Nêçîrvan Barzanî û Plasschaertê têbîniyên li ser hilbijartinan gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê pêşwazî kir û wan mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kir û têbîniyên partiyên siyasî yên li ser wê pêvajoya axivîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Di civînê de rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêka hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn:

“Her du alî li ser pêwîstî û girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hevdeng bûn û tekezî li ser têbîniyên aliyên siyasî û hewlên berfireh ên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoyê kirin.”

Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî mijareke din a civînê bû.

Rudaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *