Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, roja 16.11.2024ê li Parîsê konferansek da.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Li Fransayê Alî Dolemerî, Nûnerên PDK-Îran, HAK-PARê û Komeleya Dostanîya Ermenî û Cihûyan, gelek sîyasetmedar û rewşenbîr û malbatên kurdan beşdarî konferans û şevbihirka PWKyê bûn.
Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Îhsan Aydin bixêrhatin beşdaran kir û konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.
Îhsan Aydin, bi kurtayî armanca konferansê anî zimên, paşê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk dest bi kofensa xwe kir.
Mustafa Ozçelîk spasîya Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Li Fransayê Alî Dolemerî, Nûnerên PDK-Îran, HAK-PARê û Komeleya Dostanîya Ermenî û Cihûyan û hemû beşdaran kir. Herweha ji bo vê organîzasyona konfreansê û şevbihirkê spasîya hemû rêvebir û endamên PWKyê yên li Parîsê kir.
Mustafa Ozçelîk, di destpêka axaftina xwe de, di demeke ku hema hema her kurdek behsa yekitîyan, hevkarîyan, tifaqan dike de, bal kişand ser girîngîya ava kirina PWKyê. Mustafa Ozçelîk got ‘Belê, hema hema herkes behsa yekitî, hevkarî û tifaqan dike. Lê mixabin di encamê de, huna, ji bo yekitîyên sîyasî û rêxistinî de jî, di derebarê hevkarî û tifaqên neteweyî de jî tu berhemeke beketî di destên me de tuneye. Di rewşeke weha de, PAK û TDK-TEVGERê, berjewendîyên neteweyî û niştimanî esas girtin û biryara yekitîyê dan. Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî di encama vê biryarê de, bi yekitîya PAK û TDK-TEVGER û kadroyên serbixwe hate damezrandin. PWKye, derzeke mezin li wê atmosfera neyênî ya di derbarê yekitîyan de xist.û vaye saleke jî damezrenerên PWKyê vê hişmendîya nû di nava xwe de dihûnin.Em hêvî û bawer dikin ku dê ev gava pîroz bi awayekî xurtir berfireh bibe, ji sîyaseta bakurê Kurdistanê re dê bibe nimûneyeke hêvîdar. Îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstîya me bi partîyeke xurt an neteweyî, demokrat, azadîxwaz, kurdistanî heye; PWK di vê meşê de gaveke, rawestgehek e.’.
Mustafa Ozçelîk, di berdewamîya axaftina xwe de, li ser gengeşî û behsên di derbarê ‘pêvajoyeke nû’ de weha got:
’Dîyare ku, Aqilmendên Dewleta Tirkîyeyê, bi destên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û bi erê kirina Serokkomarê Dewleta Tirkîyeyê Recep Tayîp Erdogan projeyeke nû anîne rojevê. Herweha partîya mixalefetê CHP jî li gel hinek têbinîyên xwe, piştgirîya vê projeyê dike.Lê tiştê dixuyî, tengasî û krîzên Dewleta Tirkîyeyê yên aborî, sîyasî, civakî, dîplomatîk û rûdanê vê dawîyê yên li Rojhilata Navîn, ji bo ji nû ve parastina berjewendîyên Dewleta Tirkîyeyê hatîye rojevê.Helbete ku Dewleta Tirkîyeyê ji berjewendîyên xwe gelek kartên cuda bi bêrîka xwe de veşêre.Lê helbete ku dê hesab û planên Dewleta Tirkîyeyê hewbin; lê belê, êdî Dewleta Tirkîyeyê dê nikaribe, vê sîyaseta xwe ya înkar, asîmîlasyon û dijayetîya kurd wek berê berdewam bike. Em bangî Dewleta Tirkîyeyê jî bangî PKK, Ocalan DEM Partîyê jî dikin da ku, heger dê hinek gav bêne avêtin, divê ji bo çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê bêne avêtin. Helbete ku divê mafên însanî û hiqûqî yên Ocalan jî yên Demîrtaş û hemû kesên di zînadanan de jî bêne dayîn; divê hemû kesên ku ji ber fikrên xwe, ji ber xebatên xwe yên sîyasî, demokratîk, sivîl hatine girtin, hatin ceza kirin bêne berdan û divê hemû dozên hatine vekirin ji holê rabin, kesên ku ji ber cezayên ku xwarine mecbûr mane ku welat^exwe terk bikin, bila bikaribin vegerin welatê xwe.Em dibêjin divê mesele bi rakirina tecrîda Ocalanî ve neyên teng kirin û asê kirin. Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê rawestîne. Divê PKK dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê bîne.
Divê Dewleta Tirkîyeyê ji bo çareserîyeke sîyasî, demokratîk, sivîl, nûnerên gelê Kurdistanê, hemû partîyên kurdan, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar ên li Kurdistanêmixatab bigre.Divê hevdîtin ne li pişt derîyan, bi awayekî veşartî; bi awayekî vekirî û şefaf bi hemû alîyên kurdan re bêne meşandin. Divê îro ji bo rê ji çareserîyeke mayinde re vebe, nasnameya kurdan, perwerdeya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê de bêne bicîh kirin û garantî kirin. Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû peymanên navneteweyî yên îmze kirine, bicîh bîne.
Divê azadîya ramanî, rêxistinî bê garantî kirin û qedexeyên li ser navê Kurdistanê ji holê rabin û partî û dezgehên bi navê Kurdistanê bikaribin bi awayekî azad xebatên xwe bimeşînin. Dewleta Tirkîyeyê bêyî ku şerê PKKyê bike bahane, div^eji bo bicîhanîna van daxwazên acîl ên miletê kurd gavan bavêje.
Herweha divê PKK, Ocalan, DEM Partî jî, ne bes rakirina tecrîda Ocalanî; berîya her tiştî van daxwazên rewa ên miletê kurd derxînin pêş.
Ji bo çareserîyeke mayinde ya pirsa kurd û Kurdistanê jî divê hevdîtinên bi garantorîya hêzên navneteweyî û Rêveberîya herêma federe ya Kurdistanê bêne meşandin.’
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, bal kişand ser girîngîya pewywendîyên nevneteweyî û tifaqa navxweyî ya kurdan û got:
’Dîroka me gelek caran daye îspat kirin ku, di bidestxistin û rêlibergiritina mafên neteweyî, demokratîk ên miletê kurd de dewletên mezin geşlek caran rola tayînker lehîstine. Bi taybetî di sala 1991ê de, beşeke Başûrê Kurdistanê bi rêlêvekirina Emerîka, Fransa û dewletên hevpeyman hate rizgar kirin. Di sala 2003yê de, piştî ku rejîma Sedam Husênî, bi destê Emerîka û hevpeymanên wê ve hate rûxandin, wek ferMî federalîya Herêma Kurdistanê di qanûna Bingehîn a Irraqê de hate bicîh kirin û hemû dewletên cîhanê ev mafê federalî yê herêma Kurdistanê bi awayê fermî qebûl kirin.Qebûl kirina mafê federalî, derzeke mezin li Peymana Lozanê xist û ev derz hêdî hêdî ber bi Rojavayê Kurdistan^eve diçe.
Şerê Îsraîlê yê bi Îran, Hamas, Hizbûlahê dikare vê derzê bigihînî Rojhilat û bakurê Kurdistanê, dikare derza li Başûrê Kurdistanê mezintir bike û şikestina beşeke vê peymanê bi xwe re bîne û li Rojavayê Kurdistanê jî derzâ ku li peymanêketîye kûrtir bike.
Di demeke weha hesas de, îro hêzeke herî mezin a di destê kurdan de de ewe ku li cîhanê dostên xwe zêde, dijminên xwe kê bikin; hêza din ya esasî jî, pêk anîna tifaqên neteweyî, demokratîk, niştimanî navxweyî yên li her perçeyekî Kurdistanê; li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê hevkarîya li ser daxwazên acîl ên kurdan  û hemahengî, koordînasyon, dîyalog û hevfêhm kirina di navbera her çar paerçeyên Kurdistanê de ye’.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, bal kişand ser girîngîya xebatên li dîasporayê û got:
‘Xebatên li dîasporayê ji bo piştgirîya doza azadîyê ya li her perçeyên Kurdistanê hêzeke gelekî girîng e. Lê, xebatên dîasporayê pir alî ne. Ne bes ji piştgirîya têkoşîna li perçeyên Kurdistanê pêk tê. Xebatên lobîyê û dîplomasîyê heykelekî esasî yê xebatên li dîasporayê ne. Em baş dizanin ku em di qada navnetewî de, em çiqasî dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin,dê rêya azadîya miletê me û welatê eme ewqasî hêsantir û kurtir be.Herweha xebat, têkoşîn û lêxwedî derketina mafên însanî, hiqûqî, demokratîk yên kurdên li dîasporayê jî beşeke esasî ya xebata li dîasporayê ye. Lingekî esasî yê xebata li dîasporayê jî, ji lêxwedîderketina ziman, kultur, dîrok û hişmendîya neteweyî ya miletê kurd e. Divê hemû malbat û dezgehên kurdan fêbûna zimanê kurdî, weke wazîfeyeke esasî bikin beşeke jîyana xwe.
Bi ya me, bi vê perspektîf û rêbazê divê hemû dezgehên neteweyî, niştimanî yên li dîasporayê bibin yek û temsîlîyeketek bihêztir ava bikin.Em bangî hemû dezgehên li dîsporayê dikin da ku ‘’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyê bikin bila di nav dîyalogê de bin; yên nikarin nev dîyalogê de jî bin, bila dijminatîye hev nekin’.