MIHEMED SELÎM ASLAN

MIHEMED SELÎM ASLAN

Di nava rêhevalên me yê şehîd bû, yê ku mirina wî herî bi êş û jan bû, rêhevalê me M. Selîm ASLAN bû. Ew ji dema 14 Adar 1980 birîn bû û heta 5 Mijdar 1985 (fermî 1987) jîyana xwe ji dest da, di nav nivînan de veketî, di rewşa felcî bi êş, kul û keder jîya.

Rêheval M. Selîm ASLAN, li Xursê gundê İzêr yê Mêrdînê ji dayik bû. Lawê malek xizan ku debara xwe bi çandinîya tûtin û baxçevanîyê dikir. Dibistana Pêşî li gundê xwe, dibistana Navîn û Lîse li Qoser xwend. Seranserê salên xwendinê, havînan li gundê xwe beşdarî tekoşîna karê debara mala xwe dibû. Bi karê çandinîya tûtin û bexçe mijûl bû.

Rêhevalê Selîm, berî ku beşdarî tevgera me bibe, alîgirekî “Apoyîyan” bû. Dema Belavoka Avabûna PKK hat weşandin, da xuyakirin ku beşdarî lênerînên vê belavokê nabe û ji wan qetîya. Pêwendîyên wî bi tevgera KUK re di dawîya sala 1978 de destpêkir. Di warê îdeolojîk û teorîk de, di demek kurt de xwe bi pêş xist, di rêxistina KUK de, bi çalak cîhê xwe di tekoşîna Kurd û Kurdistanê de girt. Mirovekî ji xwendin, lêkolîn û munaqeşê hez dikir. Dema Lîse dixwend, mala ku li Qoserê kirê kiribû, mîna malbendek perwerdê ya rêxistinê bû. Kesayetek serbixwe difikirî, karîbû însîyatîf bigirta, pêşniyar û çareserîyên guncaw bikira. Xwedîyê ruhekî şoreşgêr û mîlîtan bû. Mirovekî xwedî karakterekî xwîngerm, bi lebat û mêrxas bû. Ji bo merivekî livdar bû û bi lez dimeşîya û tevdigerîya, di nava hevalê xwe de wek “SELÎMÊ LEZGÎN” (HIZLI SELÎM) dihat naskirin.

Rêheval M. Selîm ASLAN, beşdarî hemû çalakîyên komela DDGD û yê rêxistina KUK dibû. Di xebat û çalakîyên li herêmê ji alî rêxistina KUK li dar diket, tê de aktîf cîh digirt. Ji van çalakîyan: zevîyên wek “malê xezînê” dihat zanîn, ji axa û hevalbendên dewletê werdigirt didan gundîyên xizan. Berxwedana karkirên demsalî yên çinîna nok û nîskan; Greva Karkirên Berhimandina Êm (Yem Sanayî). Di amadekirin û serketina van çalakîyan de wek mîlîtanekî cîh girt.

Selîm, li herêmek ku pêwendîyên eşîrtî xurt û nakokîyên malbatî lê zêde dijîya. Tevlî guvşa malbat û derdora wî, nebû alîgirê nakokîyên malbatî. KUK, li herêmê, di çareserkirina pirsgirêk û nakokîyên malbat û eşîrtî de, hertim li çareserîyên aştîyane û rizamendîyê digerîya. Hevalê me Selîm jî şoreşgêrekî bi serfirazî heman şêwe bi kartanî. Wî, pevçûnê navbêna gund, malbat û eşîran, perçak ji sîyaseta mêtinkaran ya “dabeş bike, bera hev bide û rêve bibe” ku li Kurdistanê dimeşand didît. Pêşî li hember mala xwe û piştre li derdora xwe, ji bo van nakokîyên malbatî tune bike, çi ji destê wî dihat dikir û di vê xebat û helwesta xwe de jî têra xwe serfiraz bû. Herî zêde, bîhna wî li ba heval û malbatên hevalê wî derdiket…

Rêheval M. Selîm ASLAN, 14 Adar 1980 tevlî rêhevalê xwe Evdilqadirê Remê Xelefo, ji alî grûbek çekdarê PKK ve di kemînekî de hatin gullebarandin û giran birîn bû. Ji bo ku ji paşî de li wan teqîn hat kirin, rêheval Selîm ji pişta xwe birîn bû. Gulleh li derzika piştê ketibû, zerar li mejîyê derzikê kiribû. Li Nexweşxana Dewletê ya Mêrdîn 25 roja raza. Piştre li Nexweşxana Numûnê ya Ankara Navenda Rehabîlîtasyonê 6 heyvan tîmar bû. Tevlî tîmarek baş jî ji pûçbûna ji navê berjêr xelas nebû. Pênc salan li malê veketî ma. Tevlî rewşa xwe ya pûç û veketî, seranserê 5 salan ku li Dadgeha Awarte ya Amed doza KUK ya giştî hat meşandin ew jî beşdar dibû.

Dema li Nexweşxana Dewletê ya Mêrdîn radiza, ji alî polîsê sîyasî ve di lêpirsînên giran re hat derbaskirin. Wî, tevlî kesên bera wî dan, di derbarê tu kesî de û rêxistinî de tu tişt negot. Wî pir baş zanîbû ku di nava tu mercî de ji hêzên mêtinkar re tu agahî nayê dan. Heta roja ku jîyana xwe ji dest da, girêdayî vî prensîbî ma.

Piştî kul û kederek 5 salan di payiza 1985 ji jîyanê xatir xwest û beşdarî karwanê şehîdên Kurdistanê bû. Rêheval M. Selîm, dema mir, bi keça apê xwe re nîşanî bûn. Rêheval M. Selîm, tevlî rewşa xwe ya duvdirêj felcî û veketî ma jî ji derbasbûn û tekoşîna xwe tu carî poşmenî rê neda. Ya herî girîng di wê rewşê de jî ne dilê xwe bi xwe şewitand û ne jî destûr da kesî ku dilê xwe pê bişewitîne. Hertim ew Selîmê mêrxas û serbilind bû. Zanîbû hêvî û moralê xwe hertim zindî bihêle. Loma werê digot:

“Rewşên werê kare bê serê her şoreşgêrî. Her şoreşgêr hîn li serê sedê, divê ji êşan, îşkenceyan, birîndarîyan û mirinan re amade be. Ez bi zanîn ketim vê rêyê. Ez tucarî poşman nebûm û nabim jî. Di rêka rizgarîyê de, li pêşîya her şoreşgêrî çendîn tahlûke hene. Xemgînîya min a yekane ew e ku ji niha û pê de wek fizîkî ezê ji tekoşîna şoreşgêrî dûr bimînim. Li bi mejî, hêvî û bawerîya xwe dîsa jî di nava vê tekoşînê de me!”

Bi rastî jî  Rêheval M. Selîm ASLAN, vê bawerî û bîryardarîya şoreşgerî, heta kêlîka ku mir jî parast!

WEDAKIRINA JÎYANEK CIWAN

 

Di dilê min de êşek heye

Êşek gelek giran, êşa mirinê

Mirin li pêşîya her jîndarî ye

Lê gava temen biqede!

 

Gava mirinê te ji me qetand

Tu di bihara temenê xwe de bû

 

Bêhna te fereh bû, lê te dilezand

Ji bo pêkanîna armancên xwe

Dilê te bi hemû mazlûman re lêdida

Jana gelê kurd daxkiribû dilê te

 

Hertim te dixwend û lêdikola

Çimkî tîhna te nedişikest ji zanînê

Hertim berbe rohnîyê te bazdida

Tu têrnebû ji lêgerîna rastîyê

 

Çendîn gelek armancên te hebûn

Ewçend jî neyarên te hebûn

Lê te ji neyar bêtir bi kulîlkan re diêşand serê xwe

Bi hêza evîna xwe te wan xwedîdikir

 

Te gelek diberxweda, lê mirinê zora te bir

Bi rastî yê wendakir em bixwe bûn

Hêjayiyek bêpîvanbû yê me wenda kir

Tu bi tu tiştî nayê serbiserkirin!

 

Xidir ÛSO

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir