Mêvantîya konê “YEKRÊZÎ-ÇAKSAZÎ Û SERXWEBÛNÊ”

Cano Amedi

Hakîm Goran, Hakîmê Şoreşê, Pêşmergê salên 1980 an, Penaberêrek Kurd, dilsozê doza kurd, çalakvan û aktîvîstê berbanga serxwebûnê  Suphî Ebdullah an jî bi navê li ser Facebook ê

RAMJAR AKREYÎ, damezranêrê  konê “yekrêzî, çaksazî û serxwebûnê”

Şeva yekê gulanê 2019 an de li başûrê Kurdîstanê bûyerek trajîk qewimî û li pey xwe êşek giran hişt. Bi rastî bûyerên bi wî rengî û pejirandina helwestên bi wî rengî mirov nikare hilbijêre û bi pesinîne. Lê divê mirov li ser bûyerên bi rengî bisekine û analîzên îlmî bike. Lêgerîn, nîrxandin û şîrove kirinên dicîh de,  mirov ber bi çareserîyên rasteqîn dibe. Ewrên polîtîze pirî caran  rê li ber teyrok û lehîyan vedike.  Bandora bêdengî û bê helwestî dêrûnîya civatê tevlîhev dike.

Çalakî û dijberîyên demkî pirî caran ji alîyê civatê û desthilatdaran ve bi aqlê selîm nayê şîrove kirin. Berjewendîyên giştî û yên netewî bin pê dikin û berjewendîyên kesayetî li pêş digirin. Ev helwestên hanê gava ji alîyê civatê ve bêsandin aktorên  wekî îxaneta 16 cotmehê li ser qedera civatê dibin desthilatdar. Hinek mirovên dilsoz bi derzîyan bîran dikolin lê hinek kesê û alîyên di genetîya wan de tovê îxanetê û genên cashşîtîyê hebin welat difiroşin. Lê hinek kes jî ji bo xewn û xeyalên dewleta Kurdî jiyana xwe serûbin dikin. Ev naqokî li pragdîgma başî û xirabîyê hatîye ava kirin.  Gelek bûyer û guhertinên li der dora me dibin encamên wê felsefêye. Ji ber van sedeman pirî caran çalakî û hewldanên ji bo pêşerojê di wexta xwe de nayê fam kirin. Lewra xewnê azadî û serxwebûnê di dîroka netewan de gelek girîng û jîndare!

Li ser tora civakî,  di sosyal medyayê de min nûçeya xwekuştina Ramjar Akreyî dît û ez gelek xemgîn bûm. Pişt re li sosyal medyayê vîdeoya xwekuştinê derket holê. Bi rastî naskirina min ya li gel Ramjar Akreyî bi şêweyek tesadufî çê bû. Rojek ez û çend hevalên heremê em bi hevre çûn pişt seda  (bendav) Dihokê. Bi qasî nîv seet em ber bi çîya ve çûn, li hevraza çîya konek bi alên Kurdîstanê hatibû xemilandin bala min qişand, hinek nivîsên bi tîpên erebî hatibû nivîsandin û paçikên dûrûşmên sîyasî li ser hatibû nivîsandin hebûn, min ji hevalên heremê pirsî gelo li serê vî çîyayî ev al û ev konê hanê çiye? Bi rastî min weke bargeha parazvanên jîngehê texmîn kir lê belê hevalên heremê gotin: “Mamoste ev birader ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ji Hollanda hatîyê û li vir konê xwe danîyê û dibêje: “Heta  serxwebûna Kurdistanê neyê ragihandin ez ji çîya danakevim!” Bi rastî ev bersîv bi min re kelecanîyek germ çêkir û min bi lez got: Em dikarin herin cem wî camerî, ez dixwazim wî biraderî nasbikim û silavek germî lêbidim. Biraderên li gel min gotin: “Belê em dikarin herin wir, jixwe rojane gelek cemaatên gel, tên vir û serdana wî dikin. Komelên sivîl, çapemenî û medya ragihandinê tên hevpeyvîn pê re dikin, çendî car di  televîzyonan de nûçeyên wî derketine.”  Ev bersîv  kelecanîya min zêde kir min xwest wî camerî nasbikim.

Em ji seyarê peya bûn bi qasî bîhna cigarekî meşîyan. Tarîtîya êwarê hêdî hêdî bandora xwe nîşandida. Reşaya hewayê asoyê mirov teng dikir. Em nêzîkî konê wî bûn, mirovek şewka glover li serîde, çek didest de, berbi me hat û bang kir: “Hevalno xwe bidin naskirin, hûn kîne? Ji kîjan cemaatê ne? Me xwe da naskirin, sedemên serdana xwe got: “Em dixwazin silavek germî bidin cenabê we û armanca çalakîya we fêr bibin.” Bersîva wî: “keremkin werin” Em derbasî hewşa Hakim Goran bûn, derdorên kon bi têlên hesin hatibû dorpeç kirin. Li ber kon agirekî geş hebû, em li kêleka agirê êzingan rûniştin û me xwe da nas kirin. Biraderekî çend wêneyên min û Hakimê şoreşê kişand. Çaydan li kêleka agir bû, qedexek tije kir,da ber min. Min pirsî wî bersîv da.  Derheqê armanca çalakîya xwe de, dûr û dirêj axifî. Bi taybetî mijara dewletbûnê, yekrêzîya mala Kurdî, çaksazîya sazî û dezgehên fermî, pêwîstîya serxwebûnê û hwd  me mijar li mijarê zêde kir. Derheqê îxaneta 16 cotmehê de, di derheqê aktorên îxanetê de  em peyivîn. Sohbeta me çû salên 1980-1986 an. Behsa malbata xwe kir, jiyana Hollanda, hevalên kevin, berpirsên îro û bêdengîya wan. Gilî û gazinên xwe yek bi yek got. Pişt re di derheqê dema peşmergetîyê de em axifîn. Behsa rêxistinên bakûr kir.  Qala kuştina du hevalên min yên rêxistinî kir, çewa û ji alîyê kê ve hatibûn kuştinê. Di bin serokatîya nebîyên îtîhat terakî de,  behsa kuştina wan her dû hevalên pêşmerge kir. Min jê pirsî balafirên tirkan van çîyan bombebaran dikin û  cemaata “heval”an li van derdoran hene an na? Got: “Ew li pişt çîyayê hanê ne. Mesela wan mesela xal û xarzane! Bila ji dûr bisekinin bese û dûre çeka xwe nîşan da, got: “Di destê min de ev e, ezê xwe biparêzim.”  Min jê re got: “ezê li ser medyaya civakî qala çalakîya te bikim û mesajên te par bikim. Mamoste tû dibêjî heta ragihandina serxwebûnê çê nebe ez ji çîya danakevim! Lê belê, tû jî baş dizanî Kurd zûbizû mesajên yekrêzî, çaksazî û dewletbûnê bi cîh naynin, ez di tirsim tûyê demek dirêj li serê çîya bijî.”  Kenîya û got: Tu mafdarî! Ji bo serdana min kêfxweşî û spasîya xwe pêşkêş kir. Pişt re me jimara telefonên xwe da hev û min jê xatir xwest û em bi rê ketin. Bi rastî, ev serdana tesadufî  ji bo min gelek girîng bû.

Seetek şûnda em vegerîyan bajarê Dihokê. Me di derheqê çalakîya Hakim Goran de, bi hevre sohbetek kir. Du roj şûnda em vegerîyan bakûr. Min çend roj şûnda li ser rûpela xwe ya Facebook de, di derheqê çalakîyên Hakîm Goran de, ev nivîs nivîsand:   https://www.facebook.com/721913481/posts/10156764107168482?s=721913481&v=i&sfns=xmwa

Xwezîya Ramjar Akreyî biryarek ewqas şaş û li dijî xewnên xwe negirta û weke çalakvanek sivîl li serê çîyayên Kurdîstanê konên xewnên yekrêzî, çaksazî û serxwebûnê geş bikira! Lê mixabin ji gelek sedeman hestên dêrûnî bi ser ketin û rê li ber ev bûyera trajedîk vekir. Çîroka suphî Abdullah, bû çîroka Hakim Goran, Hakimê şoraşê-pêşmerge, dûre çîrok li ser şopa peneberîyê dest pê kir, xerîbî, dûrketina ji welat agirê hest û evîna welat, birîna wî geş dikir. Ji bo derman kirina êşa niştimanî û xewnên berjewendîyên netewî jiyana xwe ya li kolanên Ewropa û malbata xwe li Hollanda hişt û berê xwe da Kurdistana azad. Di pêvajoya referandûma Kurdistanê de, weke  çalakvanekî beşdarî karwanê referandûmê bû! Piştî pêvajoya referandûmê îxanet 16 cotmehê dît. Dîsa dev ji xewn û hêvîyên xwe berneda. Di sohbeta xwe de her tim gilî gazin dikir da ku tu sazîyek hukumetê û berbirsên heremê qîymetek nadin çalakîyên wî. Bi rastî mirov ji xwe dipirse, gelo çima rojekî mesûlekî an heyetek, sazîyek hukumetê serdana wî nekirin? Çima daxwaz û çalakîyên wî meraq nekirin? Bûyerên bi wî rengî pirî caran ji bo reklam û rengê sîyaseta netewî derfetên nû derdixe holê. Ji bo xurtirina hestên netewî çalakîyên bi wî rengî gelek girîngin. Dewletên din bi organîzasyonên dewletê hemwelatîyên xwe mobîlîze dikin û propagandaya sivîl dikin. Lê mixabin ez hêjî tênegihiştime çima bandora bêdengîyê rastîyan reş dike. Ger min bi çavên xwe ne dîtîya, bi gohên xwe ne bihîstîya û min sohbet nekira belkî ev nivîs û çîrok jî wê tunebûya. Çîroka jiyana Ramjar Akreyî, xewn û xeyalên wî, daxwaz û armancên wî dûrûşmên li ber jiyana xwe bi dawî anî YERÊZÎ, ÇAKSAZÎ Û SERXWEBÛN bû. Gelo ev bangawazî û dûrûşmên netewî ne xewn û hêvîyên me bûn? Ramjar Akreyî van peyaman bi canê xwe anî ziman. Xwezîya xwe nekuşta û çalakîyên xwe bi şêweyek medenî bi domandina. Car din ji gelê Kurd re, ji malbatê re, heval û dostên wî re ser saxî dixwazim.

Cîhê te bihûşt be, têkoşerê xewnên dewletbûnê, Ramjar Akreyî! 5.5.2019 Amed-   Cano  Amedi

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir