Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast!

Joe Biden bû serokê Emerîka. Bi ekîba xwe re hat ser karê xwe. Di çar sal xebatên Donald Trump û ekîba wî de pir dosya nîvco mane. Ji van dosyayan yek jê dosîya Îsraîl û Dewletên Ereba ne. Dosîya Îran û piştgirîya Îran ya hêzên terorê li seranserê Rojhilata Naverast e. Ya din, dosîya Tirkîye û S-400 e. Dosya din, dosîya Sûrîye, têkilîyên Tirkîye-Rûsîya û Îran e. Têkilîyên Tirkîyê-Emerîka û têkilîyên Emerîka û HSD û YPG ne.

Ev dosîyayên ku li ser maseya Joe Biden û ekîba wî, li hêvîya çareserîyê ne. Yek bi yek, qedera kurdan jî tayîn dikin. Gelo wê Joe Biden ji ku û çawa destpê bike? Ev hîn ne zelale. Lê em baş dizanin ku pirsgirêkên mezin li pêşîya Joe Biden û ekiba wî ne.

Ji ekîba joe Biden, Antony Blinken, ku wezîrê Kar û Barên Derve yê nû ye; di kar û barên derve yê komisyona Senato de, li ser têkilîyên tirkîye pirsek ji Antony Blinken re tê. Di bersîva vê pirsê de Antony Blinken dibêje; „tirkîye mîna hêzek hevpeymanan tevnagere û hevalbendîya Tirkîye di gotinê de maye“(!) Ev gotina Wezîrê Kar û barê Derve yê Emerîka Antony Blinken ne zelale ku dixwaze çi bêje. Lê bi raya min têt wateya ku, „emê bi Tirkîye re rewşê nerm bikin û bi hev re bixebitin“(!)

Ekîba D. Trump pir hewl dan xwe, ku Tirkîye ji hinbêza Rûsîya û Îran derkeve û vegere gel Emerîka û hêzên Hevpeymanan. D. Trump ew nameya meşhûr, ku tê de ji Erdogan re digot; „eptal nebe, bi General Mazlûm re têkeve têkilîyê“(!) û nameya Mazlûm Ebdî, ku ji D. Trump re şandibû jî, ji Tayîp Erdogan re şandibû. Tirkîye di vî warî de tawîz neda Emerîka. Bersîva Daxwaza Serokê Emerîka D. Trump jî neda!

Tirkîye, di warê S-400 an de gav bi paşde neavêt. Di warê sîyaseta ser saha Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê de jî bi paş de gav neavêt. Di Tebax a 2019an de, di navbera tirkîye û Emerîka de lihevhatinek hebû. Lê tirkîye ev lihevhatin yek teref binpêkir û bi hêzên Tundrev yên Sûrîye re ket nav Axa Rojavayê Kurdistanê. Emerîka li henber Tirkîyê helwest dananî. Bi 100 hezaran Kurd koçber bûn û di kampan de, per perîşan dijîn. Bi hêzên tundrev re 80 ji % axa Rojavayê Kurdistanê ket bin bandora Tirkîye û van hêzên Tundrev. Ev tê wateya ku, di pirsa Kurd û Kurdistanê de Tirkîye bi qasî misqalekê bi paş de gavê navêje. Ekîba Joe Biden ev dosya dewr girtîye. Wê bi Tirkîye re çawa çareser bike? Emê di van rojên pêş de bibînin.

Rewşa îran hîn ji ya Tirkîyê bêtir tevliheve:

Di dema Obama de, Emerîka û pênc welatên Ewrûpa bi Îran re, li ser sînorkirina projeya Atomê hevpeymanek îmze kiribûn. Bi hatina D. Trump re; ev peyman yek teref bi destê Emerîka hat hilweşandin û Emerîka Ambargoyek piralî anî ser Îran. Îran xist bin qeyranên Aborîyê.

Aktorên stratejîya Şîe ya Rohilata Naverast yên Îranê li henber Emerîka dest bi çalakîyan kirin. Emerîka çar kes ji van stratejîstên Îran bi êrîşan kujt. Lê Îran dev ji tehdîd û çalakîyên xwe yên li dij emerîka berneda. Îsraîl jî, li ser axa Sûrîye û Libnanê, hebûna hêzên leşkerî yên Îran qabûl nekir û dem dem li henber van hêzan Operasyonên leşkerî pêkanî. Îran jî, li İraq û seranserê Rojhilata naverast, him dijîtîya projeya Emerîka ya di navbera dewletên Ereban û Îsraîl de kir û him jî bi gefan êrîşên ser kolsolxaneyên Emerîka meşand. Ev dosya jî niha ji Joe Biden û ekîba wî re maye. Wê bi Îran re rewşê nerm bike, an wê projeya ekibê D. Trump bimeşîne? Ev jî ne dîyare.

Ji bona ji nûve avakirina Rojhilata Naverast du pirsgirêkên sereke yên herêmê hene. Yek pirsa pejirandina dewleta Îsrail, ya bi dewletên Ereban re ye. Ev pirsgirêk xwînê dide rejîmên dîktator û Îslamîst yên herêmê. „Pirsa Filistîn“, çekek mezine di destê van rejîman de. Ji bona ku ev çek ji destê van dewletên misilman û Ereban derkeve, divê dewletên ereban damezirandina dewleta Îsraîl bipejirînin û bi Îsraîl re li herêmê hevkarîyek stratejîk ava bikin. D. Trump di navbera Dewletên Kendavê yên Ereban û Îsraîl de hinek gav avêtine, lê berfireh nebûye. Bê ku ev bêt avakirin, wê „pirsa Filistîn“ her wek çek li henber Îsraîl, ji bona li ser ling hiştina rejîmên Ereban bêt bikaranîn. Ev jî tê wateya ku, ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Naverast û avakirina aşitîyek bingehîn û emir dirêj ne mumkûne.

Pirsa din ya Kurd û Kurdistanê ye:

Ji bona çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê, li herêmê astengên herî mezin yek jê Îran û ya din jî Tirkîye ye. Ev herdû dewletên dijminên Kurd û Kurdistanê, ti carî bi rêyên aşitî û demokratîk nêzî çareserkirina vê pirsgirêkê nabin û tehemûl nakin, ku dewletek Kurd û Kurdistanî li herêmê bêt avakirin! Ji bona çareserkirina vê pirsê û hatina jîyanek aşitîxwaz li herêmê; divê Emerîka dev ji wê sîyaseta xwe a statûkoparêz berde û sîyaseta xwe a bi Tirkîye re biguhere. Helwesta ku li henber Îran hatîye danîn bidome û hîn jî serttir bibe. Eynî helwest were ser Tîrkîye jî.

İraq wek dewlet balans belawela kirîye, şîraza wê êdî nagire. Ne mukûne ku Îran bihêle, İraq wek dewletek demokratîk, li gor zagonê tevbigere. Emerîka û dewletên Hêzên Hevpeymanan ev 8 sal e qedera Herêma Başûrê Kurdistanê bi vê dewletê ve girê dane! Ev heqsizîyek mezine ku Emerîka û hevalbendên wê li henber Kurd û Kurdistanê dikin. Divê Emerîka vê rastîyê bipejirîne û bibe piştgirê avakirina Dewletek Kurd û Kurdistanî. Heta ku ev nebe, herêm ne mumkûne ku, ji nûve bêt dîzayn kirin û aşitî jî nayê herêmê.

27.01.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir