Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin!

Ereb êrîşan tînin ser kurdan û gundên wan bi alîkarîya artêşa İraq dagir dikin.

Madeya 140 çima pêknayê û ev pirsgirêk çareser nabe?

Ji Serokwezîrtîya Nûrî El Malikî bigire, heta Mistefa Kazimî, sîyasetmedar û partîyên Kurdan gotine; „me û vî serokwezîrî lihev kirîye, wê pirsgirêkên navbera Bexda û Hevlêr bên çareserkirin!“ (!)

Mixabin bi vî haweyî 16 sal derbas bû û ev pirsgirêk çareser nebûn. Partî û sîyasetmedarên kurdan, hin xwe û hin jî bi vê metoda pêşerojnedîtî Kurd xapandin. Ereban her êrîş anî ser Parêzgeha Kerkûk û Kerkûk û Şingal wek du birînên kûr di canê Kurdistanê de bêçareserî man.

Ev herêmên ji dervê sînorên hikûmeta herêma Kurdistanê, di bin alozîyan de, rû bi Rûyî êrîşên guhertinên demografîk hatin. Sîyasetmedarên Kurdan ti carî neşter li vê birînê nexistin û bi sîyaset û alozîyên nav İraq xwe xapandin. Partî û sîyasetmedarên Kurdan, bi piştgirîya dijminan, pirsgirêkên navxwe li henber hev bikaranîn û nehiştin sîyasetek Kurd, hevgirtî, ku pirsgirêkên xwe çareser bike derkeve holê. Dijmin jî her ji vê fêde girt.

Bi êrîşên DAÎŞ re artêşa İraq ev herêm neparastin û bû sebeb ku bi destê DAÎŞ û rêdana artêşa İraq li Şingal jenosîdek Kurdên Êzdî pêkwere. Artêşa İraq, hin li Şingal, hin li Mûsul û hin li deşta Neynewa, Tuzxurmato û Kerkûk çekên xwe radestî DAÎŞ kirin û DAÎŞ dest bi komkujîyan kir. Pêşmerge, di demek kurt de xwe birêk û pêk kir û li ser dirêjaya 1050 km, di sengerên şer de cîh girt. Bi hezaran cangorî da û hemû xaka li gor madeya 140, ku li hêvîya referandûmê bû, bi destê Peşmergên Qahreman hatin rizgarkirin. Hemû axa Başûrê Kurdistanê ket bin bandora Peşmergan.

Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, bi destê beşek xîyanetkarên nav YNK, ev axa ku bi xwîna pêşmergên qahreman hatibû rizgarkirin, bi xencerek xîyanetkar ji paş de li kurdan ket û ev deverên ku navên wan derbas dibe, Kerkûk jî dinav de di 16.10.2017an de radestî İraq bû.

Ji vê roja xîyanetê û heta niha li van deveran koçberî, kujtin, revandin û talan bû para kurdan û dest bi guhertina demografîya van herêman bû.

Şevê din carek din erebên hawirde bi hevkariya artêşa Iraqê hatin û bi çekan êrîş anîn ser rûniştîvanên Kurd li gundekî navçeya Tuzxurmato.

Artêşa Iraqê ji bona piştgirîya erebên hawirde bi çekan êrîşan tîne ser rûniştvanên navçeyê yên Kurd û deng ji parlemento, partî û sazîyê Kurdan nayê.

Li parlementoya İraq nûner û parlemenên Kurd hene, serokkomarê İraq pişka Kurda ye, lê Ereb bi piştgirîya artêşa İraq, êrîşa tînin ser gund û navçeyên kurdan û ev wek tiştekî rewa bêdeng derbas dibe. Kurdên van herêman rû bi rûyî qedera xwe mane û her demografîya xaka Kurdistanê têt guhertin.

Niştecîhên van herêman ji bona piştevaniya Kurdên li navçeyê diçîn wan gund û herêmên di bin êrîşan de û eşkere dibêjin; „em rê nadin ew Erebên hawirde vegerin navçeyê.”, lê deng ji sîyasetmedarên Kurd, rewşenbîrên Kurd û zane û pîsporên Kurd nayê!

Dewleta İraq, her butçeya Kurdistanê qut dike û kurdan bi birçîbûnê tehdît dike. Mûçeyên pêşmergan û karmendên dewletê nade. Ev helwesta dijminane a İraq, dibe sebeb ku Kurdistanê her di bin qeyranên aborî de, rû bi rûyî alozîyan were. Lê partî û sîyasetmedarên Kurd vê rewşê li henber hev wek rantek sîyasî bikartînin. Lê nayê bîra wank u berpirsîyarê van qeyranan Dewleta İraq bi xwe ye û divê hesab ji İraq bêt pirsîn!

Navçeya Şingal di bin girî û hêsiran de, rû bi rûyî birînên xwe hatin. Dehan caran soz hat dan, ku pirsgirêkên van navçeyan bên çareserkirin û kurdên Êzdî vegerin ser erd û malên xwe. Lê ev pêk nehat û her birîn kûr bû.

Kerkûk di bin tehdîdek mezin de, rû bi rûyî guhertinek demografîk hatîye. Beşek mezin ji erab û tirkmenên Kerkûk, bi alîkarîya sîyaseta erebên nîjadperest û şîeyan, dixwazin bingehê ji şerekî navxweyî re çêkin, ku Kurd bi carekê Kerkûk û Tuzxurmato biterikînin.

Sîyaseta Kurd, ji bona rewşa van herêman li hêvîya çi ye?

Li henber vê parlemenên Kurd yên meclîsa İraq, serokkomarê İraq yê Kurd, wezîrên İraq, serbazên İraq yên Kurd bêdengin. Helwestê danaynin û her rê ji van êrîşan re vedibe û ev êrîş meşrû dibin.

Kadro û sîyasetmedarên Kurd pozîsyonek bêçar nîşan didin. Çavê wan li sîyaseta Bexda ye û di çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hevlêr de, tenê destê xwe li ber bexda vedikin û ji Bexda doza „rahm“ê dikin. Ji bîr dikin ku sîyaseta Bexda, ew sîyaseta ku bi dehan salane ereban li ser Kurd û Kurdistanê meşandîye. Sîyaseta Enfale, sîyaseta Halepçe ye û Bexda ev sîyaset ranekirîye. Eger îro carek din sîyasetmedarên Bexda bihêz bibin, wê eynî karesatan li ser kurdan pîlan bikin.

Kurd divê ji dîroka xwe, ji ceribandinên xwe dersan bigirin. Kurd nikarin dehan caran dijminên xwe biceribînin! Her çar dijminên Kurdistanê, di herêmê de li henber Kurdan xwedî yek helwestin. Li henber Kurdan bi hev dişêwirin û bi hev re tevdigerin.

Divê Kurd ticarî ne li hêvîya merhameta dijminên Kurd û Kurdistanê bin. Dîroka me bi sedan salan di vî warî de tije dersin.

Em nikarin ji nûve carek din dijminên xwe biceribînin…

Şeyhmus Özzengin

02.08.2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *