Muslumanîya Leşkerê Tirk û Parçekirina Dînê Îslamê

Di zîndana Amedê de ya leşkerî (5 Nolî 1982), piştî demekê, ji bo ku hêsîrên Kurd di veketandina ser pişt ya nîzamî de razana û kesek şîyar nema, ji bo ku kesî xwe nekuşta, divîyabû her şev heta sibehê sê kesan nobet bigirta, kengî gardîyan bihatana kontrolê, tekmîl û agahdarî bidana.

Çimkî gelek mirov nema îşkence û bêrûmetî tehamul dikirin, loma xwe dikuştin. Hinek ji nişkê de dîhn dibûn û êrîşî hevalên xwe dikirin. Hinekan jî carina êrîşî muxbiran dikirin.

Razana nîzamî jî, divîyabû li ser doşekê, di bin betanîyê de, li ser piştê, dest û ling rast û bi rahnan ve şidandî razana. Yên ku ne di vê pozîsyonê de ba, ji alî nobedaran, divîyabû bihata şîyarkirin û têketa rêza nîzamê. Yan na ku gardîyana di kontrolê de, yek bênîzam razayî bidîtina, berê nobetdar dihatin cezakirin, yanî lêdan dixwarin û dûvre, kesê razayî, ji xew dihat şîyarkirin û lê didan!..

Lê ji bo ku gardîyan ji rêvebirîya zîndanê fermana îşkencekirina zîndanîyan sitendibû, tu kêmanî tuneba jî ji xwe re egerekî îşkencê derdixistin.

 

Rojekê nîvê şevê derbas bûbû. Çend gardîyan berkaza derîyê xewxanê vekirin. Me nobedaran, çû kabokên xwe li hev dan û bi dengê bilind tekmîl da. Me got:

“Filankes ji filan derê, ji ferman û awira we re amade ye; bûyer nîn e, fermandarê min!” “Fermandar” jî leşkerekî gardîyan bû. Ji nobedarê hevalê min re got:

-“Pêşde were, ez`ê binerim bê ka tu musluman e yan na, loma ez`ê pirsna ji te bikim; ger te pê dernexist, min kir dayika te! Ka bêje, şertê Îslamê çend in û çi  ne?” Wî jî got, 5 in, Şehadet, Nimêj û Rojî, Hec û Zekat e. gardîyan domand: “Rojê çend caran limêj tê kirin, di çi deman û her demê çend rekaet tê kirin?” wî jî got:

-“Sibehê dudu, nîvro çar, esir çar, rojava sisê û raketina çar rekaet limêj tê kirin, fermandarê min!” Gardiyan got:

-“Min di dêya te kiro, min zanîbû tu kafir e! Hejmara rekaetan ku te gotin, nîvê wan bûn dê qahp!” Ez derketim pêş û min got:

-“Fermandarê min, mezhebê te Henefî ye, yê me Şafiî ye, loma yên zêde, ji bo me ne ferz in, sunet in!” Gardîyan ji min re got:

-“Kafir kurê kafir, cudaxwazîya ji dewleta tirk nebes e, îja hûnê dînê îslamê jî parçe bikin! Tu jî xwe ji cezayê re amade bike dêqahp!”

Ji xwe gardîyanan berê xwe amade kiribûn. Loma benê xwe ji bêrîkên xwe derxistin û guhê me herdû nobedarên hêsîr, ji kokê de baş şidandin û hêdî, hêdî kişandin. Bi benan re çermê guhê me, ji kerrika guhê me dihat şeqitandin!..

Lê werê êş û janek mezin dida me, mîna ku mejîyê me di guhê me re bikişîne, qîrîn, hawar û lavelava me bû!..

Piştî tîhbûn, birçîbûn, merş, talîm, xeber û lêdana rojekê û bi ser de, du saet nobeta şevê û guhkişandin û hestên bi tirs û fedî, bi bêhêvîtîya ji pêşerojê ez ketim nava nivîna, di temenê de ez di xew re çûm! Min xewnek dît:

Di şevek reşî tarî de di nava deryayê de, piştî bahozekê keştîya me binav bûbû. Li rûyê deryaya reş ku pêl vedida, di bin tava heyveronê de parçeyên keştîyê, bar û mirov dihatin xuyakirin.

Dunya ewr bû û çilapekên baranê dihat. Sura bayekî sar pêlên avê li rûyê min dida.

Min dît ku hinekî ji min dûr, li alîyekî kurê min û li hêlekê jî kevanîya min û pitika wê di himbêzê de, di nava pêlên deryayê de, di avê dadibin û dertên ser avê; di nava pêlan de geh wenda dibûn û geh xuya dibûn! Destê xwe bi alî min de radikirin, ji bo ku ez wan rizgar bikim, alîkarî ji min dixwestin! Ji bo ku ez wan rizgar bikim û xwe bigehînim wan, her çend ku min bi alî wan de avjenî dikir, pêlên deryayê em bêtir ji hev dûr dixist. Loma temamê hewldana min vala derket û me hevdû wenda kir!

Heta şeveqê lêxist, min avjenîya xwe berdewam kir. Ez gehîştim reşayîyekê, mîna giravekê bû. Gava ez derketim reşayê, min bala xwe dayê ku ew reşayî mîna sergoyekî şewitîye, her der bi arîya şewateke mezin hatîye pêçan. Li wê reşayîyê ne kevir, ne pincar, ne kurm û kêzikek, ne jî teyr û tebayek xwanê bû. Her der reqîrût bû. Mîna ku heyvanê jîyanê li wir pêde nedibû.

Ez, bi hêvîya ku jîna xwe û zarokên xwe bibînim, nêzî delav qederekî meşîyam.

Di nava çola şewitî de, ez li gundekî biçûk, xanîyên wê yek qat ku ji kelpîçan avabûbûn, rast hatim. Li nava gund û dora gund erdek repin hebû. Ne mirîşkek, ne heywanek û ne jî zarorek xuya bû. Hawîrdor bêdeng û mirî bû. Lê hinek mirov, li vir û li wir belavbûyî, serê wan di ber wan de, bi rûyên xemgîn, bêarmanc û bêmebest, virde û wêde diçûn û dihatin. Mîna ku belayek mezin hatibe serê wî gundî û di şûnekê de bin. Tev mîna ker û lalan, bêdeng diponijîn. Ez pêrgî mirovekî bûm û min jê pirsî:

-“Ma li vî gundî çi bû ye, çi qewimîye?” li min vegerand û got:

-“Ma qey tu nizane bê çi bûye!? Em mahf û perîşan bûne, ar û namûsa me di ber lingan de çûye! Leşker..! leşkerên tirk..!” Bi dengê berpirsîyarê qawîşê re, ez ji xewna xwe çeng bûm!..

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir