilata Navîn jî, divê wê neheqîya ku di Sykes-Picot û Lozanê de li miletê Kurdi hatîye kirin telefî bikin.Divê rêzê li îradeya meşrû û demokratîk ya gelê başûrê Kurdistanê  bigirin.

Êdî tîr ji kevanê derketîye; referandûm jî dê pêk were, serxwebûn jî dê bê îlan kirin. Ya baştir ewe ku hemû Kurdistanî jî, hemû dewletên cîhanê jî  xwe fêrî  Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê bikin.

28.06.2017

Mustafa Ozçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir